- Li paytexta Efxanistanê Kabîlê, doh di dema nimêja înê de, teqînek di hundirê mizgeftekê de çêbû û di encamê de herî kêm 3 kes birîndar bûn.
Li paytexta Efxanistanê Kabîlê, doh di dema nimêja înê de, teqînek di hundirê mizgeftekê de çêbû û di encamê de herî kêm 3 kes birîndar bûn.
Polêsên Talîbanê ragihand ku di dema nimêja înê de teqînek di hundirê mizgefteke li Kabîlê de pêk hatiye.
Li gorî Amag Newsê, berdevkê Polêsên Kabîlê, Xalid Zedran daye zanîn ku teqîn li Mizgefta Eyûb Sabir a li herêma pêncemîn a Kabîlê çêbûye.
Li gorî agahiyan di encama teqînê de herî kêm 3 kes birîndar bûne.
DAIŞ`ê berpirsyariya gelek teqînên di demên dawîn de li mizgeftan li Efxanistanê, girtiye ser xwe.
KABÎL