Dixwazin şaredariya Qersê desteser bikin

Pêncşem 1 Çiriy 2020 - 14:26

Dewleta Tirk înkarker û qirker rêveberiyên gelê Kurd yek bi yek desteser dike. Piştî ku hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen bi bahaneya “bûyerên Kobanê” xistin nezaretê, îro jî hevşaredar Şevîn Alaca jî di navê de gelek HDPî kirin binçavan.

Navê 19 kesan heye

Li Qersê di çarçoweya operasyona qirkirina siyasî de polîsên Tirk bi ser mala rêveberên Şaredariya HDP'ê û rêveberên partiyê de girtin. Polîsên Tirk di çarçoweya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Qersê de bi ser mala Hevşardar Şevîn Alaca û Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Cengîz Anli de girtin. Di operasyonê de der heqê 19 kesan de biryara girtinê heye. Piştî ku polîsên Tirk bi ser malan de girtin Alaca û Anli jî di nav de gelek kes hatin kelepçekirin û xistin nezaretxaneyê.
Hin kesên ku xistine nezaretxaneyê ev in: Hevşaredar Şevîn Alaca, Hevserokê Bajêr ê HDP'ê Cengiz Anli, Alîkara Hevşaredar Muazzez Çagritekincî, Fahrettîn Kaya, Kaya Nakî, Suat Bayhan, Hamît Taşdelen, Reîz Baykiz, Zorba Başkurtlu, Bulent Agbaba, Şengul Erkmen, nûçegihan Sevda Munduz.

Şaredariyê dixwazin

Dewleta Tirk bi vê dixwaze şaredariya HDPê ya Qersê desteser bike. Piştî ku hevşaredarê Qersê Ayhan Bilgen îstîfa xwe da û bi vî awayî li şûna qeyûm şûna xwe ji endamek Meclîsê re hişt, dewleta Tirk ji bo ev nebe, hejmara zêde ya endamên HDPê yên meclisê kêm kirin û derî li AKPê vekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.