Divê bi lezgînî çareser bibe

Duşem 26 Sibat 2024 - 00:15

EYLEM AKDAG / MA / AMED

Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê têkildarî çareserkirina meselaya Kurd bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re civiya. Di civînê de bandora neçareseriyê ya li ser welêt hate nîqaşkirin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl têkildarî mijarê axivîn.  Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Ercan Yilmaz destnîşan kir ku weke komele ev du sal in hewl didin bala civakê bidin ser vê mijarê û got:“Em hewl didin bibêjin ku aştî pêdiviyeke lezgîn e. Meseleya kurd ji meseleyên cuda divê bi lezgînî were çareserkirin. Li gorî me divê îktîdara siyasî îradeya xelkê herêmê raber dike esas bigire û bi lezgînî gavan biavêje.” Di berdewamê de Yilmaz got ku muxatabên çareseriyê, aliyên şerê heyî ne û got:“Li her devera cîhanê di mijara çareseriyê de qaîdeyek heye; ew jî ew e ku aştî di navbera aliyên şer dikin de tê kirin. Li ser navê PKK’ê, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi rayedarên dewletê re hevdîtin dikir. Bêguman ji bo pêvajoya bi zelalî pêş bikeve, pêdivî bi aliyên sêyemîn heye. Ev aliyê sêyemîn jî bi ketina dewrê ya înîsiyatîfên sivîl û rûspiyên civakê dibe.” 

Muxatab Ocalan e

Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Suzan Îşbîlen jî got:“Ciwanên me jiyana xwe ji dest didin. Sedema esasî ya krîza aborî jî neçareserkirina pirsgirêka kurd û polîtîkayên ewlehiyê ne. Dema civak nerazîbûnê nîşan dide jî dibêjin; ‘Ma hûn dizanin bê ka heqê fîşekekî çiqas e?’ Mirovan di navbera du alternatîfan de asê dikin û ev jî israra di neçareserkirinê de ye. Civak di ferqa vê de ye. Tenê heke rêxistinên civaka sivîl zextê li siyasetê bike dikarin wan bînin ser rêya çareseriyê.Hedefa me ew e ku civakeke ku jin, ciwan û zarok xwe tê de biewle hîs dikin ava bikin.” Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yê Amedê Riza Polat jî bal bire ser girîngiya civînê û got: “Gelo ji 2015’an ve me li dijî şer û polîtîkayên tunekirinê çi kir? Divê em li ser pirsgirêkê nîqaşan bikin û muxatab pêşkeşî civakê bikin. Muxatab pir eşkere ye, birêz Abdullah Ocalan e. Divê sazî jî vê bixin rojeva xwe. Divê ji bo çareseriya meseleya kurd û mafên hebûnê yên gelê kurd li ser maseyê rûnin.” 

Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Amedê Yildiz Ok Orak jî têkildarî civînê ev tişt anî ziman: “Ev civîn nîşaneya wê ye ku divê êdî ev pirsgirêk were çareserkirin û hemû derdor jî ji bo berpirsyartiyê li xwe bigirin amade ne. Divê were dîtin ku di bingeha hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê de pirsgirêka kurd heye. Di esasê xwe de hemû kes dibîne lê ji bo çareseriyê gav naavêjin. Ev civîn ji bo bangawaziya vê hat lidarxistin. Bi taybet jî me bi rêxistinên civaka sivîl re  kir. Ji ber ku cihê çareserkirina pirsgirêkên wiha rêxistinên civaka sivîl in.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.