Doza derewînan li dijî HDP’ê

Sêşem 2 Tebax 2022 - 22:12

  • Nazmî Gur: Şahidan bi gotinên xwe îfadeyên hev pûç kirin. Yek şahidê bi tenê jî rasterast xwedî agahî nîne, û bi çavên xwe nedîtiye. Bingehê vê dadgehkirinê şahid in, lê îfadeyên wan hev nagirin.

Di danişîna Doza Kobanê de siyasetvan Nazmî Gur got, şahidên dozê îfadeyên hev pûç dikin û got, “Yek şahid jî rasterast xwedî agahî nîne û bi çavên xwe nedîtiye. Bingehê vê dadgehkirina şahid in lê îfadeyên wan hev nagirin. Lê belê dozgeriyê li ser van îfadeyan biryara dewamkirina rewşa me ya girtî da.” 

Li ser êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmehê de li seranserî bakurê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Têkildarî bûyeran doz hatibû vekirin. 15’emîn rûniûştina Doza Kobanê ku hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav 21 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên dadgehkirin, di roja şeşan de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dewam dike. Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya 22´yan pêk tê.  

Siyasetvanên li Girtîgeha Sîncanê di rûniştinê de amade bûn, yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen a (SEGBÎS) tev li rûniştinê bûn.

Piştî xwendina ewraqan, dozgeriyê mutalaaya xwe xwend. Dozger, xwest ku rewşa girtî ya girtiyên siyasî bi sedema “endamtiya rêxistinê” û “nîşaneyên xurt ên kirina sûc” bidome. 

Piştî mutalaayê, siyasetvan  Nazmî Gur axivî û got, “Ji bilî şahidên li wan tê guhdarîkirin, derheqê me siyasetvanên girtî de ti belgeyeke nû nîne. Em û dozger ji cihên pirr cuda li mijarê dinihêrin. Li şahidan hemûyan bi awayekî bêusûl hatiye guhdarîkirin. Ew şahid tev li mutalaayê hatin kirin. Şahidan bi gotinên xwe îfadeyên hev pûç kirin. Yek şahidê bi tenê jî rasterast xwedî agahî nîne, û bi çavên xwe nedîtiye. Bingehê vê dadgehkirinê şahid in, lê îfadeyên wan hev nagirin. Lê belê dozgeriyê li ser van îfadeyan biryara dewamkirina rewşa me ya girtî da. Gelemperiya şahidan endamên rêxistinê ne, lê ew ceza nagirin. Gotinên wan tev jî derew in. Em ji ber xebatên di dema pêvajoya çareseriyê de tên dadgehkirin. Lê wê demê dewlet jî bi me re bû. Rayedarê leşkerî, wezîr, serokwezîr, burokrat, parlamenter û her kes hebû. Divê ew jî bên dadgehkirin.”


 

Îfadeya derewînan delîl e

Di dewamê de Gur da zanîn ku gotinên şahid Kerem Gokalp ên derheqê endamê PENa Kurd nivîskar Nezîr Çakan de derew derketine û wiha peyivî: “Ev derew hat tespîtkirin. Nezîr Çalan ji bo ku vê derewê nîşan bide, gelekî hewl da. Di dawiya dawî de ev derew bi belgeyan derxist holê. Baş e, lê îfadeyên ku ji bo Çakan derew, çima ji bo min û hevalên min weke rast tên qebûlkirin? Hûn bi gotinên du şahidên derewîn dikin, û cihê vê di hiqûqê de nîne. Di îfadeyên yek şahidî de jî tiştekî teqez nîne. Gelemperiya îfadeyên di îdianameyê de hatine kopîkirin. Li dijî Kurdan cihêkarî tê kirin. Dadgeh li dijî me delîlan berhev dike. Li gorî DMME’yê jî ev cihêkarî ye.

Ez dixwazim hevalên me yên girtî bên berdan.”
 
Mesele girtina HDP´ê ye

Piştre jî Gurcan Yorulmaz axivî: “Dozgeriyê got, di mutalaaya wî de tiştekî nû tine ye. Lê em hêj jî girtî ne. Ev dadgehkirin, ev bû 15 meh, didome. Yek şahidê we derheqê min de neaxivî. Ev ne giring e, ji ber ku armanca wan krîmînalîzekirina HDP’ê ye. Mijara esasî, doza girtina HDP’ê ye. Di wê dozê de ji bo min qedexeya siyasetê tê xwestin. Ez pirr mereq dikim bê ka tevî ku derheqê min de tiştek nehatiye gotin jî dê çawa ceza bidin. Her şahidî, şahidê din li derewê qeliband. Ji me wê endamên rêxistinê çênebin. Lê hûn dikarin bibêjin, damezirînera HDP’ê. Ez ji vê yekê serbilind im. Tu ferq û cudahî di navbera me û hevalên negirtî de nîne. Heke hebe derxînin holê, da ku em li ser biaxivin. Ez tehliyeya xwe dixwazim.” 

Piştre jî parêzer Çîgdem Kozan axivî û da zanîn ku mutalaa ji girtîgehan re nehatiye şandin.

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.