Dinyayeke ji dubendiyan wêdetir

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 7 Hezîran 2023 - 05:33

Dinyaya ku li ser dubendiyan ava bûye bi wextê re insanan ber bi hişmendiyeke şaş ve dibe. Êdî her tişt bi peyvên weke “xweşik” û “kirêt” tên pîvandin. Lê wênegira bi navê Sujata Setia bi wêneyên xwe yên tesîrker dinyayeke ji dubendiyan wêdetir raberî me dike. Wêneyên ku wê girtine dikin ku careke din mirov li ser wê hişmendiya ku bi dubendiyan ava bûye bifikire.  

Wênegirî an jî huner bi giştî hin caran dibe amûreke baş da ku mirov serpêhatiya hin kesan bîne ziman. Nexasim wênegirî dema bi awayekî baş û bi tesîrker were îcrakirin ew dikare nihêrînên xelkê jî biguherîne û bike ku xelk bi nihêrînên cuda li hin meseleyan binihêrin. Yanî hin caran hewce nake mirov hin qewimînan şirove bike an jî li ser biaxive, tenê wêneyek têrê dike ji bo mirov ji meseleye têbigihîje û ew hîs bike. Wêneyên Sujata Setia jî ji wan wêneyan in ku her tiştî bi dîmen nîşan didin. Ew bi projeya xwe ya “Changing the Conversation” jiyana kesên astengdar nîşanî xelkê dide, yanî portreyên wan digire. Her wiha ew hêz û berxwedana van kesan ya li hember astengiyan jî nîşan dide. 

Serpêhatiya Sujata Setia ya bi zaroka wê ya 8 salî re dike ku ew dest projeyeke wiha bike. Keça wê ya 8 salî rojekê ji dibistanê vedigere û ji diya xwe re dibêje; “Dayê ez xweşik im an na?” Ev pirsa hanê bivênevê bala Sujata Setia biriye ser têgehên “xweşikbûn” û “kirêtiyê”. Bi vî awayî ew li ser van peyvan dihizire û diçe rabuhiriya xwe; “Ez li bajarekê piçûk yê Hindistanê mezin bûm. Di nav civakeke baviksalar de ez pirrî caran rastî dubendiyan weke xweşikî û kirêtî, keç û kur, dewlemend û xizan hatim. Ez her tim li hember tiştên wisa derketim û şerê min bi van dubendiyan re bû.”

Sujata Seita ji dinyaya ku bi dubendiyan hatiye avakirin pirr aciz e. Jiyana wê her çiqas bi van dubendiyên nav jiyanê derbas bûbe jî ew naxwaze keça wê bi heman hizrê mezin bibe û di nav van dubendiyan de bimîne. Piştî ku ew ferq dike keça wê jî dişibe wê û bi heman awayî li ser dubendiyan dihizire dixwaze projeyeke ku astengî û dubendiyan ji holê rake çêbike. Ew bi vê projeya xwe dinyayeke bêîstisna, dinyayeke ku dubendiyan ji holê radike nîşanî xelkê dide. Her wiha naxwaze keça wê jî bi ser dubendiyan dinyayê binirxîne û bi vî awayî nêzî insanan bibe. Esas ew bi vê projeyê hişmendiya ku li ser dubendiyan ava bûye serobino dike. Her weneyekî wê nîşaneyeke bi hêz ya vê nêzîkatiya wê ye.

Birînên xuyakirî û yên veşartî

Sujata Seita ku bêhtir bi wêneyên zarokên nû çêbûyî û jinên ducanî dadikeve vê carê bi projeyeke wiha derdikeve pêşberî xelkê. Ji ber karê wênegiriyê dike gelek serpêhatiyên wê jî çêdibin û rasthatinên wê yên ecêb hene. Piştî ku ew jina bi navê Cartrin nas dike bêhtir li ser projeyê difikire û nihêrîna wê jî diguhere. Cartrin jineke Fransî ye ku bedena wê ji sedî 96 di qezeya trafîkê de şewitiye. Sujata Seita, serpêhatiya xwe bi Cartrîn re wiha şirove dike; “Piştî naskirina wê min ferq kir ku hîna gelek tişt hene ku divê em li ser biaxivin. Diviyabû xelk hay ji birînên ku tên xuyanê û her wiha birînên veşartî jî hebûna. Min carek bi tenê Cartrin dît û tenê dîtinek têrê kir ku projeyê xurttir bikim û firehtir bikim.”

 

‘Ez ji vî tabloyî pirr hez dikim’

Jina Fransî ya bi navê Cartrin piştî ku qeza dike 3 meha di komayê de dimîne. Piştî rehabîlîtasyona 4 mehan bi zorê radibe ser piyan. Gava ku xelk dilê xwe pê diêşînin pirr zora wê diçe û ew vî tiştî weke empati binav nake; “Heger birînên min bikin ku tu bi birînên xwe bihesî elbet ev tiştekî baş e. Wê gavê ez ê ji te fêhm bikim. Û ji xwe tiştê li bende me jî ev tişt e. Lê ez empatî û sempatiyê naxwazim! Birînên min ên li ser bedena min dikin ku ez xwe taybet, tekan û cuda hîs bikim. Ew darbeyên firçeyê ne, firçeya jiyanê…û ez jî ji vî tabloyî pirr hez dikim.” Cartrin di vir de balê dibe ser tiştekî girîng û naxwaze li hember insanên wiha xelk bi empatî tevbigerin. Ji lewma wê daxwaza Sujata Seita paşve venegerandiye û hiştiye ku wêneyên wê yên bi tesîr bigire.

 

‘Kirêtî’ bû nasnameya min!

Jina bi navê Tulsî jî yek ji wan jinan e ku Sujata Seita wêneyên wê girtine. Serpêhatiya wê jî balkêş e. Tulsî di sala 1990’î de, di qezayeke balafirê de bi saxî difilite lê ew di vê qezayê de dê, bav û birayê xwe winda dike. Ew vê travmayê nikare zû bi zû jibîr bike û gelek caran rastî bûyerên ne xweş tê. Tulsî wiha behsa xwe dike; “Ez 10 salî bûm dema ev bûyer hate serê min. Bi carekê sêwî mam. Ji ber bedena min şewitî bûn û li ser rûyê min jî dewsa qezayê hebû xelkê ji min re digot tu ‘kirêt’ î. Yanî ‘kirêtî’ bû nasnameya min. Ma ne wisa, dê kî kar bidaya min, dê kî bi min re bizewice? Ma ne ez kirêt im! Rojekê gava ku çar zilam di wesayîtê de gazî min kirin û ji min re gotin; ‘Tu çiqas kirêtî’ ez fikirîm ku xwe bikujim. Lê min ev tişt nekir, ji dêvla tiştekî wisa bikim ez çûm min karekî dît û ez xebitîm weke her kesî. Ez bi travmayên xwe re rû bi rû mam û min bi vî awayî xwe baştir hîs kir. Tu ji min bipirsî niha li dinyayê kesa herî xweşik ez im. Karekî min yê baş heye, ez bi xwe bawerim. Ez wê Tulsiya ku di 10 saliya xwe de qeza derbas kir hembêz dikim û pê dijîm. Ji cihê mayî dewam dikim…”

Dinya ne li ser dubendiyan ava bûye

Dibe ku gelek tiştên ne baş were serê mirov. Lê Sujata Setia dide zanîn ku divê insan tenê bi van tiştan neyê nirxandin. Bi tiştên ku hatine serê insan. Ji lewma hin caran di roja herî tarî de ronahiyek xwe dide der û ev ronahî gelek tiştan diguherîne. Sujata Setia herî dawî got; “Ez naxwazim wêneyên min biryara hin tiştan bidin û van tiştan pênase bikin. Dinya tenê li ser dubendiyan ava nebûye. Yanî ji dubendiyên xweşikî û nexweşikî, başî û nebaşî û jin û mêran wêdetir dinyayeke din heye ku ew jî zû bi zû nayê pênasekirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.