Diziya li Minbicê û hin gunehên min

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 26 Îlon 2022 - 03:16

Em mirov bi pirranî meyldar in ku zarokên xwe “piçûk” bibînin. Lê nexêr, aqlê wan û kapasîte, behreya têgihiştinê li cem zarokan ji ya mezinan ne kêmtir e. Heta, ji ber ku hîna bi qalibên hişk nehatiye sînordarkirin, em mezin li xwe mikur bên çêtir e: zarok ji me çêtir têdigihijin. Keça min a 11 salî pêr pirsa “bacê” ji min kir, min jî qaşo mesele hêsan kir û jê re got. Lê, niççç, hîç qaîl nebû. Got, “Ma ez pitik im?” Axir dawiya dawî ez birim heta bi avabûna dewletê ya em pê dizanin. 

Ez ê îro behsa vê meseleyê nekim, lê ez ê behsa meseleya dewlet, milk, dizî û derewê bikim. Min niyet e bala xwe bidim nûçeyeke kurt a beriya çendekê ji Minbicê hat: 2 kesên di nava saziyên QSD’ê sextekarî, dizî kirine û bertîl xwarine. Rêveberiyê ew kes girtine, dadgeh kirine û ceza kirine. Axir beriya ku karibim behsa gunehê xelkê bikim, divê pêşî gunehên xwe daweşînim, yan na, bi min wiha xuya dike, weke ku neheqiyê dikim.

Vêca ez bi gunehê xwe yê diziyê û derewê dest pê bikim. Di zaroktiyê de mirov ji tirsan derewan dikin, û zaroktî jî xweşik nayê bîra gelek mirovan, ji ber wê, ez wê didim alî. Di emrê xwe yê têgihiştî de axir ji ber çi ye, ez tam pê nizanibim jî, ez pêjna hin tiştan jê dikim; lê min du anektodên kesekî em hev du baş nas dikin, çend carekî kirin malê xwe. Eynî weke Hêrişê ku min havîna 2003’yan li Kurdistanê nas kiribû. Wî hem anektodên xelkê û hem jî henekên xelkê, weke ku hatibûn serê wî digotin. Hingê ji ber ku gelek ji wan henekan bi min nas bûn, min zû fêm kir û heta bi navê Hêrişname jî ji Ronahî ya YXK’ê re nivîseke li ser meseleyên wî nivîsî. Ma ne min got, ez pêjna hin tiştan jê dikim; pêjna ku min jê dikir ew bû, bûyerên giran ên jiyana Hêriş, diyar bû ku dikir bi rêya van mesele û anektodan, hizra xwe ji van dûr bixe û li aliyê din bala xelkê bikişîne ser xwe.

Lê piştî bi bêhtirî deh salan, min çima du anektodên kesekî ji nêz ve nas dikim, kirin malê xwe? Weke ku hatibe serê min ji xelkê re behsa wan kir? Esas bi tecrûbeya xwe ya kar û xebata salan, bi hevdîtinên ewqas mirovan, diviyabû min nekira. Lê wa ye min kir, belkî trawmayên dûvdirêj û bi dawî nabin, belkî nekarîna derketina ji heqê wan trawmayan, kirine ez ji xwe razî nebim. Axir ez ne pisporê vî karî me, nizanim çima. Lê dizanim, ji bo siheta mirovî bi xwe jî ne karekî durist e. Axir lêmikurhatin destpêkek e. Ez ê ji xwediyê anektodan re jî bibêjim, min du anektodên te weke hatibin serê min ji xelkê re gotine. Ka ew ê çi bibêje!

Vêca em li meseleya wan bertîlxwurên Minbicê vegerin. Çawa di nava rêveberiya QSD’ê de du kes hazir bin belgeyên sexte çêkin, bertîlê ji xelkê bixwin û diziyê bikin! Di rewşa şer û ambargoya heyî de ez dikarim lê bifikirim ku gelek zehmetî, mirovan ber bi van meylan ve diajon. Lê mesele li vir naqede; yanî li Minbicê mirov hebûne ku hazir bûn bertîlê bidin, û hazir bûn belgeyên sexte ji xwe re bidin çêkirin. Divê mirov û nexasim jî Rêveberiya Xweser û rêveberiya QSD’ê jî, bi qasî meseleya bertîlxwuran, serê xwe bi vê yekê jî biêşîne û pirsgirêkan bi awayekî maqûl bibîne. Lewma heta mesele maqûl neyên dîtin, mirov nikare bi çareseriyên maqûl jî serê xwe biêşîne. 

Ji cezayê hepsê û cezayê pereyan bêhtir, herçî diz - ez neçar im bibêjim, dizî di her rewşê de ne sûc e -, bertîlxwur û sextekar in, divê miameleyeke armanca wê rehabîlîtasyona civakî be bi wan re bê kirin. Cezayê hepsê û cezayê pere jî tenê rîska van kirinan ji bo failên wan zêde dikin. Ev helwêsta dewletê ye ku bi ceza terbiye dike. Lê wan qaneh nake ku wan şaşî û heta neheqî kiriye. 

Ez behsa neheqiyê dikim, hem jî di peywendeke ji awirê bertîlxwuran bi xwe de: Neheqî nexasim li wan kesan dibe, yên ku nikarin bertîlê bidin. Bi her halî, bi ya min qanehkirina wan a li ser neheqbûna kirinên wan, ji cezakirina wan muhimtir e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.