Divê PDK bi dijmin nexape

Şemî 27 Çile 2024 - 02:45

SÎMA BIROKÊ / ANHA / QAMIŞLO

Têkildarî kiryarên çekdarên PDK`ê yên li hemberî gerîlayên HPG û YJA Starê û birîndarkirina 2 gerîlayan li Başûrê Kurdistanê, endamên partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê ji ANHA`yê re axivîn. Endamê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Ebas Mistefa diyar kir ku ew li dijî birakujiyê ne û got:“Pêşmerge, gerîla, YPG, hemû ji xwîna me ne, xwîna Kurdan li cem me xwîneke biha ye. Divê em welatê xwe biparêzin.” Serokê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê Telal Mihemed destnîşan kir ku piştî artêşa dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîla têk çû û got:“Banga me ji bo PDK`ê ew e ku nekeve nava lîstokên dijmin û hişyar be.” Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Kovan Keno jî got:“Bila baş bê zanîn dijmin tu carî nabe dost. Banga me ew e ku bi rihekî neteweyî tifaqek bê çêkirin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.