Dişewitîne qelekolê çêdike

Pêncşem 10 Hezîran 2021 - 02:08

Dewleta Tirk dagirkerîya xwe bi her awayî nîşan dide. Bi hinceta şer, agir berdide daristan û çîyayên Kurdistanê.

Piştî êrişên hewayî li dijî Pîrana ser bi Amedê û li dijî Başûrê Kurdîstanê, li devera Deriyê Cebraîl ê Çiyayê Cûdî birrîna daran û şewitandina daristanan didome. 

Di 5’ê Hezîranê de li devera Deriyê Cebraîl di encama gulebarana leşkerên Tirk de agir bi daristanê ket. Şewata daristanê her diçe mezin dibe. Li heman heremê, cerdevanên ji bajarokê Sêgirka û navçeya Qilebanê daran dibirrin. Şûna darên hatine birrin jî li herema Deriyê Mazî yê Çiyayê Cûdî jî dest bi avakirina qelekoleke nû hatiye kirin. Ji bo “rêya ewlehiyê” ya ji ber avakirina qelekolê jî gelek dar ji kokê ve hatine birrîn. 

Şewta ku li quntara Çiayayê Gorseyê yê li Pîranê jî ev deh roj in natyê vemirandin. Leşkerên Tirk ên dagirker 1´ê Hezîranê agir bi daristanê xistibû.

ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.