Dîsa êriş bir ser milkê xelkê
Duşem 27 Hezîran 2022 - 21:45
- Meclisa Leşkerî ya Minbicê ziyanên topbarana li ser gundê Ereb Hesen belge kirin.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê ziyanên topbarana li ser gundê Ereb Hesen belge kirin. Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser zirarên di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de gihiştine gundê Ereb Hesen ê bakurê Minbicê, belge kirin.
Navendê beriya niha ragihandibû ku doh sibehê artêşa Tirk a dagirker bi tank û topan êrişî gundên Ereb Hesen, Ewn Dadat, Erba Kîlo, Cerad û Mefarîd ên bakurê bajarê Minbicê kiriye.
Navendê ziyanên gihiştine mal û milkên xelkê gundê Ereb Hesen û mezreyên wê, belge kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN