Divê Sûdanî helwêstê nîşan bide

În 3 Adar 2023 - 00:57

Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî pêşengên Êzîdî daxuyaniyek da û got, dewleta Tirk û PDK’ê dixwazin di şexsê Şengalê de ewlehiya Iraqê têk bidin û wiha bang li hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî ya Iraqê kir: “Hêviyeke me ji hikûmeta Sûdanî hebû ku peymana 9’ê Cotmehê betal bike û rê li ber êrişên dewleta Tirk bigire. Lê bêdengiya li beramber êrişan gelek pirs û fikaran li gel me çêdike. Heger naxwazin bibin hevkarê van êrişên qirkirina Êzîdiyan, divê berpirsyariyên xwe yên li beramberî Şengalê bi cîh bînin.”

 

Êrişî pêşengên Şengalê kirin

Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê êriş birin ser Rêveberiya Xweser a Şengalê û pêşengên Êzîdiyan û hêzên parastina Êzîdxanê. Di nava hefteyekê de 2 fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî, endamê rêveberiya Asayîşa Êzîdxanê Şêrzad Şemo Qasim di encama êrişên dewleta Tirk ên bihevkariya PDK’ê de şehîd bûn. 

Doh elaqedarî êrişan Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi daxuyaniyekê şehîd bi bîr anîn û bang li Hikûmeta Federal a Iraqê, Hêzên Navnetewî û Civaka Êzîdî kir.

 

Dewama fermanê ne

Rêveberiyê got, êriû dewam a fermanê ne û wiha dewam kir: “Di 27’ê Sibatê de fermandarên me yên hêja Pîr Çeko û Agir Cefrî di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn. Doh (Pêr) jî ji rêveberiya Asayîşa Êzîdxanê, parezvanê axa pîroz a Êzîdxanê Şêrzad Şemo Qasim li navenda Şengalê di êrişeke bêbext de şehîd bû. 

Ev êrişên dawî yên li dijî civaka me û axa me ya pîroz, êrişên temamkirina fermana li ser serê me ye. Pîr Çeko, Agir Cefrî û Şerzad Şemo fermandarên hêzên me yên parastinê bûn, ji fermana 2014’an heya niha axa me, civaka me, bîr û baweriya me diparastin. Êrişên li dijî fermandarên me yên qehreman, êrişên li dijî hebûna me ne.

Em dibînin ku pîlan û siyaseteke nû ya qirêj li ser Şengalê ketiye meriyetê. Ji ber vê heqîqetê, em jî vê rewşa nû bi berfirehî dinirxînin da ku karibin tedbîrên pêwîst bigirin û bersiva êrişan bidin.”

 

Hikûmeta nû ti tişt nekir

Li ser bê helwestiya hikûmeta Federal a Iraqê ya bi serokatiya Sûdanî jî Rêveberiya Xweser a Şengalê got, “Piştî ku li Iraqê hikûmeta nû ava bû, me hêvî kir ku em ê di vê serdema nû de karibin bi hikûmeta Sûdanî re pirsgirêkên Şengalê çareser bikin, bi hev re rê li ber siyaseta Osmaniya Nû ya dewleta Tirk bigirin. 

Lê bêdengiya hikûmetê û aliyên siyasî yên Iraqê beramberî êrişên li dijî Şengalê, li şûna hêvi û bendewariyê pirs û gumanan bi me re çêdike. Rast e, êrîş bi destê dewleta Tirk a dagirker û bi hevkariya PDK’ê çêdibin, lê ev êriş li dijî axa Iraqê têne kirin û ti helwêst yan jî biryareke hikûmetê û saziyên dewleta Iraqê nîne. Her wiha em dibînin ku hewldana pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê bi rê û rêbazên cuda dewam dike. Em dixwazin ji hikûmeta Sûdanî bipirsin, hûn çima Peymana 9’ê Cotmehê betal nakin? 

Em dibînin ku ev êrişên dawî ji bo pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê têne kirin. Hikûmeta Iraqê jî bi bêdengiya xwe dibe hevkarê van êrişan. Ev hewldanên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê ne tenê ji bo Şengalê xeterî ye, tevlihevkirina Şengalê di rastiya xwe de tevlihevkirina Iraqê ye. 

 

‘Em rê nedin xayîn û xwefiroşan’

Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser rola sîxûr û xayînan di êrişên li dijî Şengalaê de jî ev bang li Şengaliyan kir: “Beriya her tiştî lazim e em rê nedin xayîn û xwefiroş xwe nêzî Şengalê bikin. Weke civaka me bi sedan caran gotiye, cihê xayîn û xwefiroşan li Şengalê nîne. Me li hemberî dijminên kokê jî dest bi têkoşîneke xurt kiriye, her kî bûye kurmê darê em ê wî derxin holê û hesab jê bixwazin. ”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.