‘Dilop’a sala nû têr û tije ye

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 18 Çile 2024 - 02:56

Kovara Dilop ku bi Kurdî û Tirkî weşanê dike hejmara xwe ya 32’yan gihand ber destê xwendevanên xwe. Kovara Dilopê du mehan carekê tê çapkirin û ev hejmar hejmara mehên Çile û Sibatê ye.

Di vê hejmarê de du jê bi Kurdî, sê jê bi Tirkî 5 hevpeyvîn hene ku derketine pêş. Yek ji van li ser pirsgirêka kurd e ku di heman demê de ji dêvla dosyayê hatiye belavkirin. Ji bo vê yekê Serpil Îlgun ligel Kordînatora Giştî ya Lêkolînên Sosyo Polîtîkê Yuksel Genç hevpeyvîn kiriye. Hevpeyvîn bi ser 'di warê pirsgirêka kurd de rewşa nû, pozîsyonên çînî, guherînên sosyolojiya herêmê' re pêş ketiye. Genç dibêje, "Li hemberî pêdiviyên pircureyî de vegotineke siyasî nehatiye sazkirin."

Ji bilî vê sê hevpeyvînên din jî hene. Yek ji wan bi Kirmanckî ye. Yaşar Çiçek ligel nivîskar Şahin Çiçek hevpeyvînek kiriye. Çiçek kurtedemek berê bi navê "Larika Domanu" romaneke bi Kirmanckî nivîsandibû. Hevpeyvîn li ser vê hatiye kirin.

‘Bîr’ navenda helbesta min e

Hevpeyvîna din ligel Rêzan Diljen hatiye kirin ku wî Xelata Arjen Arî girtibû. Di hevpeyvîna ku Bîlalê Xerzî pêre kiriye de Diljen dibêje, "Navenda helbesta min bîr e" û wiha dewam dike; "Bîr paşxaneya helbestê ye. Binêr te di pirsa berê de çi mînakeka xweşik daye. 'Hemingway dibêje: kesekî zarokatîyeke bextewar bihurandibe nikare bibe edebiyatnas.' Ma ev ne bîr bi xwe ye. Bîr... Bîranîn... Çîrok, dibistan, zarokatî, kal û pîrik, ciwantî, hezkirina ewil, bêrîkirina welêt... Ev hemû bîr in, birîn in, bêbinî ne, heta nebin helbest kêm in bo min. Ji ber wê navenda helbesta min e bîr."

We çi kir bi Kurdî bikin

Hevpeyvîna din ku em bibîr bixin jî ligel dîrokzan, nivîskar Erdogan Aydin hatiye kirin. Di hevpevyîna ku Bulent Ulus kiriye de meseleya nîqaşa li ser Şêx Seîd jî bûye mijar. Eyşem Jînda jî ligel Komeleya Ziman û WêjeyaKurdî ya Zanîngeha Dîcle hevpeyvîn kiriye. Kom dibêje, "We çi kir, bi kurdî bikin."

Di vê hejmarê de Yildiz Çakar, Vedat İlbey, Sezai Sarioglu, Elif Eser, Fewzî Bîlge, Ozkan Zulfikar, Mehmet Ozyazanlar, Kemal Înal, Cemil Oguz, Muzaffer Oruçoglu, Zelal Sahidenur Sari, Rûmet Med, Selîm Temo, Sevda Karaca bi nivîsên xwe; Mehmet Ufuk Gultekîn, Ozgun E. Bulut (Werger Îkram Balekanî), Şêxmûs Ozpolat, Rizaliyê Reşîd bi helbestên xwe cih girtine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.