Dûrîçav be ji bîr dibe

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 31 Tebax 2020 - 03:30

  • Out of Sight wê ji ber koronayê li ser ekranê û di înternetê de bê nîşandan. Proje behsa bêserûşûnkiriyan dike.

Berhema nû ya Maxim-Gorki-Theater a li Berlînê bi navê Out of Sight (Dûrîçav) wê ji ber koronayê li ser ekranê û di înternetê de bê nîşandan. Ji bo projeyê ku behsa bêserûşûnkiriyan dike, 4 nivîskarên ji Kurdistan, Başûrê Efrîka, Filistîn û Meksîkayê senaryo nivîsî.
Pêr hin qismên wê dikarîn li Maxim-Gorki-Theater a Berlînê bên dîtin. Ji ber ku doh Roja Bêserûşûnkiriyan a Cîhanê bû, ev proje bi qîmettir e jî. Mijar zewiyekî garis li Efrîka Başûr, goreke komî li Meksîka, bîreke hestûyên kuştiyan tê de li Bakurê Kurdistanê û dibistaneke li Şerîa Rojava ne.
Dramaturgê sereke yê Maxim-Gorki-Theaterê, Johannes Kirsten dibêje, "Me hewl da berhemeke melez ji şano û sînemayê çêkin."
Di qismê li ser Efrîkaya Başûr de ciwanekî reşik bi destê kurê xwediyê gundikekî tê kuştin. Malbat û polîs hewl didin ser vê kuştinê bigirin.
"Out of Sight" zû dûrîçav dibe, ya dûrî çav dibe jî tê jibîrkirin. Nivîskarên projeyê dibêjin, ew li dijî jibîrkirinê dinivisînin.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.