Divê encama fermanan Xweserî be

Gulîstan ÇIYA ÎKE nivîsand —

Duşem 7 Kanûn 2020 - 23:59

Hikûmeta Iraqê beriya demekê bi hezaran leşker li Şengalê kom kir. Bi vî rengî, ew dixwazin bi ferzkirina hêza leşkerî peymana di navbera Iraq û PDK'ê de bi cîh bînin. Ev peyman dê wekî peymana herî rûreş û şermê bikeve dîrokê. Ya rastî, rayedarên Iraqê jî nekarîn tam li vê peymanê xwedî derkevin. Yên ku vê peymanê bi temamî destek dikin, dewleta Tirk û PDK ye. Iraq jî bi zext û vîna dewleta Tirk tevdigere. Bi vî awayî, Iraqê daniye holê ku dewletek bê vîn e. Yan jî ew di encama danûstendin û bazareke qirêj a bi dewleta Tirk re, bi hezaran leşkerên xwe dajo ser Êzdiyên mezlûm. Di vê rewşê de divê were bibîrxistin, HPG li ser daxwaza dewleta Iraqê ji wir vekişiyabû. Qey ew fikirîne ku, ger HPG here, ew ê bikarin daxwazên xwe hêsantir bi civaka Êzidî bidin qebûlkirin. Lê belê, berxwedana gelê Êzdî û ciwanên wan nîşan dide ku ew nikarin vê peymana qirêj û rûreş bi hêsanî pêk bînin.

Dema ku DAIŞ'ê berê xwe da Şengalê û xwest Êzdiyan qir bike, ev hêzên leşkerî ji holê winda bûbûn. Dema ku jin û keçên Êzdî ji bo firotinê hatin revandin, ne hêzên leşkerî yên Iraqê û ne jî yên PDK'ê li hemberî van êrişkaran li ber xwe nedan. Di rastiyê de yên ku divê hesabê bidin civaka Êzdî, niha xwedêgiravê li Şengalê xwedî derdikevin û dibêjin Şengal ya me ye. Hem jî vîna wan ciwanên Şengal ne terikandî û parastî, nas nakin. Heke ev helwest ne şerm e, ne fihêt e, naxwe çiye? Rûyê vana çawa ji şermê sor nabe, em fêhm nakin. Yek ji xisleta mirovî ya herî xweşik şerm e, yanî sorbûna rûyê mirov e. Sorbûna rûyê mirovî, pîvanên exlaqî jî nîşan dide. Ev taybetiyeke herî bingehîn ya hemû mirovên ku bi nirxên çandî yên mirovahiyê hatine mezinkirin e. Rewşa van hêzên berê xwe didin Şengalê jî wiha ye. Ji ber vê sebebê, heman hêzên beriya demekê civaka Êzdî ji însafa DAIŞ'ê re hiştin, niha hêzên leşkerî dajon ser heman civaka Êzdî. Heye ev ne derketina ji mirovahiyê be, çiye?

Li her devera cîhanê ji bo mirovên nasnameyên wan yên etnîk û dînî cuda ne, xweserî bûye mafekî bingehîn. Lê, ji bo civaka xwediyê baweriya herî kevin ya dinyayê, ku 74 caran ferman bi ser de hatiye, ango hatiye qirkirin, xweserî û xwe-rêvebirin zêde tê dîtin. Heke li guhereke din ya cîhanê civakek wiha daxwaza xweseriyê û xwerêvebirinê bike, di serî de welatên Ewrûpayê, Emerîka û dewletên din jî dê destek dabanayê. Lê niha ev welat, li gel Iraq, dewleta Tirk û PDK ya li dijî xweseriya Êzdiyan disekinin, cihê xwe digirin. Jixwe beriya vê peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de rayedareke Emerîkî got, ji bo çareserkirina pirsgirêka Şengalê bila dewleta Tirk, Iraq û PDK li hev bicivin. Xuya ye ku çareseriya behsa wê dikin jî tinekirina Xweserî û xwerêvebirina xelkê Şengalê ye. 

PDK dibêje saziyên rêveberiya xweser a Şengalê û hêzên parastinê rê nadin Şengaliyên li wargehên li Başûrê Kurdistanê vegerin Şengalê. Bi vî rengî hewl dide ji bo vê peymana qirêj rewa bike, rewa û rast nîşan bide. Bê guman ev ne rast e. Bihêlin astengkirina vegerê, berevajî rêveberiya xweser ya Şengalê û hêzên parastinê her cure alîkariya Êzidiyên vedigerin Şengalê dikin. Herî baş xelkê vegeriyayî Şengalê û civaka Êzdî vê rastiyê dizane. Ev rêveberî hemû derfetên xwe bi Êzdiyên vedigerin ser axa xwe re parve dikin, wan ji dil pêşwazî dikin. 

Ew Êzdiyên ku PDK ji wan re dibêje penaber jî ji aliyê HPG û YPG'ê ve hatine rizgarkirin. Ne mumkune ku Êzdiyên li Şengalê penaberên xwe yên li wargehan red bikin, ev yek bi ti awayî ne pêkane. Kes ji van gotinên Iraqê û PDK bawer nake. Dibe ku hinek kes bi zexta PDK û bi pereyan diaxivin. Ev axaftin nerast in. Êzdî hemû dikarin vegerin Şengalê. Rêveberiya xweser a Şengalê bi caran ev bang kir. Herî zêde Civaka Êzidî ya li Şengalê dixwaze Êzdiyên penaber vegerin. PDK ye ku destûr nade Êzdî vegerin Şengalê. Xuya ye ku ji bo bangeşe û propagandaya reş, destûra vegera Êzdiyan nade. 

Li aliyê din eger NY an jî dewletên endam dixwazin bi Şengalê re alîkar bin, ma hinek pêşiya wan digirin, ma hinekan destê wan girêdaye? Bê guman na. Dikarin hem alîkariyê bidin Êzdiyên dixwazin vegerin Şengalê, hem jî gelê Şengalê. Ger nabin alîkar, an durûne, an jî bi helwesteke mirovahî nêzîk nabin. Wê demê ji ber sebebên polîtîk alîkariyê nakin, alîkariya mirovî dikin amûrek polîtîk. 

Êzdiyên li wargehên di bin kontrola PDK'ê de dimînin, baş dizanin ka kê ew ji ber êrişên DAIŞ'ê rizgar kirin, an jî kê ew terkî însafa DAIŞ'ê kirin. Lê belê, PDK'ê hem ev civak neparast û terkî DAIŞ'ê kir, hem jî niha li wargehan zextê li wan dike. Jixwe yê ku wisa nêzîkî Êzidiyan dibe, ne xwerêveberiya wan, ne jî xweseriya wan qebûl nake. 

Êzdiyan heta niha 74 ferman dîtin. Civakek xwedî heqîqetek wiha, bêguman dê bixwaze xweser be, xwe bi xwe rêve bibe û ya herî giring dê bixwaze xwe biparêze. 

Kî dikare bêje Êzdî naxwazin xwe rêve bibin. Civakeke xwedî baweriyek cuda jixweber dê bixwaze xwe bi xwe rêve bibe. Dê nexwaze hebûna xwe ji însafa ti kesî re bihêle. Ji vî alî de êrişa li ser sazî û dezgehên xweseriya Şengalê li dijî Êzdyan hemû ye. 

Êzdî ne civakeke pir mezin in. Lewma ne mewzûbehs e ku rabin dewletekê jî saz bikin. Daxwazek wiha nayê bîra wan jî. Lê dê xweserî-xwerêvebirinê bixwazin. Heke Iraq jî xweseriyê qebûl neke, hêzek despot e, PDK qebul neke, ew jî wisa ye. Bê guman yên ku li beramberî dijberên daxwazên Êzdiyan nabin xwedî helwest, ew jî ne azadîxwaz in û ne demokratîk in. 

Nêzîkatiya ji bo Êzidiyan îro pîvanek herî bingehîn ya mirovahiyê ye. Berî nan û avê, pêdiviya Êzdiyan bi xwerêvebirinê heye. Heke ev yek pêk were, wê pariyê nan xweştir bibe, tasa avê şirîntir bibe. Firsendeke wiha dîrokî li ber Êzdiyan e. Ji bo bigihîjin xweseriya xwe, rewşek ji vê baştir û guncavtir nabînin. Cihûyan ji nava qirkirinê dewletek derxistin; Hema piştî qirkirinê Îsraîl ava kirin. 
Êzdî jî dikarin, hezaran caran bi rengekî mafdar û rewa, bigihêjin rêveberiya xweser. Hem jî ti kesî ji axa wan dernaxin. Li ser axa xwe; li axa Derwêş û Edûlêyan dikare pergala xwe saz bike. 

Ne Êzdiyên li Şengalê tenê; yên li Laleşê, Rojava, Ermenîstan, Rûsya, Ewrupa, Tirkiye, Êzidiyên cîhanê hemû divê xwedî li vê rêveberiya xweser derkevin, xwedî li xweparastinê derkevin û destek bikin. Heke li Êzdîxanê xweserî pêk neyê, Êzdî nikarin li ti cihî nasname, çand û hebûna xwe biparêzin. 

Bi wê hêviyê ku civaka Êzdî hemû li daxwaza rêveberiya xweser a Şengalê xwedî derkeve, li hêzên xweparastinê yên Şengalê û li gelê Şengalê xwedî derkeve. Tenê bi vî awayî dikarin bibin bersiva fermanan, û li dijî qirkirinê hebûna xwe biparêzin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.