Divê navenda têkoşînê Îmralî be

Sêşem 30 Çile 2024 - 02:45

  • Parêzer Cengîz Yureklî diyar kir ku rêya derketina ji krîzê ya Tirkiyeyê parçekirina pergala Îmraliyê ye û got:Têkoşînên ku Îmraliyê neke navenda têkoşîna xwe û pozîsyona hiqûqî ya Ocalan nexwaze, nikare biserkeve.

Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî, têkildarî rapora Îmraliyê û hewldanên xwe nirxand. 

Yureklî anî ziman ku her sal ew raporan amade dikin û bi van raporan li aliyekî der barê rewşa Îmraliyê de cemaweriyê agahdar dikin û li aliyê din jî dixwazin raya giştî têxin nava liv û tevgerê. Yureklî, da zanîn ku pratîka muameleya xerab a Îmraliyê di sala dawî de bi xwe re bêhiqûqî zêde kiriye û bêtêkiliya mutlaq ava kiriye û got:"3 sal in bi tu awayî qet ji Îmraliyê agahî tune ye. Li Îmraliyê pratîka îşkence û muameleya xerab di meriyetê de ye. Bi vê rêbazê dixwazin vîna muwekilê me bişkînin." 

Helwêsta CPT û DMME’yê sûc e 

Yureklî destnîşan kir ku ji bo rewşa Îmraliyê bê guhertin wan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a EWropayê (DMME) û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dane û wiha axivî:"Helwesta CPT û DMME'yê sûc e. Saziyên herî jor ew in. Berê jî CPT tespît kiribû ku şert û mercên Îmraliyê nayê qebûlkirin. CPT, di îlona 2022'an de serdana Îmraliyê kiribû. Lê em agahdar nekirin. Tu daxuyanî jî nedan. Li gel vê yekê rapora xwe jî eşkere nekir. Bi hinceta 'Li gorî peymana ku em bi wê ve girêdayî ne" rapor aşkere nekirin. Lê tu rewş û peymanên wisa tune ye. Me têkildarî rewşa Birêz Ocalan di sala 2011'an serî li DMME'ê da. Birêz Ocalan 25 sal in di şertê Îmraliyê de tê girtin. Temenê wî bûye 75 salî. Li gel vê yekê DMME li hemberî vê rewşê bêhelwest e. Rapora xwe aşkere nake. Berê derbarê rewşa Îmraliyê de 2 biryar dabûn. Diyar kiribû ku ev rewşa muameleya xerab e û îşkence ye. Di sala 2005'an û di sala 2014'an de biryar dabû." 

Hezar û 330 parêzerî serlêdan kirin

Yürekli bibîr xist ku li dijî bêhiqûqiya ku pêş dikeve hem li Tirkiyeyê û hem li cîhanê gelek sazî û rêxistinên hiqûqê ketine nava lev û tevgerê û got:"Herî dawî ji 35 baroyan Hezar û 330 parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan. Li Tirkiyeyê tu rêxistinên parêzeran bi vî awayî li dijî behiqûqê dernakevin. Ev serlêdan pir bi qîmet e. Parêzeran bi vê yekê gotin her kesên ku qala hiqûq û binpêkirina mafan dikin divê berî her tiştî li dijî pergala Îmraliyê dengê xwe bilind bikin." 

Yurekli di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê hatiye asta ku neyê tehamulkirin û got:"Ji bo Tirkiye ji vê qeyran û kaosê derkeve divê berî her tiştî pergala Îmraliyê tune bike. Rêxistin û têkoşînên ku ji bo guhertina hiqûqa Îmraliyê tênekoşin nikarin bi ser bikevin. Eger her kes hiqûqa li Îmraliyê ji bo xwe bike navenda meseleyê wê di sala 2024'an de bi ser bikevin." 

Em aştî û azadiyê dixwazin

Kesên li Amedê serdana Nobeta Edaletê kirin, diyarkirin ku divê Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û ji bo malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin. Makbûle Guven a piştgirî da çalakiya nobetê ya li Amedê got: “Bêyî ku cenazeyên zarokên me ji girtîgehê derkevin em bikevin nava liv û tevgerê.” Mehmet Kaya jî destnîşan kir ku heta tecrîd ranebe rondikên çavan ên ji ber şer û pevçûnan bi dawî nabin. Kaya, diyar kir ku ne mirinê aştî û azadiyê dixwazin û destnîşan kir ku daxwaza wan “Tirkiyeyeke demokratîk û Kurdistaneke xweser e.” Rifat Ronî jî bal bire ser tecrîdê ku bandor li hemû civakê kiriye.  Ronî ji bo rakirina tecrîdê banga piştgiriyê li Nobeta Edaletê ya tê meşandin kir. Abdûrezak Sevgîoglû jî got:“Divê gelê kurd bi awayekî girseyî li dijî vê tecrîdê deng û çalakiya xwe bilind bikin. Heke wiha bibe dê neçar bimînin ku tecrîdê rakin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.