Bi hevkariya Zanîngeha Rojava a li Qamişloya Rojava û Zanîngeha Bremenê ya li Elmanyayê, îsal dibistaneke havînî tê organîzekirin. Akademîsyenên ji welatên cihê yên Ewrûpayê wê di Dibistana Havînî de heta 23´yê hezîranê dersê bidin.
Bi hewldana Înstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava, û hevkariya Zanîngeha Bremen û CSCUNES´ê (Navenda Hevkariya bi Zanîngehên li Bakur û Rojhilatê Sûrî re) ev Dibistana Havînê wê li dar bikeve. Du formatên cihê yên dibistanê hene. Li dibistanê wê ji Rojava 10 û ji Bremenê 17 xwendekarên masterê dersan bibînin. Lingekî duyem ê dibistanê jî wê li xelkê vekirî be.
Dibistana bi semînerên du hefteyan wê 8´ê Hezîranê bi semînera nûnera Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re Havîn Guneşer ya bi navê “Di felsefeya siyastê ya Abdullah Ocalan de dekolonîsazyon” dest pê bike û heta 23´yê Hezîranê dewam bike. Semîner wê para bêhtir bi Kurdî û Ingilîzî bin. Ji bo beşdarbûna li semînerên li xelkê vekirî û ew jî 9 in, divê mirov xwe li ser lînka li jêr qeyd bike.
Her sal zanîngeheke din
Rêveberê Înstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava Dr. Serdar Saadî got, ew dixwazin her sal bi zanîngeheke din re vê Dibistana Havînê dewam bikin.
Wê da zanîn ku elaqeya ji bo semîneran zêde zêde ye û ji niha ve ji bo hin semîneran 120 kesan xwe qeyd kiriye.
Saadî da zanîn ku ji bo pîrozkirina 10 saliya Şoreşê wan ev Dibistana Havînê ya bi du qonaxan organîze kiriye.
Dr. Serdar Saadî got, heta niha li dinyayê gelek kesan behsa Rojava û di têkoşîna dij-kolonyal de cihê Rojava kiriye û niha Kurd bi xwe ji nava têkoşîna dij-koloniyal bi xwe radibin û wê behsa tecrûbeya xwe bikin. Wî got, “Em dibêjin, li ser vê meseleyê gotineke Kurd jî bikin heye. Berê gelekî li vê mijarê hatiye kolan, lê werin ji Kurdan guh bidin meseleyê.”
NAVENDA NÛÇEYAN