Dijî qirkirina ekolojiyê banga seferberiyê

În 23 Tebax 2024 - 00:29

Nûnerên Saziyên Sivîl ên Şirnexê bal kişandin ser stratejiya dewleta Tirk a ku li ser ekolojiya Kurdistanê, xasma jî li Şirnexê didomîne û got asta qirkirina daristanan li Şirnexê hatiye wê astê ku ziyanê bide zindiyan û jiyanî mirovî û bang kirin ku hemû saziyên ekolojiyê bêne Şirnexê û bi taybet jî xwestin ku gel dijî vê talangeriyê rabe ser xwe. 

Li Şirnexê qirkirina daristanan didome. Dewleta Tirk bi salan e bi navê ‘’ewlehiyê’’ bi rengekî sîstematîk daristanan qir dike. Darên ku ji alî cerdevanan ve têne birîn li bajarên cuda têne firotin. Qirkirina daristanan ziyanê dide gelek zindiyan û jiyana mirovan jî dixe talokeyê. Li dijî vê talangerî û qirkeriya ekolojiyê ya bi kontrola dewletê Rêxistinên Saziyên Sivîl ên Şirnexê seferberî ragihandin û her hefê bi daxuyaniya çapemeniyê bale dikişinin ser tinekirina ekolojiyê. Saziyan bang li raya giştî kirin ku ji bo pêşî li talanê were girtin tevbigerin. 

Kurdistanê dikin çol

Hevserokê Şaxa Genel Îş’ê ku giredayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Şirnexê Ayhan Ergen diyar  kir bêdengî talankirinê zêdetir dike û got hewceya ku gel div ê mijarê de hesas be û helwesta xwe nîşan bide.

 Ergen bang li hemû saziyên sivîl û rêxistinên ekolojik kir ku bêne Şirnexê û got,’’Li Kurdistanê polîtîkaya çolkirina sîstematîk a xwezayê tê meşandin. Ji bo pêşî lê bê girtin divê hemû saziyên sivîl û rêxistinên ekolojîk bên Şirnexê û ji bo sekinandina vê talanê dengekî cîdî derkeve hole. Heke wisa nebe di demen pêş de xetereyên mezin wê derkevin holê." 

Ziyanê dide jiyana mirovî jî 

Berdevkê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) yê Demê yê Şirnexê Samet Kaya diyar kir talankirina xwezayê tesîrê li ser tendiristiya mirovan jî dike û dijî vê wan biryar li ser daye ku her hefte daxuyaniya çapemeniyê bidin û got’’Ji ber talan kirina xwezayê hewa jî qirêj dibe. Bi qirêjbûna hewa re nexweşiyên weke KOAH’ê jî dertên holê. Her wiha li herêmê mirov bi sewalkariyê debara xwe dikin. Bi birîna daran ve cihekî ku sewal lê biçerin jî namîne. Welatiyên ku nekarin debara xwe bikin wê neçar bimînin ku koçber bibin. Xetereyên talana ekolojiyê li ser jiyana mirovan pir in.”

 Gelê me divê dijî talanê rabe

Kaya bi berdewamî diyar kir tenê bi daxuyaniyên saziyên sivîl nikarin pêşî li  vê qirkirinê bigirin û xwest ku hemû saziyên ekolojiyê berê xwe bidin Şirnexê. Kaya got,’’Ji her kesê ku li vir dijî divê li dijî vê talanê dengê xwe derxînê û em bi hev re li dijî vê talanê bisekinin. Divê taybet jî gelê me li dijî vê talanê derkeve. Em dizanin hêza herî mezin gel bi xwe ye. Heke gelê me li dijî vê talanê bisekine û bertekên xwe nişan bide em dikarin pêşî li birîna daran bigirin. Banga me ji saziyên sivîl, rêxistinên civakî, partiyên siyasî û hemû saziyên ekolojiyê ew e ku berê xwe bidin Şirnexê. Şirnex di bin xetereyeke mezin de ye. Li dijî vê yekê em bi hev re dengê xwe bilind bikin û pêşî li vê talanê bigirin. Şirnexê bi tenê nehelin.”

MA/MAHMUT ALTINTAŞ/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.