Di vî warî de tekane ye

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 12 Cotmeh 2021 - 01:15

Fîrmeyên bi navê UNStudio û DA Group li bajarê Koreya Başûr Naepo “Muzeya Huner a Chungnam” sêwirandin. Ev muze dê wek navenda çandê were bikaranîn û li her kesî vekirîbe. Muze di vî warî de yekane ye, ji lewma ji bo çalakbûna wê dê ti enerjî lê neyê xerckirin. Ne elektrîk û ne ne jî tiştekî din. 

Mîmarên ku ev muze çêkirine bi mîsyona “Ji bo her kesî huner” tevgeriyane. Bi huner û teknolojiyeke bêhempa ev muze hatiye sêwirandin. Di dîwarên muzeyê de gelek çavik hatine vekirin û ji bo mirov karibin bi hêsanî bikevin hundirê wê çend derî lê hatine zêdekirin. Mîmarên vê muzeyê pê bawer in ku gel ji vê muzeya wan wê hez bike û wek navenda çandê bi kar bîne.

Endamê UNStudio, Ben van Berkel dibêje, “Hêza huner a ku mirovan bîne gel hev heye. Îlhamê dide mirovan, hîn dike û wan teşwîq dike. Muzeya Huner a Chungnam jî dê bi vê peywira xwe ji bo civakê bibe navenda huner.”

Mîmarên vê muzeyê bi vê hilberîna xwe ya ku dê bê enerjî bixebite, bihurîn ji gelek studyoyên navdar ên dinyayê yên weke BIG, Steven Holl, Snøhetta, Grafton û SsD + ALA û niha bala gelek hunermandan dikişînin.  

SEOUL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.