Divê Tirkiye bê dadgehkirin

Şemî 25 Îlon 2021 - 01:35

  • Dr. Tognoni: Ez dibêjim, heger li dijî Tirkiyeyê miracaet bên kirin, wê encamên ciddî derkevin holê, ji ber ku li gorî qanûnan delweta Tirk wê sûcdar bê dîtin. Kêmasiya halê hazir heyî ew e ku miracaetên lazim, bi rengê rast li deverên rast hîna nehatine kirin.

EREM KANSOY / LONDON

Sekreterê Giştî yê Dadgeha Gelan a Daimî, Dr. Gianni Tognoni got, Ewrûpa beramberî sûcên dewleta Tirk bê deng e, bang kir da ku “sûcên li dijî mirovahiyê bê ceza nemînin.” Wî xwest ji bo dadgehkirina Erdogan û ekîba wî jî kanalên heyî yên hiqûqî bi kar bên anîn. 

Ji bo dadgehkirina dewleta Tirk ji ber êşkence, binpêkirina mafê mirovan, astengkirina pêkhatina edaletê, azadiya xweîfadekirin û çapemeniyê Trîbunala Tirkiyeyê li Cenevreyê bi organîzasyona weqfeke li Holandayê, ji 20’ê Îlonê heta 24’ê Îlonê dewam kir. 
Bi vê minasebetê em bi Dr. Gianni Tognoni re peyivîn. Wî got, birêxistinkirinên navneteweyî muhim in û “divê sûcên şer ên dewleta Tirk biçin ber mercihên û dadgehên navneteweyî.” 

Sûcên şer belgekirî ne 

Tognoni got, “Pirsgirêka herî mezin a roja me ya îro esas, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ne. Hîna jî mekanek nîne ku ev sûc lê bi awayekî ciddî bên dadgehkirin. Sermeselê, Dadgeha Gelan a Daîmî di dadgehkirina van sûcan de bi dosya û belgeyên pirr ciddî dixebite. Sucên şer ên delweta Tirk û sûcên li dijî mirovahiyê yên dema şer gelek caran bi belgeyên zelal hatiye piştrastkirin.” 

Divê miracaet çêbin

Dr. Tognoni got, “Lê ji ber ku mercihên van encaman bibin Dadgeha Ceza ya Navneteweyî nînin, vê pêvajoyê hîna dest pê nekiriye. Nexasim ji bo kirina miracaetên lazim li cem Dadgeha Ceza ya Navneteweyî divê pêvajo dest pê bike. Weke li Arjantîn û Myanmarê* sûcên delwetê divê bi vî awayî bên dadgehkirin. Wekî din bi rengê ku em dengê xwe li dadgehên navneteweyî bidin bihîstin kar bikin. Ez dibêjim, heger li dijî Tirkiyeyê miracaet bên kirin, wê encamên ciddî derkevin holê, ji ber ku li gorî qanûnan delweta Tirk wê sûcdar bê dîtin. Kêmasiya halê hazir heyî ew e ku miracaetên lazim, bi rengê rast li deverên rast hîna nehatine kirin. Ji ber ku miracaet nehatiye kirin, ne rast e ku em li hêviyê bin merîhên heyî ji xwe re rûnin û biryarê bidin.”

Bêdengî destûrê dide sûcan

Dr. Tognoni dibêje, Dadgeha Ceza ya Navneteweyî di warê sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê de erkdar e û ev yek teqez e. Bi ya wî dewletên ku di warê leşkerî de bi Tirkiyeyê re ji nêz ve hevkariyê dikin jî destûrê nadin ku pêvajoyên hiqûqî dest pê bikin: “Bêdengiya dewletan destûrê dide bêedaletiya dewleta Tirk. Muxalefeta rêxistinên civaka sivîl ên civaka navneteweyî û têkoşîna wan, dikare rewşeke welê ava bike ku li ser dîktatoriya dewleta Tirk rê li ber zexta siyasî û aborî veke.” 

Dr. Tognoni bikaranîna sîlehên kîmyewî weke sûcekî eşkere yên şer bi nav kir. Li gorî wî Ewrûpa beramberî sûcên dewleta Tirk bêdeng e ji ber ku hevparê Tirkiyeyê ne. Ew dibêje ji bo ku Erdogan û dewleta Tirk bên sekinandin, divê Ewrûpa jî ji nû ve mirovahiyê bîne bîra xwe. 

* Li dijî lîderê Myanmarê Suu Çii û rayedarên din ên dewleta li ser miracaeta Misilmanên Arakanî, doz hat vekirin.

Berê Tirkiyeyê dikeve Laheyê

Li bajarê Swîsreyê Cenevreyê di navbera 20 û 24´ê Îlonê de Trîbunala Tirkiyeyê bi rê ve çû. Piştî gihdarîkirina li şahidan rûniştin bi dawî bûn. Li dadgehê Tirkiye ji ber “Êşkence”, “Wendakirina mirovan”, “Azadiya Çapemenî û Xweîfadekirinê”, “Bêcezahiştin”,

“Mafê xwegihandina edaletê” û “Sûcên li dijî mirovahiyê yên li gorî Statuya Romayê” hat dadgehkirin. 

Di encama îfadeyên şahidan û raporên berfereh de derket holê ku dewleta Tirk nexasim jî li dijî Kurdan bi awayekî sîstematîk êşkenceyê dike û mafê wan ên mirovî binpê dike. Li ser her mijarê rapor hatin amadekirin û her çî şahid bûn, ew bi pirranî Kurd bûn.

Dadgerên navdar ên navneteweyî heyeta dadgehê pêk anîn û doh jî çavlirê bû ku heyet biryara xwe eşkere bike. Gava rojnameya me dihat amadekirin, hîna heyetê biryara xwe eşkere nekiribû. Li gorî qenaeta dadgehê yan wê miracaetî dadgeha Laheyê bê kirin da ku dewleta Tirk li Dîwana Edaletê ya Laheyê bê dadgehkirin; yan jî ji bo ku mal û milkê kesên ji binpêkirina mafê mirovan berpirsiyar bê cemidandin li gorî Qanûna Magnitskyê wê miracaet bê kirin.

CENEVRE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.