Dibistana gulên Mexmûrê

Şemî 16 Cotmeh 2021 - 01:20

  • Navenda Hêvî ji bo zarokên bi sendroma down, otîst û xwedî pêdiviyên taybet bûye hêlînek. Ji bo ku ev zarok bêxwedî nemînin jî rêveberiya dibistanê bang li Kurdistaniyên li Ewrûpayê û dostên wan dike da ku alîkariya navendê bikin.

IDRÎS KARA / MEXMÛR

Navenda Hêvî ya li Mexmûrê, dibistanek taybet ji bo zarokên xwedan pêdiviyên taybet ên bi sendromên down û otîzmê re ava kiriye. Ev dibistan, yek ji nimûneyên kêm ên li wargehên penaberan e, li temamê dinyayê jî nimûneyên wê kêm in. Dibistan weke baxçeyekî gulan e, bi gotineke din baxçeyê gulên Mexmûrê ye. Herî zêde pêwîstiya dibistanê bi mamosteyên pispor heye, wekî din jî rêgiriya PDK’ê ya li ser wargehê jî bandoreke nerênî li zarokên vê dibistanê dike. Navenda Hêvî ji bo alîkariyê bang li hemû kesî dike. Gulên Mexmûrê tenê nehêlin.

Navenda Hêvî di 20’ê Îlona 2020’an de li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî a Mexmûrê hatiye vekirin. Navenda Hêvî dibistanek taybet a ji bo zarokên xwedan pêdiviyên taybet, bi sendromên down û otîzmê ye. Li Navenda Hêvî 30 zarok dixwînin û 5 mamoste hem li wan miqate ne û hem jî perwerdeya wan misoger dikin. 

Nimûneyeke pirr baş e

Li wargeheke penaberan vekirina dibistaneke bi vî awayî, bi serê xwe, muhim e, û ne hêsan e jî. Li cîhanê mînakên wisan pirr kêm in. Ha ev dibistana Navenda Hêvî ya li Mexmûrê niha nimûneyeke baş e ji bo dibistanên bi vî rengî di wargeheke penaberan de; dibistaneke ji bo zarokên otîst, bi sendroma down û xwedan pêdiviyên taybet.

Ji berdevkên Navenda Hêvî Salih Babat, li ser armanca sereke ya vekirina dibistanê, zoriyên dikêşin, alîkariyên tên û bandora rêgiriya PDK’ê ya li ser zarokan, ji rojnameya me re axivî.

Salih Babat got, armanca sereke ya Navenda Hêvî zarok bi xwe bûne. Salih da zanîn ku ji ber ku li wargeha wan gelek zarokên xwedan pêdiviyên taybet, otîst û bi sendroma down hebûn, kes bi wan re elaqedar nedibû, ew dihatin paşguhkirin, ji bo wê jî wan navendeke bi vî awayî vekiriye.

Babat di dewamê de got; “Ji

ber şert û mercên penaberiyê, zarok di mal de diman û li ser malbatê jî dibûn barekî giran. Malbatan di malê de nekarî bi xweşikî miqate bibin li wan û bersivê bidin pêdiviyên wan ên taybet ên di jiyana wan de. Me xwest ev zarok werin perwerdekirin, tevî temenê wan mezin jî bûye, me dibistaneke wan vekir. Bê guman em baş nizanin, nexweşiya van zarokan tam çi ye. Ji ber ku derfeteke teşxîskirinê nîne.”

Ji Mexmûrê jî diçin wargehê

Salih Babat diyar kir ku ji navçeya Mexmûrê ya ser bi Mûsilê jî xwendevanên wan hene, ûweke sedem jî dibêje, ji ber ku Iraq bi giştî wek hikûmet jî, serê xwe ji van zarokan naêşîne. Weke nimûne, li Herêma Kurdistanê tenê navendek bi vî awayî heye, wekî din nînin. Ji bo wê jî ji Mexmûra jêr jî şagirt hene û malbat bi vê yekê pirr kêfxweş in. Weke ku Salih Babat dibêje, malbatên wan zarokên ji Mexmûra jêr, dibêjin, 100 sal in ew li Mexmûrê ne, lê ti hikûmetan dibistanek weke vê ji bo van zarokan venekiriye.
 
Bi sporê ders dest pê dikin

Zarokên dibistanê, bi werzîş û sporê dest bi roja xwe ya li dibsitanê dikin. Salih li ser sedema vê yekê got, ji ber ku ew zarok di mal de dimînin, ji ber vê herî zêde pêwîstiya wan bi werzîşê heye. 

Stajera ji Elmanyayê

Navenda Hêvî li Elmanyayê bi fermî tê naskirin. Beriya niha xwendevaneke Elman ji zanîngeha Bielefeldê ya ku beşa Karê Komelayetî xwendibû, li Navenda Hêvî staja xwe kir.

Heyva Sora Kurdistanê ya Swîsreyê ji bo Navenda Hêvî dibe alîkar, bi taybetî jî di warê çêkirina navendê de alîkarî da. 

Ne xema Bexda û Hewlêrê ye

Hikûmeta navendî ya Iraqê û ya Herêma Kurdistanê ya li Hewlêrê çawa alîkariyê nadin dibistanên wargehê, wisan jî ti alîkariyê nadin Navenda Hêvî jî. Li gorî Salih Babat, herî zêde pêdiviya wan bi mamosteyên pispor yên vî beşî heye. Ew dixwazin ji derve yan hundirê Iraqê, mamoste bi wan re bibin alîkar, dixwazin mamosteyên pispor hemû tecrûbeyên xwe ji bo wan bêjin, da ku ew jî fêrî zarokan bikin. 

Salih ji bo vê jî bang dike li rêxistinên navneteweyî, Kurd û dostên wan ên li Ewrupayê, da ku alîkariyê bi wan re bikin. 

Rêgiriya PDK’ê bandoreke nerênî dike

Ji 17’ê Tîrmeha 2019’an ve PDK nahêle kes biçe Hewlêrê, nahêle nexweş jî biçin Hewlêrê û herêmên din ên di bin destê wê de. Ev jî bandoreke nerênî li ser xelkê wargehê dike. Salih got, rêgirî herî zêde bandora xwe li şagirtên wan dike. 

Weke sedem jî wî bal bire ser wê yekê ku "pêdiviya gelekan ji van zarokan bi doktoran heye, herwiha em dixwazin hefteyê carekê van zarokan bigerînin, li park û cihên din, lê PDK rê nade. Ev jî dibe sedem ku aliyekî perwerdeyê lawaz bimîne." 

Li gorî berdevkê Navenda Hêvî, Salih dibêje, li dibistana Navenda Hêvî, zarok herî zêde têkiliyên civakî xurt dikin. Ji ber ku ev zarok berê di mal de bûn, kesî hev du nas nedikir, lê îro ger yek ji wan neyê dibistanê pirsa halê hev dikin. 

Alîkariya dibistanê bikin

Salih Babat di dawiyê de dubare bang kir ji bo alîkariyê û got, "Em dixwazin Kurd û dostên xwe yên li Ewrûpayê destê alîkariyê dirêjî Navenda Hêvî bikin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.