Ehmed Qazî, Joyce Blau u Pesnî Laşayî

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 20 Tebax 2021 - 23:56

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (91)
hsghazi@gmail.com


Beşêk le hevpeyvînî hemîd şewket  legel Muhsîn Rîzwanî Awirêk le bizûtnewey çepî  Iran le nawewe, Hemîd  Şewket, Çapî yekem: 1384 / 2005 zayînî
Bilaw kerewe: Murtezewî

Rîzwanî: ...Nuxteyekim le bîr çû ewîş ewe bû ke be hatnî Taranê, serêşeyekim bo peyda bû û ewîş rawêje kirmaşanîyekem bû [katêk be farsî qsem dekird]. Katêk hatme kalîcî şew û rojî Elburz ta çend manganîş yek qiseşm ne dekird. Hoyekeşî ewe bû ke rojêk le pol wulamî pirsyarî mamostayekem dedawe, şagirdekan le ber lehcekem le qirîwey pêkenînyan da û her eweş buwe hoy ewey ta maweyekî dirêj hîç nelêm û tenya legel ew kurane pêwendîm hebê ke xelkî Kurdistan bûn. Lew beserhate bîrewerîyekî serincrakêşim le zeyn da mawetewe.

Le rastewe Ebdulla Ishaqi, Suleyman Mu'ini, Ehmed Qazî. Ew wêneye le Tewrêz gîrawe, lew serubende da ke Rîzwanî basî deka u çûwe bo kalcî Elburz le Taran.

Yek le hawpolekanim ke ziyatir legel wî pêwendîm hebû nawî Qazî bû, le bnemalley heman Qazîy Mihemedî benawbang, serokkomarî Mehabad. Rojêkyan Mûsewî, nazimî kalîcî Elburz hate polekeman û bangî kirdim û gutî, destbecê biçuwe bînay şew û rojî her kitêbêkt le wetaxî Qazî da dîtewe koy kewe û firêyan de. Ziyatir kitêbî siyasî bûn. Çûm û be pele kitêbekanim ko kirdewe û be xardan birdme wêraney dewru ber bînay şew û rojî û lewê firêm dan. Katêk geramewe ta bibînim hîç mawe yan na, dîtim Mûsewî û çend efserî erteş xerîkin berew lay bînay şew û rojî dên. Le ber ewey rêgay xo derbaz kirdinim nebû be cilu bergewe çûme bin lêfe û xom le xew kird û le ber ewey xarim da bû hemû giyanim areqe bû. Lehzeyek duwatir Mûsewî û çend efser hatne naw wetaxeke û Mûsewî berew lay min hat û destî le ser tewêlim dana û le katêk da lêfekey rêk û pêk dekird bo ewey nebîndirê ke be cilubergewe xewtûm gutî: "Çi areqeyekî kirduwe, delêy zor pîs sermat buwe." û duwaye legel efserekan geştêkî be wetaxeke da kird û çuwe derê. Demewê bilêm, ew Mûsewî ye ke duwatir geyişte piley senatorî le şagirdanî wek min û Qazî ke dijî rêjîm bûyn piştîwanî dekird.

Carêkîş le ser binemay ewey dîtbûm lêm pirsî çi fikr û bîrurayekî heye? Mûsewî le wulam da gutî: "Min tûdeyî nîm, belam matiryalîstim."

Şewket: Legel Jûlî çi pêwendîyekt hebû? 
[Mebest le Jûlî, profêsor Joyce Blau dostî le mêjîney gelî kurd e. Amadekar]

 

Professor Joyce Blau ke le wutareke da wek Julî bas kirawe.

Rîzwanî: Ew endamî grûpî Tuma bû û deyangut, cûlekeye û ewe pinktêkî cêy lê xurd bûneweye. Yanî le Jûlî yewe ke pisporî zimanî kurdî bû ta qeşe Peirî mesîhî  û ew cûlekaney ke rojgarêk endamî hîzbî komonîstî mîsr bûn, hemûyan le rêbazêk da û le teşkîlatêk da be salanî dirêj çalakî û xebatyan kirdbû. Duwatir zanîm yekêk le wan ke nawî Nadia bû xuşkî Jûlî ye. Nadia ke hêşta temenî nedegeyişte 30 sal, didanekanî şikabû. Deygut be dem ew lêprisînewaney le Mîsir legelî kirawe, tûşî ew hal û roje buwe.

Şewket: Ew zanyarîyanet çon wedest hêna?

Rîzwanî: 3 mang legelyan jyam. Zor mêhreban bûn legelim, belam sereray ewey ke le seretay karewe gutbûyan le mawey yek dû hewtû da pasportî Elcezayîrîm bo werdegrin, her çî hewilman deda çiman pê nedekra. Tenanet lewe da serkewtin le lay serokkomarî ew katî Elcezayîr Ben Bella katî çawpêkewtnim bo werbigrin, Belam nazanim boçî karî pasport cê be cê nebû.

Şewket: [Perwîz Wa'îzzade] bo geranewey Kuriş [Laşayî] bo Iran amadekarî pêwîstî nekirdbû?

Rîzwanî: Ewe raste û renge Kuriş her le ber eweş gîrabê. Kuriş xoşî katî geranewe bo Iran le wez'êkî rûhî baş da nebû. Nabê eweş le bîr bikrê ke Wa'îzzade xoşî be îmkanatî kemewe gerawe Iran. Lêre da dewrî Sîrûsî Nehawendîş nabê leber çaw negîrê. Renge pêwekirdinî Kurişîş her be destî ew bû bê.

Şewket: Çi core nîşaneyekit têda dedî?

Rîzwanî: Le duwayin rojekanî ber le geranewey bo Iran le Rom legel yekdî bûyn. Ew duway maweyek karî kirêkarî le şêx nişînekanî kendawî Fars hatbuwe Îtalya ta xoy amade ka bo geranewe bo Iran. Haletî pêşûy nebû û şor û şewqî caranî nemabû û galtey nedekird. Zor car bê deng bû. Demû çawî zû zû zîbkey lê dehat û kem denust û wurûjanêkî derûnî hebû ke ney dedirkand.

Şewket: Pêt wa bû bawerî le dist dawe?

Rîzwanî: Eger awam bîr kird bawe, nemdehêşt birwa, helbet hêndêk dirdong bûm, çunke lew duwayane da zor gileyî û gazindî hebû le mer pêşweçûnî karekan, belam fikrî ewem nedekirdewe bêtû bigîrê le waneye teslîm bê. Azayetî Kuriş bê wêne bû û qaremanêk bû be tewawî manay ew wuşeye. Xoy le aw û agir deda ta karêk bigeyenête encam. Hawser û dû mindalî piçûkî be cê hêşt û pîşey nexoşxaney welawe na û peywest bû be xebatî nihênî; le Kurdistan û xebatî çekdarane û duwatir kirêkarî kirdin le kendawî Fars kesêkî pitew û be biryar bû. Le Kurdistan hem le ber azayetîyekanî le tenîşt pêşmergan û hem le ber dewa û derman kirdinî gelî Kurd, naw û nawbangî le ser zimanî wurd û diriştan bû. Ta ew cêgayey ke hêndêk xelik bo rêz lênan le wî nawîmindalekanyan na Celal (nawî xuwastemenî Kuriş Laşayî le Kurdistan kak Celal bû, hêndêkanîş ewyan wek Dr. Celal bang dekird. Şîkirdnewey Rîzwanî), belam ziyatir le hemwan Celal Talebanî xoşî dewîst u katêk ke Kuriş le wutuwêjî radyo têlêvêzyonî û çapemenî da destî le bîr û ramanî xoy helgirt û rêjîmî Şay teîyd kird, Talebanî deygut le xoşewîstî û hogrîyekey le ast wî hîç kem nebuwetewe.


Dirêjey heye....

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.