Dizê êgir Rimbaud

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 13 Mijdar 2023 - 00:15

  • Arthur Rimbaud weke helbestvanekî serhildêr ê ku digot, ‘helbestvan dizê êgir e’, tenê pênc salan helbest nivisandin. Ji bo rêçikên nûjen ava bike di warê helbestê de pênc sal besî wî bûn. Ji bo girîngiya helbesta wî ya serbest bihata fêmkirin, diviyabû ew bimire. 

ARDÎN DÎREN

Arthur Rimbaud helbestvenekî serhildêr e. Wî di 8 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan kiribû. Gava dibe 8 salî li ser deftera xwe dinivîse; “Bayê hênik dilivîne pelên daran. Eynî weke wî çemê ku di bin lingê min re diherike û dengekî zîvîn derdixe. Mendikê eniyên xwe yên kesk xwar kiribûn li ber bayê…Lê ez, nalet lê bê! Bi dersên latînî, dîrok, erdnîgariyê re mijûl im…!” 

Serhêldêriya wî ya pêşî li hember diya wî bû, diya wî ya sofîk a ku meyla wê zêde li ser bi dîn bû. Herçî bav bû, tim li dûr bû û weke fermandarekî li mêhtingeriyên Fransayê hatibû peywirdarkirin. Dewletê çi peywîr bidaya wî, wî pêk dianî. Yanî Rimbaud bê bav mezin bû. Ji lewma jî diya wî dixwest zarokekî oldar û bêdeng mezin bike. Zarokatiya Rimbaud di navbera mal, dibistan û dêrê de bihurî. Lê wî qet ji dêrê hez nekir û ji dibistanê jî tim reviya.

Rimbaud li dibistanê tenê ji mamosteyekî hez dike. Mamosteyê retorîkê Georges Izambard. Izambard mamosteyekî şoreşger e û ji wêjeyê hez dike. Heta ji mamoste tê, ew piştgiriyê dide zarokên ku ji wêje û helbestê hez dikin. Rimbaud jî bi saya Izambard gelek helbestvanan nas dike û pirtûkên ku Izambard dide wî, dixwîne. Lê diya Rimbaud jineke hişk e û bi hişmendiyeke oldar tevdigere. Pirtûkên ku mamosteyê Rimbaud dane wî, nagire hundirê malê û di ser de jî giliyê mamoste dike li dibistanê. Piştî ku Izambard bi vê yekê dihise, bêhtir bi Rimbaud re elaqedar dibe û Rimbaud bi vî awayî di temenekî piçûk de helbestên pirr bi tesîr û serbest dinivîse.

Bê kar, pere û nasname

Rev, peyveke ji maneya xwe wêdetir e ji bo Rimbaud. Ji lewma Rimbaud her tim reviya. Ji bo wî Parîs cihekî muhim bû. Wî tim dixwest here Parîsê. Rojekê gava ku malbat diçe betlaneyê, ew xwe nagire û direve. Reva wî ya yekem ber bi Parîsê ve ye. Lê ew li gara trênê ji hêla polêsan ve tê girtin. Polês dipirsin; “Tu li Parîsê kî nas dikî û diçî cem kî?” Bersiv tine ye. “Ka nasnameya xwe bide me!” Dîsa bersiv tine ye. “Çiqas pere hene bi te re?” Pere tine ye. Piştî ku Rimbaud nikare bersiva van pirsan bide, polês gumanan jê dikin û wî digirin. Li ser wî tenê parçeyekî kaxezê dibînin. Wî helbestek nivîsandiye li ser vê kaxezê lê ji ber ku polês nikarin baş bixwînin, wisa texmîn dikin ku ew sîxurê Elmanyayê ye û ev kaxez jî nameyeke bi şîfre ye. Piştî Rimbaud ji mamosteyê xwe Izambard re nameyekê dişîne, her tişt tê fêmkirin û polês bi kefaletê wî berdidin.

Xwelî li serê we

Piştî vê reva xwe ya yekem êdî sebr û tebat bi Rimbaud nakeve. Ew weke kesekî bê kar, bê pere û bêyî nasname digere. Li Parîsê helbestvanê navdar Paul Verlaine nas dike û bi vî awayî xwe li derûdora nivîskar û helbestvanan bi cih dike. Bi Paul Verlaine re li Elmanya, Parîs û Belçîkayê digere. Lê ti carî bi vê derdorê re li hev nake û tim şer dike. Ti carî naxebite û her tim ji kîsê Verlaine dixwe û vedixwe. Ew li hemberî diya xwe ya oldar û hişk, lê her wiha li hember kevneşopiyan, kar û xebat, dêr û keşeyan, mamosteyan, qanûnan û rêûresman radibe. Ew li hemberî Fransayê û Ewrûpayê hemûyî û rejîmên heyî hemûyan e. Ev hevokên wî yên li jêr nîşaneya vê nerazîbûna wî bûn:

Pîşesaz, tovrind, parlementer, hûn bibelqitin!

Komar, şah, artêş, bes ji we re!

Mêhtigerî, xelk, xwelî li serê we!

Divê helbestvan li ruhê xwe bikole

Rimbaud kesekî îndîvîdualîst (kesê ku takekesiyê diparêze) e. Jixwe, serhildêriya wî ji bo takekesiya azad û serbixwe ye. Lê di warê helbestê de şiroveyên wî yên bi vî rengî jî hene: “Ez yekî din e. Divê mirov zanibe tiştên veşartî derbixe holê. Her wiha divê mirov şêwazê hezkirin, êşê û her tişta bê awa, biguherîne. Kesê ku dixwaze bibe helbestvan, divê beriya her tiştî, bi her awayî xwe nas bike. Divê helbestvan li ruhê xwe bikole û pirr bi baldarî çavdêriya ruhê xwe bike. Piştî ku ruhê xwe nas kir, divê ruhê xwe xurt bike. Armanca helbestvan ew e ku xwe bigihîne xumamiyê. Helbestvan ‘dizê êgir e’ û ji mirovahiyê berpirsyar e. Heger em behsa zimanê helbestê jî bikin; divê mirov karibe zimanekî gerdûnî biafirîne. Peywirên helbestvan û helbestê hene li hember civakê. Ma ne, helbestvan jî hemwelatî ne, naxwe divê ew tenê piştevaniya çalakiyan nekin, her wiha divê ew pêşengiyê jî bikin û rê nîşanî xelkê bidin. Afirînerî û nûtî jî girîng e. Divê helbest bi naverok û şêwaza xwe tiştên nû ava bike. Ji helbesta Yewnanîstana kevnar heta bi bizava romantîzmê, helbest heman tişt anî ziman, ji dubarekirinê wêdetir neçû. Helbestvanan jî serê xwe bi qafiyeyan êşandin!”

Ji xwedê re mirin!

Rimbaud di dema şoreşa Komîna Parîsê de (1871) li Parîsê. Ew rasterast tevlî şerê navxweyî nebû, lê dilê wî tim bi şoreşê re bû, her çend navbera wî û komînvanan ne baş bû jî, wî dixwest şoreş bi ser bikeve. Piştî ku di 8’ê Gulana 1871’an de Komîna Parîsê têk diçe û şah bi ser dikeve, Rimbaud pirr hêrs dibe. Ew tenê hêrs nabe, her wiha dilê wî yê şad jî xemgîn dibe û her diçe dibe yekî reşbîn. Ji acizî û tengaviyê, radihêje tebeşîrê û li dêr û parkan dinivîse; “Ji xwedê re mirin!” Dema ku li kolanan keşeyan dibîne tif dike rûyê wan û aciziya xwe ya li hember dîn ya ji zarokatiyê ve bi vî awayî dide der.

Ez ê vegerim bi mil û lingên hesinî

Rimbaud ber bi salên 1880’yî ve dixwaze biçe welatên Efrîkayê. Destpêkê ew diçe Skenderiyeyê û ji wir jî diçe Qibrisê. Paşê jî ji wir diçe Aden û Harrarê û bi salan li wir dimîne. Armanca Rimbaud bi vê çûyînê ew e ku pereyan kom bike. Ji lewma jî weke wergêr li mêhtingeriyên welatên Ewrûpî dixebite. Bi hin şirketan re li hev dike û di karê avahiyan de dixebite. Wekî din jî ew bi gelek karan re mijûl dibe, di navan wan de taciriya çekan jî heye. Û ew dixwaze dewlemend bibe. Beriya biçe Efrîkayê, helbesteke bi navê “Xwîna Kirêt” dinivîse û tê de dibêjeê:

“Va ye diçim ji Ewrûpayê. Dê hewaya behre cegerên min bişewitîne û çermê min reş bike avûhewayên dûr ên windayî. Ez ê vegerim bi mil û lingên hesinî, bi çermekî reş û çavên bi hêrs. Ji rûyê min ê diyar bibe tovrindiya min. Ew ê zêrên min jî hebin, ez ê bibim yekî tirtire û qebe… Ez ê pozê xwe têxim nava siyasetê jî. Ez ê xelas bibim.”

Nihêrîna Rimbaud ya li Efrîkayê ji ya bav û kalên wî yên mêhtinger ne cudatir e. Ew Efrîkayê weke warekî ku mirov jê pereyan qezenc bike û vegere bi van pereyan li Ewrûpayê bi awayekî rehettir bijî, dibîne. Gava ew li Aden û Harrarê dixebite di nameyeke ji bo malbata xwe de dinivîse: “Kesên li vir rêgir û eşqiya ne. Eynî weke kûçikan in. Bajarê lê dijîn jî qirêj in û bêhn ji wan tê. Cih û warên tarî yên ku parsek lê digerin.”

Kî ye ev rebenê xwedê?

Rimbaud ji Efrîkayê bi pereyan vedigere, lê mixabin mil û lingên wî yên hesinî tine ne. Heta ew bi awayekî perîşan vedigere û divê lingekî wî were jêkirin! Ew li ser sedyeyê bi zorê û bi heft belayanm xwe digihîne Marsîlyayê. Li wir demekê di nexweşxaneyê de dimîne û piştî demekê jî bijîşk nikarin wî xelas bikin, ew dimire. Gava ku cenazeyê Rimbaud dibin ber bi goristanê vem tenê du kes hene li pey darbesta wî; Diya wî Vitalie Cuif û xwîşka wî Isabelle. Kesên ku darbesta Rimbaud dibînin ji hev dipirsin; “Kî ye ev rebenê xwedê?” Jixwe, gava li Marsîlyayê, di nexweşxaneyê de dimire, kes nizane ew helbestvanekî baş ê Fransî ye. Wî wextî haya kesî ji helbestvaniya wî tine ye û li ser sedema mirina wî jî tenê ev tişt tên gotin:

“Di sala 1891’ê de, şeveqekê saet di 10’an mir. Sedema mirinê; penceşêreke xebîs!” Ji bo Rimbaud weke helbestvanekî navdar were naskirin û zanîn diviyabû ew bimire. Naxwe haya kesî wê jê tine bûya û nizanîbûya ku wî ji bo helbestê erdekî beyar yê bi salan ji nû ve cot kiriye. 

‘Nema bi tiştên halo re mijûl dibim’

Rimbaud gava ku bi awayekî bi rêk û pêk dest bi nivîsandina helbestan kir, 16 salî bû. Dema ew dibe 21 salî, dev ji nivîsandina helbestan berdide û dibêje, “Bes e, heya vir!” Lê gava mirov helbestên wî dixwînin, ji wan we ye ku helbestvanekî temen mezin ango navsere ev helbest nivîsandine. Rimbaud bi helbesta xwe ya serbest û nûjen, rêçikên nû vekirin di warê helbestê de. Gava ji Skenderiyeyê vedigere hevalê wî yê helbestvan Delahaye jê dipirse; “Navbera te û helbestan çawa ye?” Rimbaud lê vedigerîne: “Ez bi tiştên halo re mijûl nabim êdî!” Yanî piştî çûyina xwe ya Efrîkayê wî bi temamî dev ji nivîsadina helbestan berdaye û êdî helbestê nema bala wî biriye ser xwe. Hevalê wî A. Bardey di nameya xwe ya 1897’an de dibêje, “Rojekê min jê pirsî, ‘Çima te dev ji nivîsandina helbestan berda?’ Wî jî wiha li min vegerand; ‘tiştên tewş, qeşmerî û kerixî…’” 

‘Di ser her cure nivîsan re ye’

Gava ku Rimbaud li Efrîkayê dimîne haya wî ji helbest û helbestvanan tine ye. Paul Verlaîne di sala 1884’an de berhema xwe ya “Helbestvanên Naletî” dinivîse û di berhema xwe de cihekî fireh ji bo hevalê xwe Rimbaud jî vediqetîne. Ji xwe di sala 1886’an de bi hewldanên Paul Verlaîne kovara “La Vogue” berhema Rimbaud ya bi navê “Illuminations” çap dike. Rimbaud beriya biçe Efrîkayê helbestên xwe dabûn Verlaîne û gotibû; “Helbestên min bide Germain Nouveau, belkî weşanxaneyek bibîne û bide çapkirin.” Germain Nouveau helbestan ji Verlaîne digire lê demek dirêj çap nake. Piştî nayên çapkirin Verlaîne rojekê jê dipirse; “Ka Illuminations li kurê ye, nebî nebî ew winda bibin?” Verlaîne paşê bi awayekî dîsa helbestan bi dest dixe û helbest bi vî awayî tên çapkirin.

Yek ji rexnegirê wê serdemê Felîx Fenon piştî helbestên di pirtûka “Illuminations” de dixwîne şiroveyeke bi vî rengî dike; “Ji derveyî her cure nivîsan û bêguman berhemeke di ser her cure nivîsan re ye.”

Berhema Rimbaud ya bi navê “Li Dojehê Demsalek” jî ne kêmî berhema “Illuminations” e û şiroveyên Felix Fenon ji bo vî berhemî jî lê ne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.