Divê ezmûna Rojava bê parastin
În 13 Kanûn 2024 - 02:40
Mamostayê Zanîngeha Germiyanê Yasîn Aşor tiştê li Rojava heyî berxwedanek mezin e ku mînakên wê kêm in û got: “Wek netewa Kurd çavê me li vê ezmûnê ye, sedemê ku heta niha Rojava hatiye parastin, ruhê berxwedanê yê heyiye."
Di derbarê mijara geşedanên li Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê yên dawî de Mamostayê Zanîngeha Germiyanê Yasîn Aşor axivî.
Yasîn Aşor diyar kir ku pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn ne tiştekî girêdayî bûyerên ku niha diqewimine û got: “Pirsgirêka Kurd dîrokek xwe ya demdirêj li her çar dewletên ku Kurdistanê parçekirine heye. Hêviya çareserkirina pirsgirêka Kurd jî yek ji wan pirsgirêka ne ku li benda çareseriyê ye. Lê hewldanên ku ji bo çareserkirinê hene ne di asta ku gelê Kurd dixwaze de ye. Ji bo wê ye li her çar parçeyên Kurdistanê xebatek siyasî û çekdarî tê meşandin.”
Mamostayê Zanîngehê Yasîn Aşor da zanîn ku tiştê li Rojava heyî berxwedanek mezin e ku mînakên wê kêm in û got: “Wek netewa Kurd çavê me li vê ezmûnê ye, sedemê ku heta niha Rojava hatiye parastin, ruhê berxwedanê yê heyiye. Komên tûndrew ên wek Tehrîr El Şam di esasê xwe de DAIŞ’in. Rûxandina rejîma Suriye wê bandorek mezin li ser Iraqê jî bike, ji berku li Iraqê hin pêkhate hatine paşguhxistin.”
Di dawiyê de jî Mamosta Yasîn Aşor got: “Bûyerên rû didin di qezenca gelê Kurd de ne, ji berku bi derketina her bûyerekê re pirsgirêka Kurd ji nûve dikeve rojevê. Niha jî Rêveberiya Xweser a ku li Rojavayê Kurdistanê heye, divê em hemû piştgiriya wê bikin. Divê ezmûna Rojava bê parastin.”
ROJNEWS/GERMIYAN