Divê cihê xayînan li Şengalê nebe

Şemî 7 Çile 2023 - 01:10

Li Şengalê Şoreşger Menal Mêrdîn ê ku 2’ê Çile li Tilezêr şehîd bûbû, bi merasimekê hate bibîranîn. Di merasînê de bang li civaka Êzîdî hate kirin da ku cihê xayînan di nava xwede nehêle.

Merasîm li Mezargeha Şehîd Dilgeş û Şehîd berxwedan a li Çiyayê Şengalê pêk hat. Di merasîmê de bi sedan kes ji xelkê Şengalê tevî serokeşîr, sazî û rêxisitinên civakê amade bûn.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, Pakîze Celal got, lazim e civaka Êzîdî ji xwe bipirse ka çawa ev êriş pêk hatiye û cihê xayînan di nava xwe de nehêle. Wê xwest qatil bi lez bên dîtin.

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Îbrahîm jî di şexsê Şehîd Menal de tevahiya şehîdên tekoşîna Azadiyê bi bîr anîn û got, ji ber Şehîd Menal dixwest êş û azarên gelê Êzîdî bi rêya nivîsên xwe bide naskirin, hatiya hedefgirtin: “Em ê bi van êrişan dest ji tekoşîna xwe bernedin, kesên ku van xizmetkarên civaka me dikin hedef, wê hesabê karên xwe ê qirêj bidin.”

Ji Desteya Serokeşîrên Şengalê, Şemo Xwedêda jî got: “Di van demên dawî de ji bo ku em şerê PDK’ û MÎT’ê vala derxin, li Şengalê xebatek hate meşandin, lê niha PDK û dewleta Tirk dixwazin bi şêwazekî din karên xwe ên qirêj li ser gelê me pêk bînin. Em bang li wan kesa dikin ê dibin hevakar ji dijmin re, hûn ê derkevin pêşiya gel û ev civak wê hesab ji we bipirse.”

Li ser navê TAJÊ’yê Wetha Reşo jî got; “Ji bo gelê me kêmasiya herî mezin e ku cihê xayînan di nava xwe de vedike. Ji bo ev êriş dubare nebin, pêwîst e gelê me rêxistina xwe mezin bike û van pîlana pûç bike.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.