Divê em hesab bipirsin!

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 27 Sibat 2023 - 00:49

Li bajarên Elmanyayê Bremên, Hamburg û Achernê ji bo mexdûrên erdhejê û kesên di erdhejê de mirine, çalakiyên bibîranînê hatin lidarxistin.
Li ser banga Mala Cemê ya Bremenê, Elewî li Domshofê hatin ba hev, find pêxistin û gulbang gotin. Di bibîranînê de serokê Mala Cemê ya Bremenê Halîl Îbrahîm Dûman got, wan 2 tir alîkarî û kon şandine û got; “Alîkariya me di çarçoveya pêdiviyan de didome. Ji bo mirovan êdî ne cil û berg û nan, konek yan jî konteynirek ku bikevinê lazim e.” Dûman anî ziman ku komeleyên Elewiyan ên din û ciwanan jî piştgiriyeke mezin daye xebatên wan. Akademîsyen Çetîn Gurer jî got, “Ji bo ku careke din ev tişt neyê serê me, divê em ji bîr nekin, nedin jibîrkirin û hesab bipirsin.” Wî bang kir da ku piştgirî bê xurtkirin.

Ne erdhejê zilma dewletê lêxist

Xelk li semta Hamburgê Altonayê hat ba hev, meşeke bêdeng li dar xist. Nûnera ADGB hunermend Leman Stehn got, “Desthilatdariya faşîst a AKP´ê bû sedema mirina bi dehhezaran mirovî. Ji destpêka erdhejê ve, dîsa mirovên kedkar çûn bi hewara xelkê ve.”

Haşim Aygun ê ji Elbistana Mereşê jî tevlî meşê bû. Wî got li gundê wê 40 kes mirine. Aygun got, “Derbarê rabirdûyê de çi hebe, di bin kavilan de ma. Heger dewletê roja destpêkê dest werdaba, wiha nedibû. Ji ber bawerî û kokên wan ên etnîk, cihêkarî li mirovan tê kirin.”

Yusuf Bîrtaneyê ji Semsûrê jî got, hîn jî ji gelek xizmên xwe ti agahî wernegirtine û got, “Semsûr êdî weke xirbeyan lê hatiye. Ne erdhejê, herî zêde zilma dewletê ku ji bo alîkariyê nehat û li mirina me temaşe kir, li me xist.”

Fadîme Yavûz a ji Islahiyeya Entabê jî, xwişk û xwarziyê xwe jî di nav de, 5 xizmên wê mirine. Yavûz da zanîn ku dayîka wê jî par wefat kiriye û got, “Êşên me bi dawî nabin. Xwarziyê min hîn nû dest bi zanîngehê kiribû.” Meş li semta Sternschanzeyê bi dawî bû. 

Li Achernê bibîranîna ji bo erdhejê

Li bajarê Achern ê Elmanyayê, ji bo kesên li gundên Çiftlik, Ambarli û Geleviz a Elbistanê mirine, bi tevlîbûna hezaran kesî merasîma bibîranînê hat lidarxistin.

Di bibîranînê de Pîr Huseyîn Kazimoglu bi navê Komîsyona Baweriyan a Federasyona Yekîtiyên Elewiyan a Ewrûpayê got, “Êşa me mezin e, dema êş bên parvekirin, kêm dibin.” Di bibîranînê de xelkê cilên reş li xwe kiribûn. Pîr Huseyîn Kazimoglu ji bo kesên mirine, gulbang gotin.

Hevşaredarê berê yê Sûrê, Abdullah Demîrbaş jî got, “Ew ax welatê me ye. Çi dibe bila bibe, em ê xwedî li wê axê û kesên li ser wê axê derkevin. Em ê axa xwe neterikînin.” Wî jî bang kir da ku xelk piştgir be.

Navê kesên ku di erdhejê de li gundên Çiftlik, Ambarli û Geleviz ên Elbistanê mirine, ev in: “Ji gundê Çiftlik Mehmet Duyar, Elîf Ay, Hatîce Ay, Yusuf Taş, Merdan Taş, Meryem Taş, Mûsa Taş. Ji gundê Ambarli jî, Murtaza Cullu, Asli Cullu, Fatma Cullu, Hasan Cullu, Fatma Kar, Ahmet Kar, Elîf Kar. Li gundê Geleviz jî, Satî Kara, Hasan Kara, Fîdan Kara, Hanim Kellecî û Fatma Doner.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.