Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê êrişên qirkirin û dagirkeriyê gihandin asteke din. Di destpêka Mijdarê de bi teqîna li Stenbolê re hincetek ji xwe re afirand ji bo ku êriş bike. Hê hefteyek di ser teqînê re derbas nebû, wê dest bi êrişan kir. Ev êriş ji Kobanê heta Şehba, ji Dêrikê heta Qendîlê pêk hatin. Dema ku artêşa Tirk êriş dikir, nedigot ev der Rojava yan jî Başûr e. Yekser Kurdistan kir hedef û lê da. Vê carê jî di hedefa wan de cih û warên sivîlan hebûn. Berê deverên eskerî ango nuqteyên şervanan dikirin hedef. Lê vê carê rewş cuda bû. Navendên çavkaniyan ango embarên genim, navendên elektrîkê û qadên petrolê di hedefa wan de bûn. Dîsa nexweşxane û navendên tendurustiyê kirin hedef.
Dagirkeriya Tirk bi vê yekê, hewl dide çavkaniyên gel tine bike û wan bitirsîne. Ew dixwaze ku xelk ji ber van êrişan koçber bibe û sedema dagirkeriyê jê re hêsan bibe. Dema ku gel li wan deran nemîne, wê demê dikare bi rehetî dagir bike. Lê niha astengiya li pêşiya wê hebûna gel e. Li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî heman tişt kirin. Heta ku gel li bajêr bû nekarîn dagir bikin. Dema ku gel ji bajêr derket, wê demê rewş cuda bû. Ev yek jî nîşanî me dide ku divê gel ji bajarê xwe dernekeve. Dema ku derkeve, wê rewş bibe wekî ya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.
Di van êrişan de Erdogan ne bi tenê ye. Xuya ye ku ji qada navneteweyî destûr girtiye. Heger ne wilo bûya, seranserê Kurdistanê nedikir hedef. Berê jî êriş dikir û ti carî êrişên xwe li dijî Rojava û Başûr nesekinandibû. Lê vê carê Kurdistan yekser daye ber xwe. Li dijî van êrişan tenê Kurd dengê xwe dikin û Kurd li ber xwe didin. Civaka li Tirkiyê bêdeng e. Ev bêdengî jî tê wateya erêkirina êrişan. Dibe ku qelsbûna Kurdan li hesabê wan jî tê. Ji bilî HDP’ê, ti partiyeke din dengê xwe nake. Lê dema mesele dibe aboriya Tirkiyê, ew civaka li Tirkiyê nerazîbûna xwe nîşan dide. Heger ew civak ji dil be, divê beriya her tiştî li ber şer rabe. Ji ber vî şerî aborî li erdê sekiniye. Sedema esasî ya krîza aborî şerê qirêj ê desthilatdariyê ye.
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê dît ku hilbijartin nêzîk dibe û dengê wan kêm bûye, dest avêtin vî şerî. Ew dixwazin di nava şer de biçin hilbijartinê. Tenê bi vî rengî dikarin li ser desthilatdariyê bimînin. Erdogan sala 2015'an dest bi vî şerî kir û şer derxist asta herî jor. Bi DAIŞ'ê re xwest ku Kobanê dagir bike, nekarî. Bi DAIŞ'ê re çend komkujî li Tirkiyê û Kurdistanê kirin, lê dîsa jî nekarîn îradeya gel bişikînin. Di dawiya wî şerî de DAIŞ têk çû. Erdogan pereyek zêde jî li wan çeteyan xerc kir û nekarî îradeya gelan têk bibe. Vê carê jî ew bi xwe daket meydanê. Êdî dora Erdogan e ku were têkbirin.
Di dawiya vî şerî de zora Erdogan wê biçe. Ev pêvajo naşibe ya sala 2015'an. Dibe ku berdêlên giran werin dayîn. Lê xelk neçar e ku dawiya vê faşîzmê bîne. Yan wê heta hetayê bi faşîzmê re bijî, yan jî wê azadiyê bi dest bixe. Ev gel sed sal in di bin polîtîkayên faşîzmê de ye. Êdî nema dikare bi vê faşîzmê re bijî. Yê ku îro li Tirkiyê û Rojhilata Navîn polîtîkayên faşîzan bi rê ve dibe, Erdogan e. Lewma jî têkbirina Erdogan wê derî li faşîzmê bigire. Erdogan jî bi vê yekê dizane û bi awayekî hovane êriş dike. Ne qanûnan nas dike, ne jî sînoran. Ji bo Kurdan firsendeke dîrokî ketiye dest. Dijminê Kurdan eşkere ye û xwe venaşêre. Ji Kurdan re dibêje, ez ê we qir bikim û koka we biqelînim. Divê Kurd jî vê yekê bibînin û bi yek dengî helwêsta xwe eşkere bikin. Divê Kurd rabin û bêjin, em ê destûra vê qirkirinê nedin. Heger Erdoganê faşîst vê yekîtiya Kurdan bibîne, wê demê nema dikare li ser piyan bimîne. Îro dor gihaye Erdogan û yê ku wî têk bibin jî Kurd in. Çawa ku DAIŞ têk birin, wê serokê wan jî têk bibin.
parvê bike
Nivîsên Aslan ASLAN
Divê Elmanya gava pêşî bavêje
23 teşrînê
Navê xwe li me dikin
16 teşrînê
Sonda bi Kurdî Jiyana bi Tirkî
9 teşrînê
Bi berxwedanê tecrîd wê bişike
2 teşrînê
Di salvegerê de komployeke din
26 cotmeh
Dewleta Tirk û Însanetî
19 cotmeh
Encama Komploya 9'ê Cotmehê
12 cotmeh
Erdheja li Enqerê
5 cotmeh