Ebex û Hezo ji DEM’ê re hazir in

Duşem 25 Adar 2024 - 00:19

Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Ebex û Hezexê diyar kirin ew ê rêveberiya dizî û talanê qeyûm bişînin, bi piştevaniya gel şaredariyê rê ve bibin û ji bo jin û ciwanan, ji bo Kurdî, binesaziyê xebatan bikin.

Namzeta ji bo Hevşaredariya Ebexê Hatîce Atabay Gundogdû diyar kir xelkê Ebexê wê biryara herî baş ji bo xwe bide û li gel DEM Partiyê cih bigire. Hatîce Atabay Gundogdû destnîşan kir wê bi hev re qeyûman bişînin.

Atabay ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku çandinî û sewalkarî çavkaniya herî girîng a debara xelkê herêmê ye, lê bi rêk û pêk hatiye tinekirin. Atabay got, "Derfetên kar ên gel ji wan hate standin û koçberî li wan hate ferzkirin. Ciwanên me di nava şert û mercên herî xerab de li înşaetan têne xebitandin û jiyana xwe ji dest didin."

Qeyûm talangerî ye

Hatîce Atabay Gundogdû bal bire ser  ziyana ku qeyûman di nava 8 salan de dan şaredariyê û got, "Şaredariya qeyûm ji bo talankirina çavkaniyên gel e. Li dijî vê desteserkirina îradeyê, em tevlîbûna gel ji xwe re dikin esas. Em ê feraseteke şaredariyê ya ku gel bi rê ve dibe û biryarê dide ava bikin."

Polîtîkaya aborî,ziman û jinê

Hatîce Atabay Gundogdû anî ziman ku yek ji pirsgirêkên mezin ên Ebexê ew e ku mîna xirbeyekî lê bûye û got, "Pirsgirêkên aborî û kar ên jin û ciwanan gelekî zêde ne. Têkildarî vê mijarê projeyên me hene. Em plan dikin ku navenda jiyanê ya jinê ava bikin. Em ê yekîneyên têkoşîna li dijî tundiya li jinan ava bikin. Ev navçe wê bi destê jinê bê birêvebirin. Em ê girîngiyeke taybet bidin extiyaran, mirovên dezavantaj û zarokan. Em ê kursên zimanê Kurdî ava bikin, dikandarên xwe teşwîq bikin ku tabelayên bi Kurdî daliqînin."

Em ê qeyûman bişînin

Hatîce Atabay Gundogdû anî ziman ku armanca wan meqam, pere nîne û got, "Rêya me rêya jiyaneke wekhev, azad û mirovane ya mirovan e. Xelkê Ebexê wê têkildarî xwe biryara herî baş bide û li gel DEM Partiyê be. Em ê bi hev re bi dengê xwe qeyûman bişînin."

Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Hulya Oztekîn û Mehmet Raşît Haşimî diyar kirin  ji bo jiholêrakirina texrîbata 10 salan a AKP'ê proje amade kirine.

Oztekîn û Haşimî ji MA’yê re behsa projeyên xwe yên ji bo navçeyê kirin. Namzetê Hevşaredariyê yê Hezo yê DEM Partiyê Mehmet Raşît Haşimî bal bire ser şaredariya navçeyê 10 sal in di destê AKP'ê de ye, lê xizmetê ji gel re nekiriye. 

Ji bo ciwanan polîtîka

Haşimî diyar kir şaredarî di nava deynan de ye û got ku di xebatên hilbijartinê de bi eleqeyeke zêde ya gel re rû bi rû mane. 

Haşimî da zanîn ku ji bo gelê navçeyê gelek proje amade kirine û wiha got: “Dema em hatin hilbijartin ji bo ciwan û jinên me projeyên me hene. Ji bo hilberînê projeyên me hene. Hilberîna tûtinê ji salên 90'î ve tê kirin. Lê hilberîner nikarin heqê keda xwe bistînin. Em ê projeyên ku heqê vê kedê bide derxin holê."  

Rêveberiya bi azadiya jinê

Namzeta hevşaredariyê Hulya Oztekînê diyar kir ji bo paradîgmaya azadiya jinê ya li şaredariyan pêk bê wê bixebitin. Oztekînê bi bîr xist dema ku li Hezoyê dikandar bûye di pêşhilbijartinan de wekî namzetê hevşaredariyê hatiye hilbijartin û got: “Gelek pirsgirêkên Hezoyê hene ku heta roja îro nehatine çareserkirin. Binesaziya wê hê jî kêm e. Hîn jî em di rêyên bi herş re derbas dibin. Û em ava biherî vedixwin. Em ê guh bidin gel û li gorî daxwazên wî tevbigerin. Em ê Kela Hezoyê restore bikin, ji bo turîzmê."

Bazara keda jinê

Oztekînê destnîşan kir li navçeyê park û kreşên zarokan tune ne û got: “Ji bo qadên civakîbûnê em ê bixebitin. Em ê derfetên kar ji jinan re çêbikin. Em ê bazara ku xwarinên herêmî lê bên firotin ava bikin. Jin nan, gore, kinc hwd. çêdikin. Çima cihekî wan ku van tiştên xwe lê bifiroşin tune be. Parkek an du park hene, lê qada wan a hêşîn tune ye. Em ê vê jî çareser bikin. Em ê binesaziya heyî tamîr bikin, ji bo ciwanan maleke piştgiriya perwerdehiyê û ji bo zarokan jî kreşxaneyan vekin. Em ê navenda xwe ya hevgirtina jinan ji nû ve ava bikin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.