DMME divê rawestîne

Çarşem 21 Îlon 2022 - 22:36

  • Parêzerên Belçîkî xwe amade dikin ku li dijî êrişên dewleta Tirk ên bi dronan miracaetî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) bikin.

MAXIME AZADÎ / BRUKSEL

Parêzerên Belçîkî xwe amade dikin ku li dijî êrişên dewleta Tirk ên bi dronan miracaetî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) bikin. Parêzeran li Şengal û Mexmûrê lêkolîn kirin û niha jî dosyayê elaqedarî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî amade dikin. Ji parêzeran Selma Benkhelifa, dibêje êrişên bi dronan “kuştinên bê mehkeme ne ku biryara wan MÎT´a Tirk dide”.  Wê got, lazim e DMME dewleta Tirk ji ber sûcên “kuûtina bê mehkeme”, “îdama fiîlî”, “binpêkirina meydana hewayî ya neqanûnî” û “sûcê şer” dadgeh bike. Ji bilî Benkhelifa, parêzer Joke Callewaert û Georges-Henri Beauthier jî dozê dibin DMME´yê.

Benkhalifa ji bo êrişên li dijî Mexmûr û Şengalê dibêje, “Tirkiye bi salan e ku ji bo qetilkirina mirovan meydana hewayî ya Iraqê binpê dike” û da zanîn ew dixwazin ji ber van dewleta tirk li DMME´yê bê dadgehkirin.

Benkhelifa got, Êzîdî jî êrişîn li Şengalê weke dewama fermana bi destê DAIŞ´ê dibînin û her ku xelkê Şengalê nûnerekî xwe hildibijêre, dewleta Tirk wî qetil dike. Weke nimûne jî behsa 7´ê Kanûna 2021´ê qetilkirina hevserokê Meclîsa rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel kir. Wê got,  “Kurê wî got, wê rojê wan li malê cejn pîroz diki û bavê wî tevî çar zarokên xwe çûye da ku cilûbergên cejnê ji wan re bikire.

Droneke Tirkan êrişî wesaîta wî kir û ew qetl kir. Kengê nûnerek bê hilbijartin, Tirk wî qetil dikin.”

Wê behsa bombekirin nexweşxaneya li Şengalê jî kir û got, di vê êrişê de 3 nexweş, du doktor û xwendekarekî tibê jî hatine qetilkirin û Peymana Cenevreyê jî bi vî awayî hatiye binpêkirin. 

Tirkiye tola DAIŞ´ê dihilîne

Benkhalifa dibêje, dewleta Tirk bi êrişên xwe tola DAIŞ´ê dihilîne û sûcên şer dike. Ew dixwaze tavilê li dijî van sûcên şer kar bê kirin û wiha dipeyive: “Li gorî destûra DMME´yê kuştinên bê dadgeh qedexe ne. Ti dewlet nabe ku mirovan bikujin yan jî cezayê îdamê bi cih bîne. Lê dewleta Tirk tevî vê jî li welatên din fiîlî cezayê îdamê bi cih tîne. Mehkeme nîne, ti tişt nîne. Ev cezayên îdamê ne yên ku MÎT´a Tirk biryara wan daye.

Bûyerên gelekî hov ji me re hatin gotin. Li Mexmûrê balefirên şer Asya Elî Mihemed a 73 salî qetil kir. Ma terorîsteke 73 salî dibe. Em ciddî bin! Ev binpêkirinên pirr giran in. Kes behsa wan nake. ji ber wê li gorî dilê xwe dewam dikin. Divê em behsa vê bikin û dadgeriya navneteweyî jî divê ji vê yekê re bibêje, êdî bes e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.