Divê em heqê hilbijartinê bidin

Sêşem 26 Adar 2024 - 00:34

MEDÎNE MAMEDOGLU / NÛJINHA / AMED

Siyasetmedar Leyla Zana ku li Amedê xebatên hilbijartinê dike, Rêyan Sêyan weke ‘’rêyaş aştî, demokrasî û dadmendiyê’’ pênase kir, slav ji fikra Rêber Ocalan re kir, bal bire ser hilbijartinê û got,’’Hilbijartin ne tenê meqam e, divê em heqê hilbijartinê bidin.’’

Leyla Zana ku bi Newrozê Amedê re piştî demeke dirêj xuya bû, tevî nav xebatên hilbijartinê yên li navçeyên Amedê dibe. Siyasetmedar Leyla Zana di axaftinên xwe de yên li nav xebatan bal bire ser Rêya Sêyan û got, “Rêya Sêyan, rêya aştî, demokrasî û edaletê ye. Xurtderketina îradeyê ya ji sindoqan, tê wateya aştiyeke xurt. Tê wateya demokrasî û azadiyeke xurt. ‘’

Slav ji fikra Ocalan re

Me di sala 91’ê de tovên pêşeroj û jiyaneke azad bi hev re li vê qadê reşandibûn. Hêvîdarim ku ji bo Rêya Sêyemîn bi saya we zindî bibe; weke ku hûn jî dizanin parekî mezin a birêz Abdullah Ocalan di vê de heye. Hêviya pêşerojeke ku hemû gel bi awayeke azad dijîn, nayên asîmîlekirin û tune nayên hesibandin ava dike. Em careke din dibêjin ku silav ji kesê ev fikr, ev felsefe di nava jiyanê de hînî me kirî re.”

Gel mîna berê berxwedêr e

Leyla Zana, di serdanên xwe ya li 4 navçe û gelek gundan de, ji her hemwelatiyek xwest ku kesekî qaneh bike. Me ji Leyla Zana ya ku du rojan şopand re, li qûntara Çiyayê Licê çavderiyên wê pirsî. Leyla Zana, destnîşan kir gel ji kelecan û berxwedêriya xwe ya ji roja ewil tiştek winda nekiriye û diyar kir hesreta tê dîtin jî ne ji bo kesayetek, hesretek ji bo jiyana ku gel dixwaze bibihîse û bibîne ye.

Divê em heqê hilbijartinê bidin

Leyla Zana, anî ziman hilbijartin kêm hatiye vegotin û ev nirxandin kir:

“Divê em heqê hilbijartinê bidin. Ev di heman demê berpirsiyariyek mezin e. Hilbijartin ne tenê kursî û meqam e. Di heman demê de ger em karibin van şaredariyan bi awayekî rast birêve bibin, bikaribîn xwe ji nakokiyên şexsî û bêahengiyê xilas bikin û bi ruhekî kolektîf nêzikî xebatan bibin, hilbijartin qadên ku gelê me dikare di asta çandî, civakî û siyasî de tevkariya pêşkêş bike. Divê em heqê van qadan bidin. Ger em vê berpirsyartiyê hilbigrin, em ê hemû bi hev re bi ser bikevin. Ji bo bêyî bêzarbûn hêviyê mezin bikin û heqê wê bidin, divê xwedî helwest û gotinek bin. Gelê me jiyana ku heq dike, wê di berdêla keda xwe de bigre û bi ser bikeve.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.