Dijmin li dijî Kurdan hevdigirin

Nûçeyên Dosye

În 18 Kanûn 2020 - 16:17

  • Serdanên rayedarên Iraqê yên Enqerê, daxuyaniyên rayedarên PDK´ê li dijî QSD û YPG´ê, êrişên çeteyên Roj li dijî gerîlayên Kurdistanê û zextên Rûsyayê yên zêdekirî li ser QSD´ê hemû îşaret bi pîlanên bi lez ên dijminên Kurdan dikin. 

Serokçeteyê dewleta Tirk Tayyip Erdogan, pêncşema bihurî, serokwezîrê Iraqê Mustefa El-Kazimî vexwend Enqerê. Ev serdana têra xwe ji xafil ve îşaret bi eceleyeke herdu aliyan dike. Beriya serdanê bi rojek, diduyan wezîrê karên derve yê Iraqê yê PDK´yî Fuad Huseyin jî li Enqerê bû. Wezîrê karê derve yê dewleta Tirk, Çavuşoglu jî xwe li pîlanên xwe yên li dijî Kurdan germkirî, daxuyaniyên xwe dan da ku hem Kurdan çêtir berde hev û hem jî zemînekî din ê hevkariya bi PDK´ê xurt bike.   
Analîstê Rojhilata Navîn Samuel Ramani yê li Zanîngeha Oxfordê, dibêje, Iraq û Tirkiye weke hev li meseleyên xwe yên sînor nanihêrin. Bi ya wî Iraq dagirkeriya dewleta Tirk weke binpêkirina hukimraniya xwe dibîne, lê dewleta Tirk hebûna PKK´ê li Iraqê weke tehlûkeyeke heyatî li dijî ewlekariya xwe ya neteweyî dibîne. 

Hevkariya dewleta Tirk, Iraq û PDK´ê li dijî Rojava ye jî

Axir mesele ne tenê ev e; berterefkirina Rêveberiya Xweser a Şengalê jî meseleyeke din e ku Iraq û Tirkiyeyê tîne cem hev. Peymana di navbera PDK´ê û hikûmeta Bexdayê de, eşkere peymaneke bi Enqerê re diyar e. Lê belê berxwedana YBŞ´ê, xelkê Şengalê û Asayîşa Êzîdxanê heta niha nehiştin ku ev pîlanên dewleta Tirk li Şengalê biçin serî.

Mirov nikare hewldana şerî ya bi destê çeteyên Roj ên ku PDK dixwaze bi wan şerekî Kurd li dijî Kurd bide destpêkirin jî nebîne. Kemîna ku duşema bihurî wan li gerîlayên Kurdistanê veda û 3 gerîla birîndarkirin, beşek ji vê ye.   
Daxuyaniya ofîsa Mesrûr Barzanî ya weke “Nabe ku destûra YPG´ê bê dayîn ku alîkariya ji derve ji bo êrişê bibe ser erdên me bê dayîn. Dubarebûneke vê wê zirareke cidî bike li ewlekariya herêmî.” Ne daxuyaniyeke belesebeb e. Ew parçeyek ji siyaseta dewleta Tirk a li dijî Kurdan û Kurdistanê ye. Di vê daxuyaniyê de eşkere giliyê YPG´ê û beriya wê jî yê QSD´ê hatibû kirin. Di hevdîtinên Iraq û Tirkiyeyê de Şengal, û Başûr tenê ne mijarên sereke ne, lê êrişa li dijî Rojava ya ku niha li bereya Eyn Îsa bi lihevkirina Rûsya û delweta Tirk bi rê ve diçin jî, beşek ji van pîlanan e.   
Jixwe ji ber wê, Samuel Ramani difikire ku şerê li Sûrî yek ji mijarên sereke yên hevdîtinên li Enqerê yên di navbera dewleta Tirk û Iraqê de bûye.

Ti xêra vê tifaqê li Iraqê nabe

Di daxuyaniya Çavuşoglu ya di dema serdana Fuad Huseyinê PDK´yî de jî van gumanan xurt dikin: “Weke Tirkiyeyê, em ê her alîkariyî bidin da ku welêt [behsa Iraqê dike] ji vê rêxistina terorîst paqij bikin."  
Helbet Iraq jî li hemberî vê hevkariya ku nexasim bi destê PDK´ê wê bimeşe, li benda hin tiştan e. Yek ji wan ew e ku Iraqî karibin bê vîze biçin Tirkiyeyê. Ji bo vê jî biryara damezrandina komîteyekê jî hat dayîn.
Lê Tirkiye, tevî ku Iraq evqas tawîzan jî dide, xwe lê giran dike. Mesela protokola li ser parvekirina adil a avê ji bo ava çemê Dîcle îmze nekir. Di warê bazirganiyê de jî ji hecma 15 milyar dolaran, ti karê Iraqê nîne û kar û xêr hemû li dewleta Tirk dibe.

Di rewşeke wisa de serokwezîrê Iraqê Kazimî çima lezand û li ser vexwendina Erdogan çû Enqerê? Ya xuya ew e ku di hesabên Kazimî de jî di yên Tirkiye û PDK´ê de jî ev hefteyên dawî yên rêveberiya Trump xwedî roleke mezin in. Sedema eceleyê jî ew e ku beriya guhertina rêveberiyê li Emerîkayê çi ji van pîlanan karibin bibin serî wê bibin serî. Ji bo aliyê Kurd yek tişta diyar heye: çi ji van pîlanan biçe serî wê zirarê li Kurd û Kurdistanê bike.

FRANKFURT 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.