Diyarbekir; rêwîtiyeke hişî
Çarşem 18 Tebax 2021 - 23:59
- Proje hedef dike ku daneheva çandî ya bajêr ku herifiye û dike winda bibe, rabihurî û îroya bajêr qeyd bike û hafizeya ku bi daneheva heyaman hatiye, biparêze. Her wiha dixwaze vê çanda qedîm û hafizeya bajêr ragihîne nifşên nû.
Komeleya Parastina Mîrata Çandî ya Diyarbekirê (DKDV) ev çend sal in bi armanca ku nirxên çandî û xwezayî yên şênber û ne şênber ên Amedê yên hezar salan biparêze, bike belge, bide nasîn û bigihîne nifşên siberojê, xebatên cur bi cur dike.
Komele sala 2019’an bi fona “Yekîtiya Ewrûpayê” ya ku ji bo “Bernameya Hîbeyê ya Bipêşxistina Civaka Sivîl a Weqfa Hrant Dînk” hatiye veqetandin, projeya xwe ya “Diyarbekir-Sûr: Rêwîtiya Hişekî” da destpêkirin. Ev proje, bi xebat û çalakiyên cuda, heya dawiya 2021’an dê bidome. Armanca projeyê ew e ku daneheva çandî ya bajêr ku herifiye û dike ku winda bibe, rabihurî û îroya bajêr qeyd bike û hafizeya ku bi daneheva heyaman hatiye, biparêze. Her wiha dixwaze vê çanda qedîm û hafizeya bajêr ragihîne nifşên nû û di çarçoveya mafên mirovan de nasnameya bajêr a resen a aştîxwaz û mafên bajar bi pêş bikeve.
Xan û çarşiyên Amedê
Komeleyê herî dawî di bin banê projeya “Rêwîtiyeke Hişekî” de ku xebateke dîrokî ya devkî ye, li ser malpera xwe û hesabên xwe yên youtube vîdeoyên nû bar kirin. Niştecihên Amedî, di van vîdeoyan de behsa “Xan û Çarşî”yên Amedê yên kevn dikin.
Komeleyê diyar kir ku projeya bi navê “Rêwîtiyeke Hişekî” dê ji 9 vîdeoyan pêk were û çar hefteyan parvekirina van vîdeoyan wê bidome. Vîdeoyên tên amadekirin, dê rojên sêşem û înîyê li ser malpera komeleyê werin belavkirin.
Bi van vîdeoyan 24 kesên cihê yên berê li Amedê mane, dê biaxivin û behsa cihên dîrokî yên Amedê bikin. Di vîdeyoya yekem ya “Xan û Çarşî”yan de kesên bi navê Perran Ocak Toksoz, Mehmet Mercan, Kemal Kose, Can Şakarer, Halit Otuk, Aydın Kiliççi, Musa Tutka, Mari Çelik, Berat Beran û Nûrî Sinir diaxivin.
Bi darê zorê bûn koçber
Komele bi projeyê balê dikişîne ser şerê sala 2015’an û dibêje, mirov bi darê zorê ji cihên xwe hatin koçberkirin. Komele wiha dibêje, “Sûrên Diyarbekirê ku bi dîroka xwe ya kevnar, bi binyada xwe ya pirrçandî û pirrzimanî taybet û resen in, xwedî daneheva çanda şênber û ne şênber a bi hezaran salan e. Ev çand otantîk e û bi tevahiya xwe gihaye roja îroyîn û ji ber van xisletên xwe, di Tîrmeha 2015’an de di lîsteya ‘Mîrateya Dinyayê ya UNESCO’yê de cih girtiye. Lê di 2015’an de li Sûrê şer dest pê kir û pê re gelek dever hilweşiyan û ev bû sedem ku binyada çandî û civakî ya bajêr gelekî biherife û têk biçe. Piştî şer derheqê nava Sûran de biryara îstîmlaqkirin û veguherînê hate dayîn, bi zorê mirov dan koçkirin, derdor hatin hilweşandin û veguherandin.”
Pêşangeheke online dê li dar bikeve
DKDV diyar dike ku di dawiya projeyê de kitêbek dê derbarê xebatan de were çapkirin û her wiha pêşangeheke online jî li dar bikeve. DKDV wiha dewam dike, “Di çarçoveya projeyê de bo zindîkirin, geşkirin û qeydkirina hafizeya civakî dê ligel koçkiriyan, şêniyên bajêr, çalakvanên saziyên sivîl û rêveberiyên herêmî atolyeyên mafên mirovan û meşên hafizeyê bên lidarxistin, xebatên qeydên dîroka devkî û fotokêşiya teknîk bên kirin, semîner û komxebat bên lidarxistin. Ev hemû xebat di dawiya projeyê de dê weke kitêb bên çapkirin û weke pêşangeheke online bên pêşkêşkirin.”
DKDV û armancên wê
Di sala 1996´an de hate damezrandin ji hêla komek dilxwazên bajêr ên ji disîplînên cuda yên weke mîmar, arkeolog, dîroknasên hunerî, hiqûqzan, perwerdekar û fotogiran. Armanca wê ew e ku nirxên çandî û xwezayî yên darîçav û nedarîçav ên vî bajarê bi hezar salan biparêze, bike belge, bide nasîn û bigihîne nifşên siberojê.
Wekî din armanca DKDV’yê ku hafizeya bajêr a kevnar û domdar, bike belge, qeyd bike, arşîv bike û pê re bi daneheva vê çanda dewlemend derdorên cuda yên civakê jê haydar bibin. Ew materyalên zanyarî û belgeyan çi nivîskî û çi dîtbarî, bihîzbarî, heger aîdî tarîx, çand û mîmariya bajêr bin, berhev dike û arşîva bajêr çêdike. Di vê çarçoveyê de xebatên dîroka devkî, xebatên dîtbarî yên bo parastina nirxên çandî û xebatên belgekirinê jî dimeşîne.
DKDV bi mebesta haydarkirina ji mîrateya çandî civîn û atolyeyan li dar dixe û bi mebesta destekkirina tûrîzma çandî ger û geştan bi rê ve dibe.
NAVENDA NÛÇEYAN