Divê polîtîkaya Kurd a Fransayê biguhere

Sêşem 27 Kanûn 2022 - 01:26

  • ''Di nava 10 salan de em li heman welatî, li heman herêmê 2 caran hatin qetlkirin. Piştî vê qonaxê divê hin tişt bi şênberî werin guhertin. Tiştên ku werin guhertin jî, polîtîkaya dewletê ye. Derveyî vê em tiştekî din qebûl nakin.’' 

PERVÎN YERLÎKAYA

 

 

Li Parîsê 23’ê Kanûnê di nîvê rojê de 3 aktivîstên Kurd hatin qetilkirin. Wezîrê Edaletê yê Fransayê, piştî komkujiyê bi nûnerên Kurdan re hevdîtin kir.  Berdevkê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Agit Polat û nûnera têkiliyên bi derve re a CDK-F Berivan Firat derbarê pêvajoya komkujiyê de û her wiha derheqa hevdîtina bi Wezîrê Edaletê yê Fransayê re, bersiv dan pirsên rojnameya me.

 

Omer Guney ê Sakîne Cansiz qetil kir, piştî komkujiyê 4 salan; beriya ku darizandin destpê bike bi mehekê, mir. Weke ku li benda mirina wî bûn! Îro jî, kujerê komkujiya 23’ê Kanûnê li nexweşxaneya derûniyê razandin. Le Monde di nûçeyeke çend saetan beriya vê nivîsandibû ku meyla kujer a xwekuştinê heye. Gelo em dubareya senaryoya 10 salan dijîn?

Agît Polat: Jixwe ji ber êriş li herêma 10’an a li Parîsê li hemberî Kurdan pêk hat, bêguman dubareyekî tîne bîra me. Lê nikarim derbarê Omer Guney û xala xwekuştinê de heman tiştî bibêjim. Ji ber ku pîlana Omer Guney reva ji vir bû. Ji xwe revî jî. Tu hesabekî Omer Guney a xwekuştinê tune bû. Di îfadeya kujerê komkujiya vê carê, di îfadeya xwe de gotiye, min gulleyek ji xwe re veqetandibû. Çiqas rast e em nizanin. Di îfadeyên wî de nakokî hene. Li aliyekî dibêje ez rastgirekî radîkal im, li aliyê din dibêje Kurdan di şerê xwe yê li dijî DAIŞ’ê de, çima DAIŞ’î nekuştine lê dîl girtine, ji ber wê ez ji Kurdan hez nakim. Li aliyekî dibêje ez nijadperest im, çûme banliyoya Saint-Denis min li wir ewqas biyanî nedîtine ku ez qetil bikim. Saint-Denis cihekî ku herî zêde biyanî lê hene, heta cihekî welê ye ku hema bêje mirov Fransî tê de nabîne. Ez weke lêpirsînekê dikim, ger tu nijadperest î, weke mînak, ji bo çi te li wir komkujî pêk neanî? Ger tu dixwazî xwe bikujî, li wir ji her nijadekê mirov hene, ji bo çi te li wir kesek nekuşt û piştre xwe nekuşt? Tu dibêjî ez ê xwe bikujim, lê piştre dixwazî birevî. Dema ku tu direvî tê girtin. Ez dixwazim vê yekê bibêjim. Di îfadeyên kujer de nakokî hene. Em dixwazin sûdê ji van nakokiyan werbigrin, hîn dûrtir biçin. Divê em girêdana vê rewşê ya bi Tirkiyê re derbixin holê. 

Nêrîna me ya vê gavê ew e ku kujer di dema girtîgehê de ev biryar wergirtiye. Salekê di girtîgehê de dimîne û 12’ê Kanûnê tê berdan. Gelo çi têkîliya vî kesî bi Kurdan re heye? Tê zanîn ku beriya wê di asta herî biçûk de jî, bi Kurdan re tu pirsgirêkên wî nebûne. Ew bi xwe jî dibêje, bi Kurdan re taybet tu pirsgirêkeke wî nebûye. Lê ji aliyekî din salekê di girtîgehê de dimîne. Gelo bi kê re têkîliyên xwe hebûne, hevalên wî yên girtîgehê kê bûn, bi rojane bi kê re danûstandin kiriye? Divê di van astan de lêpirsîneke piralî were kirin. Lê di asta girtîgehê de lêpirsîn neyê kûrkirin, têkîliyên wî yên di dema girtîgehê de neyên eşkerekirin, dibe ku ev bûyer were veşartin, weke bûyera Omer Guney.

 

Di daxuyaniyên ku we ji bo çapemeniya Fransî re kir, we got gefên kuştinê li nûnerên civaka Kurd a li Fransayê re tên xwarin. Hûn dikarin hîn berfirehtir bikin?

Agît Polat: Ev demeke jixwe li vir ji aliyê Tirkiyê gef li me tên xwarin. Ji ser e-mailan, telefon, name û hesabên medya dijîtal. Kampanyayeke gefên kuştinê ya berfireh heye. Bi taybetî li ser hevalên me yên ku xebatên dîplomatîk dikin, çêdibin. Bi taybetî xebata rayagiştî ku li Fransa pêk tê, xebata ku karê wan xerab dike, wana gelekî nerehet dike. Bi taybetî di demên dawî de gefên kuştinê li me hat xwarin. Weke mînak, bi telefonên reqema wan ên Tirkiyê ne, gef li me hat xwarin. Bi wesîleya salvegera 10’an a komkujiya Parîsê û girêdayî rewşa giştî, me hêzên ewlekariyê yên Fransî di vê mijarê de hişyar kir. Di hevdîtineke 13’ê Kanûnê de hişyariyên me ji bo wan çêbûn. Me bi eşkere ragihand ku di vê mijarê de metirsiyên me hene. Dibe ku êrişeke nû çêbibe. Ji bo vê zemîna siyasî dest dide êrişeke wiha. Me got, dibe ku saziyên me, kesên tên zanîn û nasîn, bibin hedef. Me got, divê li dora hevalên me yên tên nasîn, tevdîrên ewlekariyê werin girtin. Beriya wê jî me metirsiyên xwe yên derbarê ewlekariyê de ragihandibû. Lê herî dawî bi rengekî şênber, me ev metirsiya xwe, di 13’ê Kanûnê de ragihand.

 

Baş e gelo derbarê vê mijarê de tu gav hatin avêtin?

Agît Polat: Ger çêbûbûya 3 hevalên me nedihatin qetlkirin. Berpirsiyariya dewleta Fransayê ya ji ber lewaziya ewlekariyê heye. Bi salane me derbarê ewlekariyê de ew hişyar kirin û daxuyanî dan. Lê cidî negirtin, ji nedîtîve hatin an jî wisa bawer kirin em blof dikin, sivik nêzîk bûn. Wisa fikirîn ku em dixwazin rojevê çêbikin. Di encamê de 3 hevalên me li komeleyê hatin qetlkirin, li berber jî 3 kes birîndar bûn. Yek ji wan Fransî ye, du kes jî Kurd in. Kesê Fransî yê birîndar hat dermankirin, herduyê din jî emeliyat bûn, xeteriya jiyana wan tine ye.

Bêguman berpirsiyarê vê komkujiyê ne em in. Em li paytexta Fransayê dijîn. Em nikarin li vir bi çekan xwe biparêzin. Dewlet li vir serwer e, ev der weke dewleteke ku bi hêzên ewlekariyê û îstîxbaratê tê zanîn. Divê ev dewlet ewlekariya me pêk bîne. Berpirsiyariyeke xwe ya wiha heye. Dibe ku nêrînên me yên siyasî qebûl nekin, ev ne girîng e. Divê ewlekariya me pêk bînin, ev erka wan e û mecbûr in. Cara duyemîn e ku nekarîn pêk bînin. Di nava 10 salan de em li heman welatî, li heman herêmê 2 caran hatin qetlkirin. Piştî vê qonaxê divê hin tişt bi şênberî werin guhertin. Tiştên ku werin guhertin jî, polîtîkaya dewletê ye. Derveyî vê em tiştekî din qebûl nakin. Me ev yek eşkere got. Weke CDK-F em dibêjin, divê polîtîkaya Kurd a Fransayê were guhertin. Divê ev yek wiha were dîtin. Êdî em weke Kurd vê yekê qebûl nakin. Me di hevdîtinên xwe yên fermî de jî ev yek got. Di vê çarçoveyê de me bendewariyên xwe anîn ziman. Divê ew jî êdî tewazinên xwe yên stratejîk ên giştî li gorî vê ava bikin, li pêş çarenûsa gelê Kurd nebin asteng. 

 

Gelo derbarê kujer de di dest we de çi agahiyên şênber hene?

Agît Polat: Yê ku êriş pêkanî Fransiyekî 69 salî ye. Navê wî William M. ye û endamê kulûbeke bikaranîna çekan e. Ti gulleyeke avêtiye vala neçûye. Em li Parîsê li herêma 10’an in, ew jî li nêzîkê me li herêma 2’an a Parîsê dijî. Li mala bavê xwe dijî. Li gorî daxuyaniya dozgeriyê, ji bo çeka di komkujiyê de bikaraniye, 4 an jî 5 sal berê destûr wergirtiye. Ji ber ketiye girtîgehê destûra bikaranîna wî ya çekê tine ye. Destûra çekê ji dest hatiye girtin. Lê belê gelo ji bo çi hîna jî çek di destê wî de ye? Ger destûra bikaranînê ji dest wî hatibe girtin, ji bo çi çek ji wî nehatiye wergirtin? An jî gelo hatiye girtin piştre dîsa dane wî? Ev hemû pirs, li benda bersivandinê ne. 

 

Ji roja destpêkê ve hûn beşdarî hevdîtinên bi rayedarên dewletê re dibin. Ger hûn bi 9’ê Çileyê re bînin ber hev, hûn dikarin helwesta rayedarên dewletê û daxuyaniyên ku dane, çawa şirove dikin?

Agît Polat: Tişta ku ez heta niha dibînim, beriya her tiştî dewleta Fransa di bin zexteke gelekî cidî de ye. Ji ber ku berpirsiyariya wan bû û ew bicîh neanîn. Asta yekemîn ev bû. Asta duyemîn jî, Kurd cara duyem tên qetlkirin û hem jî li heman herêmê. Ji ber vê sedemê dewleta Fransa gelekî bi temkîn nêzîk dibe. Dizane ku cara duyemîn e li hemberî Kurdan êriş heye û tên qetilkirin. Weke ku dixwaze tewazinên Tirkiyê, li pêş çavan bigre. Bêguman em dikarin bibêjin ji vî alî ve gavan diavêje. Ev têr dike gelo? Nexêr. Weke mînak, li gel saziyeke ku krîmînalîze kiriye -ez behsa CDK-F’yê dikim- ji aliyekê li gel waliyê xwe hevdîtinê dide kirin. Vê yekê jî li ser daxwaza serokomar, bi rengekî eşkere ji rayagiştî re radigihîne û pêk tîne. Di qonaxa duyemîn de jî, bi wezîrê dadê re hevdîtinê dide kirin. Ez weke mînak dibêjim, dozger, dadger hwd. ên di bin venêrîna Wezareta Dadê de ne, her roj di dadgehan de CDK-F an jî PKK’ê krîmînalîze dikin. Lê ji aliyekî din wezîrê wan bi CDK-F’ê re hevdîtinê dike. Di vê wateyê de siyaseta tewazinê dimeşîne. Tê zanîn ku em mexdûr in. Di vê mijarê de ji asta herî jor a dewletê heta jêr, daxuyaniyên şermezarkirinê û sersaxiyê didin. Weke mînak wezîrê dadê, di daxuyaniya xwe de got, Fransa di şînê de ye. Ev asteke girîng e. Ev dizanin ku ev kes Kurd in. Bi taybetî dizanin ku heval Evîn pêşengeke Kurd e. Tevî ku vê yekê dizanin, vê daxuyaniyê didin. Ev girîng e. Divê em van tiştan di pêşçavan re derbas bikin, ji ser van bi rengekî stratejîk vê pêvajoyê bimeşînin. Ji bo hîn bêhtir were ronîkirin, bibin xwedî hewldaneke mezin. 

Şahin Bozlar/PARÎS

Di çapemeniyê de derket ku rewşa tenduristiyê ya kujer weke hincet hat nîşandan, biryara wî ya binçavkirinê hate rakirin û li nexweşxaneya derûniyê hate razandin. Nerazîbûneke we ya ji bo vê çêbû yan na? 

Agît Polat: Bi rêya çapemeniya Fransayê me bi rengekî eşkere nerazîbûn nîşan da. Doh (25’ê Kanûnê) ji saet 17.00’an û pê ve ji nexweşxaneyê hate wergirtin û careke din hate binçavkirin. Îro (26’ê Kanûnê) di saetên nîvro de wê derkeve pêşberî dadger û îhtîmaleke mezin were girtin. Îro (26’ê Kanûnê) wê malbatên hevalên me yên şehîd, cenazeyên xwe bibînin. Em ê li wir hîn baştir bibînin bê ka êriş çawa pêk hatiye. Rapora lêkolînên balîstîk û tiba edlî wê bigîhê destê me. Derbarê hûrdekariyên êrişê de wê hîn agahiyên zelal bigîhên destê me

 

Hûn jî tevlî hevdîtinên bi rayedarên dewletê re bûn. Encama ji hevdîtinan derketin çi ne?

Bêrîvan Firat: Doh bi daxwaza serokomar birêz Macron, me bi waliyê Parîsê re hevdîtin kir. Weke hûn jî dizanin, waliyê Parîsê kesekî jirêzê nîne, navê duyem ê îstîxbarata Fransayê yê berê ye. Bi rengekî xwezayî ji ber erka xwe, nêrîna wî ya siyasî û îstîxbaratî ya bûyeran, hinekî din cuda ye. Di vê wateyê de bi navê serokomar sersaxî ji gelê Kurd re xwest û soz da ku di vê mijarê de wê hewldanên pêwist werin kirin û komkujî were ronîkirin. Lê me jî got; berê jî ev soz hatin dayîn. Di sala 2013’an de jî Wezîrê Karên Derve yê berê Manuel Valls jî hatibû cihê bûyerê û gotibû berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê vê komkujiyê ronî bikin. Em sozên we û peyamên we qebûl dikin, lê em li benda îcraatê ne. Peyama me jî wiha bû. 

Li meydana Republicê çalakiyeke mezin hate lidarxistin. Di rastiyê de hemû cîhan dizane, gelê Kurd li her welatekî ku lê dijî, heta êrişek an jî provokasyonek çênebe, hemû çalakiyên xwe bê bûyek pêk tînin. Doh hêrsa gelê Kurd di asta herî jor de bû. Ji bo çi ev hêrs hebû. Ya yekem, gelê Kurd bi mehan e li hemberî çekên kîmyewî ku li hemberî Kurdan tên bikaranîn bi hêrs e, ji ber ku fermandar û şervanên Kurd ku li Rojava bi tenê ne ji bo xwe, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û ji bo ewlekariya Fransayê têdikoşin, yek bi yek ji aliyê dewleta Tirk tên hedefgirtin û tine kirin. Li qadên gerîla çekên kîmyewî tên bikaranîn. Ev hêrs hemû li hev kom bûn. Çend roj mabûn ji bo salvegera 10’an a komkujiya Parîsê, ji bo vê çalakiyê amadekarî dihatin kirin, êrişa li ser navenda civaka Kurd a demokratîk, qetlkirina yek ji kadroyên pêşeng a Tevgera Jina Kurd Evîn Goyî, hedefgirtina restoranta Kurd, dîsa êrişa li ser salona berber a Kurd a 100-150 metre dûrî wir. Piştre kujer di îfadeyên xwe de dibêje ez ji Kurdan hez nakim, min xwest ez Kurdan bikujim, min çend Kurd kuştin… Di nava van dikanan de esnafên Libnanî, Ermen, Yahûdî û Ereb hebûn. Bar, cafe û restoran hebûn. Gelekî qelebalix jî bûn. Lê wan hemû cîhan derbas dike û yekser salona berber a Munzurê hedef digre. Ji ber çeka wî disekine, Kurdên me wî digrin û radestî polês dikin. Pirsa ku me ji rayedarên dewletê kir ev bû. Wezîrê Dadê jî bi me re rûnişt. Gelo ev mijar ji dijminê biyaniyan û nijadperestiyê, bi çi rengî gihîşte asta ez ji Kurdan hez nakim? Salekê li zindanê dimîne, 12’ê vê mehê ji zindanê derdikeve. Ango 10 roj beriya komkujiyê derdikeve. Tevî ku di van 10 rojan de di bin kontrola edlî de ye, çawa dikare êrişeke evqasî berfireh pêk bîne. Wergirtina wî ya çekê qedexe ye. Başe dibe ku ji hin deveran peyda kiribe. Çar şarjorên cuda û qutiyek heye, 87 lib jî gulleyên din hene. Ango ev êrişeke jirêzê nîne. Wê êrişeke gelekî berfireh pêk bianiya. Berovajî tişta tê gotin, ne bi meşê, bi texsiyê tê pêş navenda demokratîk a Kurd. Ev ji aliyê şahidan ve tê gotin. Wê rojê civîneke tevgera jina Kurd a bi meclîsên jinan û xebatkarên xwe re hebûn. 4’ê Çileyê wê ji bo bîranîna Sakîne, Leyla û Fîdan, meşeke bêdeng pêk bihata. 7’ê Çileyê wê di asta giştî Ewrûpayê de, ji bo şermezarkirina komkujiya 9’ê Çileyê meşeke girseyî bihata lidarxistin û bîranîn pêk bihata. Ji bo amadekariya van çalakiyan, di saet 11’an de wê civîn pêk bihata. Lê weke hûn dizanin ji ber grevên demên dawî, di metroyan de pirsgirêk hebûn. Jinan civîna xwe seatek, saetek û nîv paş xistibûn. Û ev mirov bi rengekî ku ji civînê agahdar e, çend deqîqe dimîne ji civînê re, tê wir. Ji bo em ji vê re bibêjin ev tesadûfek e, divê em gelekî saf bin. Me ev yek ji sazî û dewleta Fransayê re jî ragihand. Ger lêpirsîn berfireh were kirin, em ê bikarin qebûl bikin. Em nabêjin bila wiha be. Lê hemû îşaret nîşan didin ku weke komkujiya 9’ê Çileyê, îstîxbarat û dewleta Tirk li pişt vê komkujiyê ne. Li hemberî Kurdan li giştî Ewrûpayê êrişeke berfireh hatiye destpêkirin. Divê saziyên Fransî vê tiştê bikin. Divê êdî Kurdên ku li vir weke koçber dijîn, biparêzin. Divê hêrsa Kurdan jî bi vî rengî fam bikin. Em mijara şikandin û şewitandinê, ji ber em gelekî rêxistinkirîne, em qebûl nakin û mahkûm dikin. Lê divê hêrsa Kurdanjî were famkirin. 

 

Nakokiyên di helwêst û daxuyaniyên rayedarên dewletê de çibûn? Gotin rewşa derûnî ya êrişkar xerab e û ew birin nexweşxaneyê. Nakokiyên di daxuyaniyan û di pêkanînên wan de çi ne?

Berîvan Firat: Doh cara yekem Wezîrê Dadê bi navê serokomar got, Fransa bi giştî di şînê de ye. Ev ji bo me Kurdan xaleke girîng e. Dereng be jî, ew daxuyaniya ku di sala 2013’an de nehatibû kirin, îro hate kirin û ev yek erênî ye. Wezîrê Dadê ji me re got, em vê gavê vê bûyerê weke êrişa nijadperest dinirxînin, lê di dema lêpirsînê de dibe ku ev nirxandin biguhere. Di rastiyê de hevdîtinê erênî bûn, lê em vê yekê jî dibêjin, gelek gotinên xweşik hatin gotin. Gotin ku gelê Fransayê jî bi me re di nava şînê de ne û wê hertiştên pêwist werin kirin. Heta gotin, ji bo komkujiya sala 2013’an were ronîkirin jî, wê bikevin nava hewldaneke mezin. Em van hemûyan weke helwesta bi niyeta baş bidest digrin. Lê êdî em li benda îcraatê ne. Em gotinên dewleta Fransayê cidî digirin dest û girîng dibînin. Lê em dixwazin di pratîkê de bibînin. Em li vir careke din spasiya gelê xwe dikin ku xwedî li şehîdên xwe derketin.

Em li bendê ne ku cenazeyên xwe werbigrin. Herçiqasî em nekaribin hin ji wana rêbikin warên ku li ser jidayîk bûne jî, herî kêm em bikaribin wan bişînin cihên cuda, cihên ku lê jiyan kirine. Em li bendê ne ku em bi layiqî wan rêbikin welat. Em bang li gelê xwe jî dikin ku xwedî li şehîdên xwe derkevin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.