Dîplomasiya ji bo Rojava

Duşem 20 Îlon 2021 - 01:37

  • Lêgerîna li çareseriyekê ya bêyî PKK, tenê bi armanca zirarkirina li Kurdan e û ne tiştekî din e. Divê mirov lîstikên DYE, PDK û ENKS´ê bibîne ku bi siyasetê ser wan digirin. Divê tevahiya pirsgirêka Kurd li ser maseyê be û çareseriyeke hevgirtî jê re bê peydakirin.

Rauf Karkogan ji bo beşê Ingilîzî yê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) li ser hewldanên dîplomatîk ên Rêveberiya Xweser analîzek weşand.

Ew dibêje, "Tevî ku naskirina fermî a serweriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku rewa ye, tevgereke dîplomatîk heye bi serdanên di asta bilind de bi heyetênMSD´ê yîn payebilind ên diçin paytextên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Yekîtiya

Ewrûpayê re di çarçoveya peywendiyên dualî de hebûn."

Ew dibêje, Rojava hem li navenda minaqeşeyên herêmî ye û hem jî "çareseriya wan e". Bi ya wî girêka pêşî ya çareserkirina krîza Sûrî jî, Rojava bi xwe ye, lewma: "Heger pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin ew çareser nabe. Aştiya li Sûrî girêdayî Kurdan e, li Tirkiyeyê jî ev wisa ye."

ENKS li dijî şoreşê ye

Ew dibêje meseleya muzakereyên bi ENKS´ê re yek ji mijarên sereke yên gelek hevdîtinên dîplomatîk bûye, lê "ji ber ku helwêsta siyasî ya ku ENKS nûneirya wê dike, ji bo Şoreşa Rojava pirsgirêkek e; lewma newekheviyên ENKS´ê bi Rêveberiya Xweser re gelekî mezin in.

Ew di her firsendê de li derî û platformê de pêşiyê li Rêveberiya Xweser digire û xirab dike. Dîsa jî pêvajoya diyalogê û lêgerîna lihevkirinê dewam dikin. Hîna nû DYE´yê gavek avêt da ku bi rola xwe ya navbeynkar rabe û têkiliyên di navbera Kurdan de baş bike. "

Bi ya wî, ji bo jî ya esasî ew e ku arîşeya di navbera PDK û PKK´ê de bê bidawîkirin. Yanî "Li hevkirina Kurdan divê li Qendîl û Hewlêrê biçe serî, tenê ji bo Rojava jî beç ev wiha ye; ev dibe sedema gumanan".

Ew gava vê yekê rave dike jî dibêje, ENKS weke rêxistineke di nava PDK´ê de tevdigere, ji ber wê jî zirarê hem li berjewendiyên giştî yêîn Kurdan dike û hem jî li berjewendiyên Rojava; lewma "Tevahiya hewldanên pratîk ên siyasî yên ENKS´ê li gorî dijberiya şoreşê hatine eyarkirin." 

Tenê berjewendiyên DYE´yê hene 

Bi ya wî ji bo diyalogeke ji dil divê ENKS dev ji vê helwêsta xwe ya dijminane berde. 

Li gorî wî DYE hewl dide hebûna xwe ya eskerî li Iraqê ber bi Sûrî ve bibe û di vê çarçoveyê de jî ew hewceyî diyaloga di navbera aliyên Kurd ên Rojava de ye. Yanî li gorî wî DYE wê ji bo berjewendiyên xwe bixwaze diyalogê bi pêş bixe. Lê: "Lihevkirina di navbera ENKS û Rojava deç li şûna ku xizmeta Rojava bike, xizmeta zêdekirina tesîra PDK´ê li Rojava dike û ev jî Rojava lawaz dike."

Axir ji bo DYE´yî jî ew dibêje, "Piştî Efxansitanê û daxuyaniya vekişîna ji Iraqê, gelo ew ê hji Sûrî veişe yan na bi temamî girêdayî berjewendiyên wê yên siyasî ye. Divê têkiliyên wê bi Kurdan re jî li ser vî esasî bên nirxandin."

Bêyî PKK çareserî nabe

Ew meseleya çeteyên bi navê Pêşmergeyên roj jî minaqeşe dike û dibêje, ENKS dagirkeriya Tirkan rewa dike. Ji ber wê jî lihevkirina bi ENKS´ê re halê hazir xeyalî ye. 

Di dawiyê de w dibêje, "Lêgerîna li çareseriyekê ya bêyî PKK, hewldana destpêkirina diyalogekê û lihevkirinekê tenê bi armanca zirarkirina li Kurdan e û bne tiştekî din e. Divê mirov lîstikên DYE, PDK û ENKS´ê bibîne ku bi siyasetê ser wan digirin. Divê tevahiya pirsgirêka Kurd li ser maseyê be û çareseriyeke hevgirtî jê re bê peydakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.