Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya fizîkî û bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 222’an de didome. Girtiyên li Hepsa Tîpa T a Mêrdînê ragihadin ku ew ê gavê bi şûn ve neavêjin.
Girtiyên li Hepsa Tîpa E ya Mêrdînê yên di çalakiya greva birçîbûnê de, bi peyamekê diyar kirin ku heta tecrîd bişikê ew ê di greva birçîbûnê de bin.
Peyama girtiyan wiha ye: "Pandemiya Kovîd-19'ê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdîn belav bûye. Vê nexweşiyê bandor li hevalên me kiriye. Tevî vê jî em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin û em ê bidomînin. Daxwaza me eşkere û hiqûqî ye. Divê tecrîdkirina Rêberê me Birêz Abdullah Ocalan rabe û mafên wî yên hiqûqî bên nasîn. Heta ku em tecrîda li ser Rêberê xwe bişikînin em ê di xeta xwe ya berxwedanê de tawîzê nedin û bi paş ve gavê neavêjin. Divê çalakiya me bi daxwazên me, bi jiyanê bixwe û nirxên pratîk ên hevpar re bê nirxandin. Em ê teqez mîrateya têkoşînê ya ji me re hatiye hiştin, bidomînin. Gelê Kurd ê welatparêz jî heta tecrîd bi dawî bibe wê têbikoşe û bibe dengê girtiyan. Li ser vî esasî, em silavên xwe yên şoreşger ji gelê xwe re dişînin."
MÊRDÎN