Dirî li min bûbûn dijmin

Nûçeyên Çand/Huner

În 15 Nîsan 2022 - 22:15

  • Diya min ez hişyar kirim, bûbû sibeh. Hê jî bêhna min giran bû. Li ser taştê berê min çû ser nûçeyan, du girtiyan li Sîlîvriyê li ber êşkenceyê hew xwe girtibû û wan jiyana xwe ji dest dabû. Diriyan bêhn li wan çikandibû!

HÊZIL BOTAN


Bi diltengiyekê di xew ve çûm. Ne ku di xew ve çûm, ne şiyar bûm ne jî di xewê de bûm. Xewn li min herimîn. Xewnereşkan bela xwe ji min venedikir. Hê jî bawer nakim ku dirêjiya xewnekê bi qasî sê saniyeyan e. Bila zanist careke din jî li ser mijara xewnan lêkolînan bike. Êş û aciziyên ku heta şeveqê di xewnên min de dibin çîrokên dengbêjan, ne sê saniye ne. Qebûl nakim!

Xewê zora min bir, deriyên xewnan li min vebûn. Li deştekê her dibeziyam, ne serî hebû ne jî binî. Min rêyek dabû ber xwe. Di wê baweriyê de bûm ku ew rê wê min bigihîne malê. Xeyalên malê dilê min germ dikirin û her dibeziyam. Li nîvê deştê diriyek di lingê min re çû. Hinekî rawestiyam, min dirî ji nav tiliyên xwe derxist û dilopek xwîn herikî ser axê. 

Min dîsa dest bi meşê kir. Geh dibeziyam geh dimeşiyam. Min li pişt xwe nihêrî li cihê ku dilopa xwînê rijiyayî, şitleke diriyan bilind bûbû. Tirsiyam… ji xwîna xwe, hêza xwe û ji êşa diriyan. Ji aliyekî ve kêfxweş bûm ku xwîn tiştekî ewqasî bi hêz e, ji aliyê din ve jî ji diriyên ku şîn dibin jî ditirsiyam. Di nav fikaran de min dîsa li pişt xwe nihêrî, diriyeke din jî şîn bûbû. Sawa di dilê min de zêdetir bû. Min ji xwe re got, ev ne îşê dilopek xwînê ye. Dirî di kemînê de bûn. Li benda hatine min bûn. Dirî li min bûbûn dijmin. Dirî nebûn dijmin, jixwe dijmin bûn, xwe ji ber min vedişartin. Tirsiyam… Min lez da xwe…

Baweriya gihîştina malê hêz dida lingên min, dibeziyam. Tirsa şevê diket dilê min. Heke heta êvarî negihim malê wê dirî xefkeke din jî li ber min deynin. Min lezand. Di nav xwîdanê de mabûm. Tîrêjên rojê dibûn xwîdan û ji nav serê min ber bi bedena min ve diherikîn. Xem nedikir, hew mabû bigihim malê. 

Min li aliyê xwe yê rastê nihêrî diriyeke dirêj, dirêj, dirêj ku digihîşt ezmanan. Serê diriyê ezman qûl kiribû. Ji bilindiya wê hinekî tirsiyam lê xem nedikir, ez ê bigihîştama malê. Jixwe ne li ser rêya min bû, li kêlekê bû. Beziyam, beziyam, beziyam…

Diriyek di destê min ê çepê re çû. Li pêşiya min diriyek hebû û min nedîtibû. Xem nedikir, dibeziyam. Hem dibeziyam hem jî min hewl dida diriyê ji nav çermê xwe derxim. 

Piştî ku tîrêjên tûj ên rojê ji ser min çûn, bayekî hênik bi ser min de hat û bêhna min hinekî hate ber min,  min dît ku li pêşiya min hin diriyên din jî hene. Divê li min nebûya şev! Dibeziyam…

Her ku diçû dirî zêdetir dibûn, yan jî zêde bûn lê min ji nû ve didîtin. Ji ber vê yekê min nedikarî bi qasî kêliya din bi lez bibezim. Di her gavekê de min hewl dida xwe ji diriyên li ser rê jî bidim aliyekî. 

Hê jî rêya min hebû, dirî dirêj dibûn, zêde dibûn, derdora min dorpêç dikirin. Êdî têra xwe giran bûbû meşa min û rêya min xuya nedikir. Lê min dizanibû li aliyê rast im. Di her qevzekê de diriyek di laşê min re diçû, dîsa jî ne xema min bû. Diçûm, diçûm û diçûm. Zêde dibûn, diçûm, zêde dibûn, diçûm, bilind dibûn. Wan dor li min digirt… 

Rengê ezmanan vediguherî rengekî zer, pirteqalî û sor. Dengê diriyan dihat, li hev diketin, dengekî wekî qêrînekê ji wan bilind dibû. Di ber guhê min de difîkandin… êdî ji ber ku nêzîkî min bûbûn, min dijminên xwe bi çavên serê xwe didîtin, ji wan neditirsiyam, lê cihên ku dirî di wan re çûbûn dişewitîn. Xwîdana min bi ser wan deran de diherikî û bêhtir dişewitîn. Dirî dirêj dibûn, ber bi ezmanan ve diçûn. Dûr ji wî halî, ev min nefetisînin heta êvarî? Neditirsiyam. Lê dibe ku xwe li min bipêçin û min bifetisînin. 

Yekê ji wan xwe li lingê min pêça, şev di rê de bû, va ye dihat… Diriyê xwe li min dipêça, şev dihat, diriyê xwe li noqa min pêça, şev dihat, diriyê xwe li destê min pêça, şev dihat, diriyê xwe qirika min pêça, şev dihat, bêhna min bi qasî meşa kosiyekî giran diçû û dihat, diriyê xwe dipêça, şev dihat, bêhna min ne diçû ne jî dihat… Bi tenê bûm, min dixwest gazî diya xwe bikim, diriyan nedihişt deng ji min derkeve. Gaziya min dibû hêvî, dibû girî û diherikî…

Diya min ez hişyar kirim, bûbû sibeh. Hê jî bêhna min giran bû. Li ser taştê berê min çû ser nûçeyan, du girtiyan li Sîlîvriyê li ber êşkenceyê hew xwe girtibû û herduyan jiyana xwe ji dest dabû. Diriyan bêhn li wan çikandibû, bi tenê mabûn, kesî dengê wan nebihîstibû, dawî dawî dawî dawî li jiyana wan anîbû..!

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.