Divê bi berhemên xwe dinyayê xera bikin

Nûçeyên Çand/Huner

În 5 Adar 2021 - 01:10

  • Rêbwar Perwîzî: Bi mirovên wisa ku girêdana wan bi civakê re tinebe, ne exlaq heye ne jî huner. Ma huner ne ji bo mirovan e? Yanê bi kurtasî ku exlaq tê de nebe huner ne huner e.

MIHEME PORGEBOL

Rêbwar Perwîzî, sala 1984'an de li gundê Elkê yê ser bi bajarê Kamyaran ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Bi tena serê xwe fêrî şêwekariyê bûye û di nav gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de perwerdeya şêwekariyê daye zarok, keç û xortên civaka xwe. Piştî ku sala 2010'an ji Rojhilatê Kurdistanê derket, çû Başûrê Kurdistanê û heta 2013'an li wir ma. Li vir hem karên xwe yên şêwekariyê domandin hem jî ji bo debara xwe bike di karên cûr be cûr de şixulî. Piştî Newroza 2013'an ji Başûr jî derket û berê xwe da Stenbolê. Demeke kurt li wir ma û di Newroza 2014'an de ji wir jî derket. Vê carê jî berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Li wir xebatên xwe yên hunerî domandin. Li vir jî zarokên Kurd perwerde dikirin. Di nav dema ku li Rojava mayî de li her derê Rojava geriya. Ji bo rengê jiyanê lê vegere, li ser dîwarên kuçe û kolanên Rojava wêne xêz dikirin. Di Mijdara 2015'an berê xwe da Ewrûpayê. Rêbiwar Perwîzî niha li Holandayê ye. Heta niha 3 pêşangehên wî li Holandayê çêbûne. Hê jî karên xwe yên hunerî li ser mijarên rojevê didomîne; mijarên rojeva Kurdistanê.

Em bi Rêbwar Perwîzî re derbarê hunerê wî û feraseta wî ya hunermendiyê peyivîn. Li gorî Perwizî divê huner bi exlaq be. Ger exlaq di navê de nebe, ew tişt ne huner e.  


Te çawa dest bi huner kir?

Hê zarok bûm min ji huner hez dikir. Lê ez li gund bûm û derfet nebû ku herim bajarê mezin û perwerde bibim. Min bi xwe dest pê kir û dewam kir. Heta piştî çend salan çûm bajarê mezin û çend mehan hatim perwerdekirin. Lê vê perwerdeyê têrê nedikir. Min dîsa perwerdeya xwe bi xwe dewam kir. Çend sal wisa derbas bûn. Rojekê ez çûbûm bajarekî ku nêzîkî gundê me ye û rastî rêklama pêşangehekê hatim. Heyirîm. Min di ber xwe de got, "Ma li bajarê me hunermendek wisa baş heye?" Peyre ez çûm pêşangeha wî hunermendî û min berhemên wî dîtin! Kêfa min hat. Êdî min mamosteyê xwe dîtibû û ez bûm şagirtê wî. Heya çend salan li ba wî mam û wisa êdî hêdî hêdî heta niha ez huner dikim. 

Hunerê te hunerekî polîtîk e jî. Tu di hunerê xwe de cîh didî mijarên polîtîk jî. Lê nîqaşek wisa jî heye ku dixwaze huner û polîtîkayê ji hev qut bike. Tu çi difikirî?

Rast e, hunerê min girêdayî civakê ye. Lewma polîtîk e jî. Li vir dixwazim mijarê piçekê zelal bikim û li ser vê pirsê hinekî biaxivim. Ez dibêjim, jiyana her kesî girêdayê ya 'polîtîk' e. Çima? Ji ber polîtîk jiyana me hemûyan saz dike. Bi taybetî jî ya gelê Kurd! Kurd li her dera vê dinyayê di nav polîtîkê de ne. 

Divê hunermendbûn girêdayî çend pabendiyên girîng be ku erkê xwe yên hunerî pêk bîne. Ez dikarim van dilsozina, van pabendiyan wisa bi rêz kim: Pabendiya hunermend bi civakê re, pabendiya hunermend bi polîtîkayê re, pabendiya hunermend bi huner re, pabendiya hunermend bi exlaq re. Gelek tiştên din jî hene lê ev çar xal girîng in ji bo hunermendan. Bi van çar xalan hunermend tiştên ku her kes kare bibîne, bi dilekî paqij dibîne. Bi saya van xalan, dikarin ji her tiştî baştir bibînin û ya herî girîng jî; dikarin li aliyê rastiyê bimînin. 

Niha ji hev qutkirina huner û siyasetê dikare çiqasî şaş be? Gelek hunermendên Kurd, Ereb û Iranî nas dikim ku mijarên rojevê ji wan re ne girîng in û qet serê xwe bi civakê naêşînin. Em hunermendên ku jiyana gel ji bo wan ne girîng be, dibînin. Her roj bi dehan û sedan mirov tên kuştin û ew hunermend dibêjin, "yaw eleqeya me jê nîne, em ne polîtîk in!" Dema xwîna gelê wî li ba mirovekî ne girîng be, ka exlaq li cem wî hunermendî heye? Bi mirovên wisa ku girêdana wan bi civakê re tinebe, ne exlaq heye ne jî huner. Ma huner ne ji bo mirovan e? Yanê bi kurtasî ku exlaq tê de nebe huner ne huner e.

Lê gava hunermend bi hunerê xwe derdikeve qada civakî û polîtîk rastî êriş û astengiyan jî tê. Tu jî di demên dawî de rastî êriş, sansur û astengiya hatî. Tu vê mijarê çawa dinirxînî?

Ez dibêjim divê hunermendên Kurd li ser kesayetiya xwe kar bikin. Ne tenê hunermend, belkî jî divê gelê Kurd hemû wisa bike. Hunermendên Kurd divê bi berhemên xwe dinyayê xera bikin. Gerek dinya hemû rewşa Kurdan bibîne! Li vir, di nav vê rewşê de divê hunermend bi rola xwe rabe û tiştekî ku li Kurdistanê diqewime nişanî dinyayê hemûyî bide. Divê em hunermend nebin dermanê piştî mirinê. Mesela kesek nexweş be û ji me derman bixwaze, em ê dermanê wî/ê kengî bidinê? Her tişt di dema xwe de xweş e.

Li gorî te hunermendên Kurd di vê pêvajoya civakî ya polîtîk de divê çawa tevbigerin?

Hunermend dikare tesîrê li erdnigariya em tê de, bike. Lê pirsa girîng ev e: Hunermend xwe dide ber vê rewşê yan na? Heger hunermend li vê rewşê xwedî derkeve, dikare guhertinekê çêke. Û heger hunermendên Kurd bi zanistî û rastiyê re bimeşin, dikarin gelek guhertinan çêkin. Dema mirov ji welatê xwe dest pê bike û teqlîda berhemên welatên din neke, mirov dikare tiştên nû çêke. Ez niha dibînim li Kurdistanê fikreke nû ji bo bi hev re jiyanê heye! Mirov li ser esasê vê fikrê bimeşe, dikare di nav her tiştê de guhertinan çêke. Guhertinên teknîk, yan jî amurî ne grîng in. Tişta ku girîng e berhema te ye!

Heger hunermendên Kurd bixwazin gaveke mezin ji bo hunerê Kurdî bavêjin, divê di destpêkê de rewşa jiyanê were guhertin. Rewşeke ku teqlîd nînbe û hêzê bide mirov. Rewşeke ku kesayetên Kurd mezin bike û ti caran xwe kêm û zeîf nebîne.

Ev sekn û tevger wê di berhemên hunermendên Kurd de xwe çawa nîşan bide?

Ev pirseke zehmet e ku ez niha bersivê bidim. Ji ber ku tenê dem dikare diyar bike ka me çi tişt zêde kiriye û çi guhertiye. Ez niha tenê dixwazim li ser mijarên rojevê bisekinim. Di heman demê de jî gelek proveyên xwe dikim û dixwînim. Ji bo ku karibim xwe bi pêş ve bibim û xizmetekê bikim ji gelê xwe re.  Lê teqez bi tiştekî dizanim û dixwazim dîsa dubare bikim: Hunermenda/ê ku exlaq pê re hebe wê gavên mezin biavêjê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.