Divê mejiyê şer û tundiyê tasfiye bibe
Duşem 10 Adar 2025 - 17:20
- Rojnamevan Ferda Çetîn têkildarî banga aştî û demokrasiya civakê de da zanîn divê mejiyê şer û tundiyê tasfiye bibe û got:” Divê tecrîd bê rakirin. Divê Serok Apo karibe bi hevalên xwe, bi siyasetmedarên di nava tevgera xwe de ne, bi DEM Partiyê re têkiliyê dîne."
Rojnamevan Ferda Çetîn têkildarî vê pêvajoyê ku weke pêvajoyeke nû tê pênasekirin axivî û got, "Tevgera PKK'ê li cihê asêmayî, li cihê xitimandî destpê kir. Yanî Serok Apo li cihê ku siyaset lê xitimî destwerdan kir. Hemû guhertinên stratejîk ên di salên 1999 û 2000'î de hatin kirin bi vî rengî ne. Beriya wê jî bangên ji bo agirbestê û bangên lêgerîna li muxatab ji ber rewşa xitimandî bûn. Banga îro jî bi heman rengî ye. Serok Apo û PKK her tim xwe nû dikin, xwe diguherînin.”
Dewlet bi ser neket
Ferda Çetîn da zanîn polîtîkayên dewletê neguherîne û wiha dewam kir:”Li gel ku hemû hêz û potansiyel hate bikaranîn jî şer bi ser neket, nekarî encamê bi dest bixe. Yanî ne Kurd, gelê Kurd hate asîmîlekirin û înkarkirin, ne jî hate qirkirin. Ji ber vê dewletê gelek caran hewl da qir bike. Û komkujiyên mezin hatin kirin. Bi têkoşîna Kurdan re, bi têkoşîna PKK'ê ya 50 salên dawî re, bi têkoşîna gerîla re polîtîkaya tundî, koçberkirina bi zorê, asîmîlasyon û înkarê ya dewletê bi ser neket. Lê belê bi têkoşîna gerîla, bi têkoşîna çekdarî re jî polîtîkaya dewletê neguherî yan jî nehate guhertin.”
Ferda Çetîn anî ziman ku destberdana ji têkoşîna çekdarî, destpêkirina têkoşîna hiqûqî û demokrasiyê ya li şûna têkoşîna çekdarî tê wê wateyê ku civak hîn bêhtir tevlî bibe, bi berpirsyariyên têkoşînê rabin.
Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan
Têkildarî metna banga dîrokî ya Rêber Apo jî Ferda Çetîn got, "Ev metna bangê metneke danûstandinê nîne. Metneke ji peymaneke veşartî yan jî eşkere nîne, ku li ser hin sernavan biryar hatiye dayin. Di vê mijarê de em piştrast bin. Yanî metneke lihevkirinê yan jî danûstandinê nîne. Ev yek bangeke derbasbûna li nava pêvajoyekê ye, amadebûna ji pêvajoyê re ye, amadebûna ji demekê re ye. Lewma dema ku ev hate nîqaşkirin, rêbazeke rast nîne ku ya herî dawî di destpêkê de bê nîqaşkirin. Ev yek wê pêvajoyeke gengaz bixitimîne. Eger pirsgirêkek hebe û hûn rabin ji aliyê herî zehmet ê wê pirsgirêkê dest bi nîqaşê bikin, hûn ê nikaribin çareser bikin. Yanî girîng e destpêkê tiştên dikarin bêne çareserkirin bên nîqaşkirin. Ji bo vê jî divê rêbazek bê diyarkirin."
Divê Ocalan bikaribe têkiliyê deyne
Têkildarî rêbaza vê yekê jî Ferda Çetîn işaret bi girîngiya bingeha zanûnî ya vê yekê kir û li ser rewşa Rêber Apo jî got, "Tenê bi peyamên Serok Apo yên bi rêya heyetan 20 rojan carekê bide, ev pêvajo bi rê ve naçe. Ji bo pêvajo karibe bi rê ve biçe divê aliyên vê pêvajoyê di nava şert û mercên wekhev de bin. Diyar e ku hikumet, dewlet dixwaze ev mijar bi rewşa heyî dewam bike. Civaka Kurd divê li ber vê yekê rabe, qebûl neke. Heyeta hevdîtinê jî. Yanî madem hevdîtin an jî pêvajoyek heye, dewlet bi sedan azî, teqawî, sefîrên bilind, general, siyasetmedar û partiyan re hevdîtinan dike. Bi MÎT'ê, rêxistina xwe ya îstîxbaratê, bi leşkeran re hevdîtinê dike. Lê belê derfetekî bi vî rengî yê Serok Apo nîne. Divê tecrîd bê rakirin, divê azad bibe. Divê Serok Apo karibe bi hevalên xwe, bi siyasetmedarên di nava tevgera xwe de ne, bi DEM Partiyê re têkiliyê dîne."
Dixwazin tundiyê dewam bikin
Li ser cudahiya nêzîkatiyê ya Devlet Bahçelî û Recep Tayyîp Erdogan a li ser pêvajoyê jî rojnamevan Ferda Çetîn got, "Belê cudahiyeke nuansê heye û ev cudahî jî kêm nîne, gelekî mezin e. Yanî meyleke welê heye ku vê pêvajoyê naxwaze. Mînak, bombe li qadên gerîla têne barandin û feraseta polîtîkayên tundiyê dewam dike. Samî Tan û du hevalên wî ku pirtûka dersê ya Kurdî amade kirin, hatin binçavkirin. Li hemberî şaredariyên ku Kurdan bi CHP'ê re lihevkirina bajêr li ser kiribûn operasyon têne kirin. Dixwazin bibêjin, em dixwazin weke berê dewam bikin. Nîşan didin ku ew pêvajoya ku Serok Apo da destpêkirin an jî Bahçelî dixwaze bi pêş ve bibe, nas nakin. Lewma peyama wê yekê didin ku dixwazin tundiyê weke şêbazeke siyasetê dewam bikin."
Divê mejiyê tundiyê û şer tasfiye bibe
Ferda Çetîn diyar kir ku ji bo aştî û demokrasiya rasteqîn pêk were divê mejiyê tundiyê û şer tasfiye bibe û li ser xeteriya mekanîka darbeyê got, "Pêwîstiyê bi tundiyê dibîne, beriya her tiştî divê ev yek bê tespîtkirin. Yanî pêwîstiya xwe bi dijmin heye. Gerîla dibêje, 'Madem bi vî rengî ye, ez bi dawî dikim. Ez ê şer nekim'. Wê demê divê dijminekî biafirîne. Ev dijmin jî Rojava ye, Kurd e. Wê ranebin li hemberî Yewnanistan, Ermenistan, Îranê şer ranegihîne. Bi wî çavî li Kurdan dinihêrin, bi terorê pênase dikin. Ev yek şerekî taybet ê psîkolojîk û rêxistinbûyî ye."