- Hunermenda bi navê Elicia Edijanto di hunerê xwe de berê xwe dide nostaljiyê. Wêneyên ku çêdike dişibin fotografan, nexasim jî ew fotografên reş û spî yên demên berê.
Hunermenda bi navê Elicia Edijanto di hunerê xwe de berê xwe dide nostaljiyê. Wêneyên ku çêdike dişibin fotografan, nexasim jî ew fotografên reş û spî yên demên berê. Di kompozîsyonên wê de zarok û heywan du tiştên sereke ne û her wiha dîmenên bi mij û moran yên di rengê gewr de jî di wêneyên wê de derdikevin pêş. Dema mirov çav bi wêneyên wê dikeve weke dîmenên filmên berê xuya dikin.
Elicia Edijanto di wêneyên xwe de li ser rastî û xewnan disekine. Yanî mirov dikare bibêje, wêneyên xêz dike di nava rastî û xewnan de mane. Ew bêhtir li ser fîgûrên weke sîlûet (sîh, xetên sîhê) sekiniye û hewl dide van sîlûetan di nav rengekî gewr de nîşan bide. Elicia Edijanto hunerê xwe wiha pênase dike, “Huner ji bo min rêyeke katharsîsê ye. Ez ji bo dinyayeke bi sikûnet û dilovan xêz dikim.”
Di wêneyên Edijanto de her kes dikare hîseke cuda derxe. Ji ber çîrokên ku disêwirîne, tişta ku bi boyaxê xêz dike, xwedî asoyên fireh e.
Her çend ew mirovan di nav xewn û rastiyê de bihêlin jî mirov bi her awayî dibin ber bi zemanên berê ve. Mirovî dibin wan zemanên ku wêneyên bi reng tine bûn û tenê yên reş û spî hebûn.
NAVENDA NÛÇEYAN