Dîsa ceza li Rêber Ocalan hate birîn!

Şemî 2 Nîsan 2022 - 02:21

  • Derket holê ku ji bo hincetê ji astengkirina hevdîtina malbatê û Rêber Ocalan re çêkin, rêveberiya hepsa Îmraliyê, cezayekî din ê dsîplînê li Rêber Ocalan birriye.

Miracaeta Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku ji bo hevdîtinê li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, bi hinceta qedexeya hevdîtina bi malbatê re ya ji bo 3 mehan careke din hate redkirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ‘tavilê hevdîtinê’ bikin, 22’ê Mijdara 2021’ê miracaetî Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê kiribûn.

Heman rojê bersiv ji parêzeran re hate dayin û eşkere bû ku li  Abdullah Ocalan du caran qedexeya hevdîtinê hatiye birrîn.

Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê miracaeta hevdîtinê ya parêzeran red kir û qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan a 12’ê Cotmehê weke hincet nîşan da. Dadgeriyê miracaeta malbatê ya ji bo hevdîtinê red kir û biryara Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Midûriyeta Saziya Înfazê ya Ceza ya Îmraliyê ya 18’ê Tebaxê weke hincet nîşan da ku bi 3 mehan serdan hatiye qedexekirin.

Tevî ku qedexeya 18’ê Mijdara 2021’ê ya li ser miracaeta malbatê bi dawî bû jî, ji ber ku miracaetî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hate kirin, bêbersiv hatin hiştin, parêzeran 28’ê Adarê careke din miracaetî Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê kir û xwestin ku astengiyên li pêşiya serdana malbatan bên rakirin û hevdîtina malbatê bê kirin.

Dadgeriyê 29’ê Adarê bersiv da miracaeta parêzeran û daxwaza wan red kir. weke hincet jî got, cezayekî dîsîplînê li Abdullah Ocalan hatiye birrîn, lewma hevdîtin nikare bê kirin.

Di biryara redkirinê ya dadger de hate gotin, “Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Îmraliyê 3’ê Sibata 2022’an cezayê dîsîplînê ji bo bêparhiştina ji serdana malbatê ya 3 mehan da û biryar di 21’ê Sibatê de misoger bû. Lewma miracaet hemû bi vê hincetê hat redkirin.”

Ev cezayê dîsîplînê yê 10’emîn e ku ji sala 2018’an û vir ve li pêşiya hevdîtinên malbatan weke asteng tê nîşandan. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê piştî redkirina miracaetê, li ber biryara Dadgeriya Înfazê û cezayê dîsîplînê rabûn.

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.