Êdî biçin Îmraliyê

În 3 Kanûn 2021 - 23:30

  • Baroya Amedê, parlamenterên HDP´ê û malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê bi Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê re bikin, miracaet kirin.

Baroya Amedê, parlamenterên HDP´ê û malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê bi Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê re bikin, miracaet kirin.

Malbatên Rêber Abdullah Ocalan, girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, ji bo hevdîtinê miracaetî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û midûriyeta girtîgehê dan.

Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç, ji bo hevdîtina roja duşemê, miracaet li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û midûriyeta hepsê dan. Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê dimînin, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamilî Yildirim Polat Yildirim û Xwişka Veysî Aktaş Melîha Çetîn jî bi rêya parêzerên xwe miracaet kirin. Malbatan wekî din ji bo hevdîtinê di ser Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê re miracaetî Miduriyeta Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê jî kir. 

Baroyê jî miracaet kir

Parêzerên Ocalan, 22’ê Mijdarê de li Dadgeha Ceza ya Bûrsayê miracaeta “hevdîtina lezgîn” kiribû. Piştî wê derket holê ku du cezayên nû yên qedexeya hevdîtinê li Ocalan hatine birrîn. Li gorî vê, 12’ê Cotmehê ji bo 6 mehan cezayêî qedexeya hevdîtina parêzeran li Ocalan hatiye birrîn. Dadgeriyê, ji bo miracaeta hevdîtinê ya malbatê jî qedexeya hevdîtinê ya di 18’ê Tebaxê ya ji bo 3 mehan hincet nîşan dabû. Ocalan herî dawî di 27’ê Nîsana 2020’an bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû.

Baroya Amedê ji bo Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Hepsa Tîpa F a Imraliyê Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaş miracaetî Wezareta Dadê ya Tirk kir. 

Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê 24’ê Mijdarê ji baroyê xwestibû ji bo ku parêzer û malbat karibin miwekîlên wan bibînin, ev 8 meh in agahî ji miwekîlên xwe nastînin, hewl bidin.

Baroyê ji bo tespît û çavdêriyan bike, ji bo ku biçe Girava Imraliyê miracaetî Wezareta Dadê kir. Baroyê got, ‘‘Ji bo ku li cihê cih, şertên jiyanê yên cezaxwariyên li Hepsa Girava Îmraliyê bê tesbîtkirin, bi armanca çavdêrî û nirxandina îdîayên li ser binpêkirina mafên sereke û azadiyan, bûye hewcehiyek ku Wezareta Dadê destûrê bide û li cihê cih lêkolîn were kirin.’’

Di vê komîsyon biçe Îmraliyê

Parlamenterên HDP’ê Fatma Kûrtûlan û Huseyîn Kaçmaz ji bo biçin Îmraliyê, miracaetî Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a li parlamenê kir. Her du parlamenter jî endamên komîsyonê ne. wan got, “Parêzeran jî serî li komîsyona me da û xwestin ku bikevin dewrê. Malbatan her wiha serdana koma me ya li Meclîsê kir û di vê mijarê de fikarên xwe parve kirin. Ji bo mafê ragihandinê yê malbatan û girtiyan, ji bo şopandina mafê agahîwergirtinê û bidawîkirina fikarên malbatan, ji bo çareserkirina binpêkirina mafên mirovan, divê komîsyona me biçe Hepsa Îmraliyê.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.