- Festîvala belgefilman “Documentarist” cara 15’an dê li Stenbolê were lidarxistin. Festîval dê îsal di navbera 25 û 30’yê meha Hezîranê de were lidarxistin.
Festîvala belgefilman “Documentarist” cara 15’an dê li Stenbolê were lidarxistin. Festîval dê îsal di navbera 25 û 30’yê meha Hezîranê de were lidarxistin.
Dê festîval 24’ê mehê bi belgefilma Cem Kaya a bi navê “Evîn, Mark û Mirin” ku li Berlinale “xelata temaşevanan” wergirtibû dest pê bike.
Her wiha weke salên berê dê îsal jî ji gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê û her wiha welatên dûr belgefilm werin nîşandan.
Di çarçoveya bernameya festîvalê de dê kargeh jî werin lidarxistin. Nexasim kargeha “Xegihandina fonên navneteweyî yên belgefilman” dê ji çêkerên belgefilman re behsa rê û rêbaza bidestxistina fonan bike.
Festîval ku weke rêûresmekê her sal welatek dike mêvan û ji wî welatî belgefilman nîşan dide dê îsal jî weke mêvan Elmanya vexwîne. Di vê çarçoveyê de dê hin belgefilmên Elmanî werin nîşandan.
STENBOL