Drone bidarvekirina mirovan e
Pêncşem 7 Kanûn 2023 - 00:15
- Sê parêzerên Belçîkayî par meha Tebaxê ji bo lêkolana êrişên dewleta Tirk ên bi droneyan çûn Şengalê û Mexmûrê. Bi belgeyan piştrast kirin ku dewleta Tirk bi van êrişan sivîlan qetil dike.
DENÎZ YILMAZ / ANF / BRÛKSEL
Sê parêzerên Belçîkayî, yek ji wan jî parêzer Selma Benkhelîfa, par meha Tebaxê ji bo lêkolana êrişên dewleta Tirk ên bi droneyan, çûn Şengalê û kampa penaberan a Mexmûrê. Benkhelîfa li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û got, "Di Tebaxa 2022’yan de ji bo lêkolana êrişên bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî em çûn serdana Şengalê û kampa penaberan a Mexmûrê. Dewleta Tirk ji xwe li her derê eşkere dike ku ew van êrişan dike. Vê yekê di bin navê 'têkoşîna li dijî PKK'ê de dike. sermeselê, êriş birin ser larwaneke wesayitan, di karwanê de berpirsyarekî Êzîdî hebû. Piştî bi rojekê ji bo misoger bike ku yên birîndar hatine kuştin, bombe li nexweşxaneyê barandin. Di van êrişan de her carê mirovên sivîl hatin kuştin."
Ti êriş li hemberî Tirkiyê nîne
Benkhelîfa anî ziman ku piştre ew çûne serdana kampa penaberan a Mexmûrê û got, "Ew der jî kampeke penaberan e ku mirovên li Tirkiyeyê gundên wan hatine şewitandin û ji ber zextê lê sitirîne. Bifikirin, ji dewleta Tirk reviyan û xwe li Sedam Huseyîn girtin. Wê demê dewleta Tirk ji Sedam hîn bêhtir xedar e, hîn bêhtir bêrehm e. Tî û birçî man heta ku Sedam Huseyîn çolek da wan. Mirovan ew çol veguherand warekî jiyanê. Ew mirov li wê derê bi nasnameyên Komîseriya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) dimînin. Mirovên li wir ji dayik bûn û mezin bûn, nasnameyeke xwe nîne, bêwelat in. Erdogan wê derê weke 'hêlîna terorê' pênase dike. Ev kampa penaberan jî bi rêk û pêk dibe hedefa êrişên bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî. Li gorî agahiyên ku me ji mirovên li wê derê wergirtî, jineke extiyar a 70 salî ya ku heywanên xwe diçêrandin, bû hedefa êrişa droneyê. Li gorî mejiyê dewleta Tirk her kesê li vê derê PKK'yî ye."
Benkhelîfa diyar kir ku Êzidiyên bûn hedefa DAIŞ'ê ji bo xwe biparêzin hêzên xwe yên çekdar ava kirin, li dijî DAIŞ'ê têkoşiyan û got, "Ji sînorê Tirkiyeyê gelekî dûr in, li ser sînorê Sûriyeyê ne. Lewma ti elaqeya van êrişan bi mafê xweparastinê re nîne. Berevajî vê yekê, êrişên dewleta Tirk ên bi balafirên bêmirov, binpêkirina qanûna 'Nabe ku mirov bêdaraz bêne qetilkirin' a Neteweyên Yekbûyî ye. Ya ku dewleta Tirk dike kuştina bêdadgeh e. Dewleta Tirk di salên 1980 û 1990'î mirov bêdadgeh kuştin. Niha van kuştinên bêdadgeh bi droneyan dike.
MÎT fermana kuştinan dide
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirk de tê gotin, li gorî agahiyên MÎT'ê ev êriş tên kirin. Yê ku fermana kuştinê dide MÎT e. MÎT wêne û agahiyên li ser wan mirovan dide, li kompûteran bi cih dike. Drone jî wan mirovan dikujin. Bêyî ku bê girtin, dadgeh bê kirin, bê lêpirsîn, pêvajoya hiqûqê bê kirin kes nikare weke terorîst bê sûcdarkirin û ew mirov bê kuştin. Li Tirkiyeyê qaşo cezayê bidarvekirinê nîne, cezayê kuştinê nîne. Lê belê ev yek bidarvekirin e, cezayê kuştinê ye. Têkildarî rakirina cezayê îdamê, peyman hatiye îmzekirin, lê belê îdamê dikin. Hiqûq, dadgerî, dadgeh biryarê nadin. Hin mirovên di nava MÎT'ê de biryarê didin û ji kesekî li ser kompûterê re dibêje, tine bike, drone jî tuine dike."
Divê zexteke polîtîk hebe
Benkhelîfa da zanîn ku wan xwest têkildarî mijarê miracaetî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê bikin û got, "Lê belê ew ji me re dibêjin, piştî rêyên hiqûqî yên navxweyî yên li Tirkiyeyê qediyan, miracaet mumkin e. Rêya duyemîn jî miracaeta li Neteweyên Yekbûyî ye. Ev yek jî ji aliyê dewletekê ve dikare bê kirin. Mînak, Iraqê têkildarî êrişeke ku di encamê de sivîlên Ereb hatin kuştin, miracaetî Neteweyên Yekbûyî kir, lê ji bo Kurdan vê yekê nake. Ji bo mexdûrên Mexmûrî me miracaetî Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kir. Lê belê hîna jî bersiv nîne. Neteweyên Yekbûyî bibêje, nabe ev êriş bêne kirin, di rewşeke bi vî rengî de jî pêkanînek nîne. Heta ku li ser hikûmetan atmosfereke, zexteke polîtîk nebe, guhertin nabe."