Divê bi rola xwe rabin

Pêncşem 25 Çile 2024 - 00:28

CEMÎL EBDO / ANF / ŞEHBA

Parêzer Cibrayîl Mistefa derbarê kiryar û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrîna dagirkirî ji ANF’ê axivî û got:"Sûcên ku artêşa dagirker a Tirk dike, dikeve çarçoveya siyaseta Tirk a tunekirina gelê Kurd. Bi dagirkirina bajarê Efrînê re di 18’ê Adara 2018'an de waliyê Hatayê yê xwedî nasnameya siyasî hat Efrînê û bi serkirdeyên çeteyan re civînek lidar xist û divînê de wiha got, ‘Kurdê ku li bajarê Efrînê dimîne bila bê pêlav bimeşe’. Ev jî nîşan dide ku ew dixwazin Kurdan bê nasname bihêlin. Dewleta Tirk a dagirker bi rengekî sîstematîk sûcan li Efrînê dike. Li gorî raporên rêxistinên navdewletî û mafên mirovan, bi taybet komîteya lêkolînên navdewletî yên serbixwe ji bo Sûriyeyê ku ev komîte bandoreke mezin li ser qada navneteweyî heye û rasterast pêwendiya wê bi Neteweyên Yekbûyî re heye, hat diyarkirin ku sûcên li Efrînê tê kirin sûcên şer, jenosîdê û sûcên dermirovî ne. Ji ber wê dema em dibêjin sûc û kiryar tên kirin, ev ne sûcên normal in, lewma divê Dadgeha Cezayên Navdewletî li dijî van sûcan bi rola xwe rabe."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.