Divê Newroz bi milyonan be

Pêncşem 22 Sibat 2024 - 00:32

  • Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku meşa Kolnê lûtkeya qonaxa yekem a pêngava azadiyê bû û got, di qonaxa duyem a pêngavê de jî, pîrozbahiyên Newrozê ku bi 10 milyonan bihewîne, dikare li hemû cîhanê bê pêşxistin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di bernameyeke taybet a li televîzyona Medya Haber de têkildarî sala 26’an Komploya 15’ê Sibatê, axivî.

Kalkan di destpêka axaftina xwe de derbarê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li girtîgeha Îmraliyê nirxandin kirin û wiha got:’’Ez berxwedana dîrokî ya Îmraliyê û Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê sala xwe ya 25’an temam kir û dikeve sala 26’an. Pêwîste ji rêzê nêzî wê nebin û weke êrîşeke qirkirinê ya li ser Kurdan hatiye ferzkirin bi nav bikin. Ev rewşeke ku mînaka wê tune ye. Ev êrîşeke pir plankirî, birêxistinkirî û bi giştî ya 100 salan nîşan dide.

Êrîşa Komploya Navneteweyî ne di dîrokê de û ne jî di cîhana îro de tu mînaka wê tune ye. Îmralî, pergala êşkence, tecrîd û qirkirinê ye. Mînakên van êrîşan tune ne. Ev pergalên êrîş û zordariyê yên ku mînakên wê tune ne, bi temamî ji bo tunekirinê ne. Mînak ev 3 sal in tu agahî ji Rêber Apo û ji hevalên din ên li Îmraliyê nayên girtin. Ne qanûnên Tirkiyeyê ne qanûnên Yekîtiya Ewropayê û ne jî qanûnên DYE’yê tiştekî wiha nanivîsîne. Lê pêk tînin. Tu kes jî li dijî vê dernakeve. Ji xwe qanûnên xwe jî pêk naynin. Niha, dibe ku ev rewşek sosret be. Ma ew qanûn ji bo ku bi rastî were cîbicîkirin hate nivîsandin? Yan ji bo xapandina gel, karker, gel, jin û ciwanan e? Ma ew hemû derew in? Yanî dema ku em di aliyê pirsgirêka Kurd, rewşa Kurdan û rewşa Rêber Apo li mijarê dinêrin, rastiya dîroka desthilatdarî û pergala dewletparêz a heyî tê dîtin. 

Rêber APO bû rêberekî cîhanî

Dûran Kalkan di dewama nirxandina xwe de qala berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê jî kir û wiha got:’’Li Îmraliyê tu tişt tune ye. Bi gotineke din, şert û mercên objektîf an şert û mercên berbiçav tune ne. Ji xeynî mejî û dilê we tiştek di destê we de tune ye. Ji bilî berxwedana bi hêza mejî û dil tiştekî din ji aliyê mirovî ve ne pêkan e. Ji ber vê yekê berxwedana Îmraliyê pir fêrker e. Berxwedana Îmraliyê ya 25 salan a Rêber Apo îspat kir ku eger hêza têgihîştin û watekirinê rast were pêşxistin, pêşketina herî mezin a şoreşgerî û şoreşên mezin dikarin bên kirin. Ji ber ku guhertina paradîgmayê kir. Di rewşeke wiha de Rêber Apo xwe ji lîderekî neteweyî veguherand Rêberekî cîhanî. 

Koln destpêka qonaxa nû ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan derbarê meşa Kolnê de jî wiha got:’’Li Kolnê nerazîbûnên li dijî Komploya 15’ê Sibatê derketin lûtkeyê. Meşa Kolnê nîşan da ku çi bê kirin, çiqas êriş hebin jî civaka Kurd nayê tunekirin. Mîtînga Kolnê weke lûtkeya qonaxa yekemîn û destpêka qonaxa duyemîn tê îfadekirin. Wê demê diyar dibe ku ev mîtînga Kolnê ne tenê ji bo şermezarkirina 25’emîn salvegera Komploya 15'ê Sibatê ye, di heman demê de destpêkeke nû ya pêngava azadiyê ya cîhanê ye ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dike hedef. Wê ji niha û pê ve çalakiyên girseyî bên lidarxistin. Wê demê Newroz dikare bibe roja herî xurt a çalakiyê. Şahiyeke Newrozê ya ku 10 mîlyon kes beşdar bibe, ji protestoyên li dijî Komploya 15’ê Sibatê pir zêdetir be, dikare li seranserê cîhanê pêş bikeve û bê pêşxistin. Ev pêngava serketinê wê encam bigire. Bi gotineke din, divê şêweyên çalakiyê di asteke berhemdar de bin, tecrîda Îmraliyê bişkîne, ber bi azadiya fîzîkî ve gavan biavêje û encam bide. Di wî warî de wê pêşketin hebin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.