Dixwaze tevlî Tirkiyeyê bike

Çarşem 28 Tebax 2024 - 00:20

Şîrovekarê siyasî yê Iraqî Heysem El Xuzelî diyar kir ku ketina dewleta Tirk a dagirker li nava xaka Iraqê binpêkirina serweriya Iraqê ye û got:"Êdî dewleta Tirk bi kûrahî derbasî xaka Iraqê bûye. Her wiha êrişên xwe di kûrahiya xaka Iraqê de pêk tîne."

El Xuzelî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Iraqê bi hevkariya PDK’ê ne. El Xuzelî destnîşan kir ku hin aliyên Iraqê di serî de PDK, dagirkeriya dewleta Tirk qebûl kiriye got:"Artêşa Tirk a dagirker xelkê hedef digire, bendên xwe yên kontrolê li Dihokê danîn û serweriya herêmê û ya hikumeta Iraqê binpê kir. Lê wan aliyan ev yek şermezar nekir." El Xuzelî di axaftina xwe de bal bire ser lihevkirina dawî ku hikumeta Iraqê di 15ˊê Tebaxê de bi Tirkiyeyê re îmze kiribû, her wiha behsa bandorên wê li ser pêşeroja Iraqê kir. El Xuzelî da zanîn ku hikumeta Iraqê hewl da wek peymana ewlehiyê ya ku bi Eniya Îslamî ya Îranê re îmze kiribû, bi dewleta Tirk a dagirker re jî îmze bike, lê pirsgirêka di peymanê de ew e ku lihevkirineke eşkere li ser vekişîna tevahî hêzên Tirkiyeyê ji xaka Iraqê çênebû. El Xuzelî anî ziman ku wê ew yek bibe sedema hebûna Tirkiyeyê li Iraqê û binpêkirina serweriya wê, ji ber ku Tirkiye û Erdogan tenê bi berjewendiyên xwe difikirin.

Derbarê bêdengiya hikumeta Iraqê de El Xuzelî got:"Hikumeta Iraqê bi gelek daxuyaniyan dagirkeriya Tirk şermezar kir û hewl da peymanekê bi Tirkiyeyê re îmze bike, lê belê pirsgirêk ew e ku hikumeta Herêma Kurdistanê bê deng e û dagirkeriyê şermezar nake. Ji wê zêdetir hevkariyê dike û dihêle Tirkiye derbasî parêzgehên bakur bibe. Lê artêşa Iraqê bêyî erêkirina hikumeta Herêma Kurdistanê nikare derbasî van parêzgehan bibe. Li gorî min pirsgirêk di hikumeta xwecih de ye ku li dijî serweriya hikumeta navendî ye. Dewleta Tirk li ser vê yekê dilîze û ji bo firehkirina timayên xwe vê yekê bi kar tîne. Her wiha li gorî daxuyaniyên dewleta Tirk ew hewl dide Herêma Kurdistanê tevlî wîlayetên xwe 81ˊan bike."

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.