DYE bi hawî leşker naşîne Ukraynayê

Nûçeyên Cîhan

În 11 Sibat 2022 - 22:56

  • Serokê DYE'yê bang li welatiyên xwe yên li Ukraynayê kir da ku "tavilê" vî welatî biterikînin.

Serokê DYE'yê bang li welatiyên xwe yên li Ukraynayê kir da ku "tavilê" vî welatî biterikînin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Joe Biden ji kanala televîzyonê ya NBC re axivî û ji ber dagirkeriyeke muhtemel a Rûs a li dijî Ukraynayê bang li welatiyên xwe kir da ku tavilê ji vî welatî derkevin. Wî got, "Divê welatiyên Emerîkî biçin, divê tavilê biçin. Em bi yek ji artêşên herî mezin ên cîhanê re rû bi rû ne. Ev rewşeke gelekî cuda ye û dibe ku kar bi lez ji kontrolê derkeve."

Biden diyar kir ku heger dagirkeriyeke Rûs pêk were, ji bo veguhastina welatiyên Emerîkî jî wê leşkeran neşînin xaka Ukraynayê û got, "Ev yek wê bibe şerê cîhanê. Dema ku Emerîkiyan û Rûsan gule berda hev, hingî em ê li cîhaneke gelekî cuda bin."

Serokê DYE'yê got, "Hêvîdar im, heger bi qasî ku biçe wê derê (Pûtîn) bêperwa jî be, bi qasî ku tiştekî neyînî li welatiyên Emerîkî neke, bi aqil be."

Kanadayê jî ji bo welatiyên xwe pêşniyazeke bi heman rengî kir. 

Dewletên Rojavayî ji sala 2014'an û vir ve Rûsyayê sûcdar dikin ku piştî Qirim bi xwe ve girê da, li dijî Ukraynayê amadekariya operasyoneke nû ya leşkerî dike. Rûsya sûcdariyan red dike û îdîa dike ku tenê dixwaze li dijî Kîev û NATO'yê ewlehiya xwe misoger bike.

DYE'yê di serî de Derya Spî, çar destroyer şand herêma Flo ya Şeşemîn ji bo tevlî tatbîqata leşkerî bibin. Hate ragihandin ku wê bi NATO'yê re li herêmê hin tatbîqatên deryayî bên kirin.

Rûsyayê jî bi qederê 100 hezar leşker li ser sînorê Ûkraynayê bi cih kiriye. Hêzên rojavayî her wiha îdîa dikin ku derdora 30 hezar leşkerên Rûs li Belarûsê bi heman armancê hatine bicihkirin. 

WASHINGTON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.