Dodecahedron û sirrên wan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 4 Sibat 2023 - 04:44

Li Belçîkayê cotkar û arkeologekî amator di nav erde xwe de berhemekî dîrokî yê kevnar dît. Berhemê bi navê “dodecahedron”, di serdema Romayê de hatiye bikaranîn. Lê piştî lêkolînên dirêj jî hîna baş nehatiye zanîn, bê ka ev amûr ji bo çi hatiye bikaranîn. 

12 rûyên dodecahedronê heyne û li her keviyekê gilovereke ji hesin tê de bi cih kirî ye. Her wiha hundirê wan jî vala ye. Arkeologê amator li Herêma Flandre ango Bakurê Belçîkayê, ev “dodecahedron” dîtiye û piştî hîn bûye ku ew berhemekî dîrokî ye, ew teslîmî Muzeya Gallo-Roma ya bajarê Tongeren kiriye.

Derheqê dodecahedronan de heta niha tiştekî nivîskî nehatiye dîtin. Yanî derbarê wan de tiştekî hatiye qeydkirin tine ye. Her çiqas arkeologan derbarê wan de çend teorî ava kiribin jî hîna jî ew ji bo çi û bi kîjan armancê hatine bikaranîn, nayê zanîn. Hin ji wan wisa texmîn dikin ku ew ji bo pîvanê hatine bikaranîn. Hin ji wan jî dibêjin, ji bo hesinkar hêza afirîneriya xwe nîşan bidin ew çêkirine. Hin nihêrîn jî hene ku ew weke çek hatiye bikaranîn. Lê pispor û arkeologên li Muzeya Gallo-Roma jî pê bawer in ku ev “dodecahedron” ji bo efesûnan hatine bikaranîn û sirreke wan a wiha jî heye. 

Di serdema Împeratoriya Romayê de tiştên bi efsûn gelek bûn û her wiha rîtûelên cûr bi cûr jî hebûn. Ji ber dodecahedron bêhtir li nav goristanan hatine dîtin, nihêrîna ku ew ji bo efsûnan hatine bikaranîn, zêdetir derdixe pêş û pispor jî li ser vê yekê li hev dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.