Dosyeya darizandina PDK’ê

Şemî 3 Tebax 2024 - 02:55

  • TAJÊ ji bo darizandina PDK’ê dosyayek ji welatên ku jenosîd nas kirine, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Serok wezîrê Iraqê Sudanî û Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê re şand.

TAJÊ ji bo darizandina PDK’ê dosyayek ji welatên ku jenosîdê nas kirine, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Serok wezîrê Iraqê Sudanî û Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê re şand.

Li gel dosyayê nameyek ku sedema şandina dosyayê tê de tê vegotin jî hat şandin. Di nameya TAJÊ ev tişt hate gotin:“Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ ê li Şengalê bi awayekî herî hov êrîşî civaka Êzidî kir û ferman pêk anî. Di vê fermanê de nêzî 7 hezar kes hatin revandin ku piraniya wan jin û zarok bûn. Ji van kesan nêzî 3 hezar û 600 hatine rizgarkirin û nêzî 2 hezar û 500 winda ne û çarenûsa wan ne diyar e. Di nav 10 salan de 92 gorên komî hatine dîtin û hîn bi dehan jî nehatine dîtin. 56 korên komî hatine vekirin, ji van gorên ku hatine vekirin zêdetirî 700 cenaze hatine derxistin. 242 cenaze hatine nas kirin û ji aliyê malbatên wan ve hatine definkirin. Armanca me ji pêşkêşkirina vê dosiyê ewe ku rastî were zanîn, kes û hêzên sûcdarên jenosîdê bên dadgeh kirin. 

Civîna Ammanê

1’ê Hezîrana 2014’an, beriya ketina DAIŞ’ê ya Musilê bi 10 rojan, li paytexta Urdun Ammanê  civînek veşartî hat çêkirin. Welat û hêzên ku tevlî vê civînê bûn dewleta Tirk, DYE, Erebîstana Siûdî, Îsraîl, PDK  û DAIŞ bûn. Emîrê DAIŞ’ê ( Ebû Bekir El Bexdadî ) amade bû. Her wiha ji welatên herêmê û rêxistinên cûda yên selefî jî di civînê de amade bûn. Mesud Barzanî 4 roj beriya civînê li Ammanê bû û ji bo ku civîn pêk bê amadekarî kirin. Li ser navê PDK’ê Azad Berwarî û li ser navê herêma kurdistanê jî Mesut Berzanî tevlî civînê dibin. Di civînê de PDK’ê Şingal li beramberî Kerkûkê difroşe DAIŞ ê. Em daxwaz dikin, ji bo rastî derkeve holê ev civîn bê eşkere kirin.

Fermana 03/08/2014’an 

Beriya ferman pêk were li Şengalê  12000 pêşmergên PDK ê,  5000 polîs, 5000 Artêşa îraqê û 1000 polîsên sînor hebûn.

Her wiha beriya fermanê PDK ê li Şengalê gelek sîlehên sivik û giran ji artêşê û malbatên ku sîlehê wan hebûn kom kirin.Piştî Musil û Tilafer ket destê DAIŞ ê û xeteriya DAIŞ’ê li ser Şingal zêde bû. Pêşmergeyan bi gotinên ku hûn nikarin şerê DAIŞ’ê bikin, dest danîn ser nûqta, sîleh û seyariyên leşkerî yên artêşê, polîsên hundirîn û polîsên sînor yên ku di Şingalê de bûn. Pêşmerga bi hezaran sîlehên giran û sivik kom kirin, Beşek  firotin DAIŞ ê beşek ji wan jî derbasî herêma kurdistanê kirin. Serbest Babîrî berpirsê pêşmergeyên PDK’ê li Şingalê. Beriya fermanê berpirs û fermandarên PDK’ê gotin, “di navbera me û DAIŞ’ê de lihevkirin heye, netirsin DAIŞ êrişî Şingalê nake. Ger êriş bike, em ê Şingalê biparêzin, netirsin”. Ev propaganda hem li ser ragihandin hem jî di nava gel de dihate kirin. Berpirsên pêşmergên PDK ê li Şingalê di 3/08/2014 an de:Mesud Berzani, Serokê PDK’ê, Aştî koçer Berpirsê  Asayîşa Rojavayê Nînowa ya PDK’ê, Serbest Babîrî berpirsê liqa 17 a PDK ê, Seîd Kêstî berpirsê fermandeya pêşmergeyan li Şengalê, Cîgirê fermandarê pêşmergeyan a Şengalê yê bi navê (Simê), Qasim Reşo, cîgirê Serbest Babîrî.

Biryara vekişandina hêzên pêşmergeyana ji aliyê Mesûd Berzanî hat dayîn. Roja 3/08/2014’an li nûqteya kontrolê ya PDK’ê 3 ciwanên Êzidî yên bi navê  Cemîl Reşo Îlyas, Yusif Xelef Îlyas  û ELî îlyas Yusif ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve tên qetil kirin. Ev her sê ciwanên Êzidî ji  komalgeha Zoravayê bûn. Dema ku DAIŞ  ket herêma Şingal û dest bi qirkirina li ser civaka Êzidî kir, pêşmergên PDK nûqteyên xwe yên parastinê ber didin û sîleh jî bi xwe re dibirin. Van hersê ciwanan dema ku dîtin pêşmergên PDK şer nakin, direvin û sîlehan jî bi xwe re dibin, ji pêşmergeyan re dibêjin “ ger hûn şer nakin, sîlehan bidin me, em ê şer bikin”. Bi israr her sê ciwan sîleh dixwazin ku şerê DAIŞ ê bikin. Di wê demê de pêşmergeyên PDK bi fîşekan wan ciwanan qetil dike. Pêşmergeyên wê demê yên berpirsyar ev in. Miqedim Îslam emîr foc bû, Imer Koçer emir sirî bû, Reyîd Enwer emir Sirî bû, Rayid Kemal berpirsê îstîxbaratî bû, Rayid Hecî jî emir Sirî bû. 4/08/2014 bavê Şêx, Xirto Hacî Îsmaîl serdana Mesud Berzanî dike û daxwaz  dike ku Êzidiyên Şingalê biparêzin. Mesud Berzanî di wê hevdîtinê de ji Babê Şêx re dibêje:’’Baweriya xwe biguherin, bibin Misilman tiştekî bi we nakin, netirsin.”         

Anîna çeteyên Roj

12/12/2015 navçeya Sinûnê û komalgehên girêdayî wê ji DAIŞ hatin rizgar kirin. Piştî vê PDK xwest ku ew jî tevlî şerê li dijî DAIŞ bibe. Bi vî awayî carek din PDK idarî û siyasî derbasî Şengalê bû. Lê li şûna ku tevlî şerê li dijî DAIŞ’ê bibe, PDK’ê komek çete bi navê pêşmergeyên roj anîn Şengalê. Xelkê Şengalê ev yek qebûl nekirin û xwepêşandan kirin. Çeteyên Roj êrişî wan kirin û şer qewimî. Di encamê de 8 şervan, her wiha rojnamevan û sivîl jî di nav de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Çekên ku komên çeteyan di êrişê de bikar anîn, yên dewleta Elman bûn ku ji bo li dijî DAIŞ’ê bikar bînin, dabûn rêveberiya başûrê Kurdistanê. Dema êrişan destpê kir, 2 gerîlayên HPG’ê  yê bi navê Çekdar û Orhan ku xwestin navbeynkariyê bikin hatin şehîd kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.