Di riya zehmet de her dimeşe

Nûçeyên Çand/Huner

În 1 Tîrmeh 2022 - 22:00

  • Ez bêhtir bi melodiyên di hafizeya min de kom bûne, dixebitim. Ez li muzikên dinyayê jî guhdarî dikim, lê gava ez stranên xwe çêdikim, ev yek serê min tevlîhev nake, ez bi vî awayî baştir hûr dibim û muzîka ku çêdikim, bi hêz dibe. Ez bixwazim jî nikarim kok û rehên xwe terk bikim û dûrî wan bifikirim. Dema ez bi nihêrîneke fireh difikirim, muzîka min jî dewlemend dibe.

ARDÎN DÎREN

Ji nûnerên muzîka modern a Kurdî stranbêj, stransaz, bestekar û berhevkar Mehmet Akbaş, di 2’ê Tîrmehê (îro) de li yekê ji navendên performansê yên navdar ên Elmanya û Ewrûpayê, li “Kölner Philharmonie” cara yekem derdikeve ser dikê. Bi vî awayî Akbaş, li dû Aynur Doğan, muzîka Kurdî digihîne ser vê dika bijarte. Repertûara Akbaş ji bilî besteyên wî bixwe, ji berhemên gelêrî yên wekî zêmar, stranên evînî û reqsê heta stranên meqamî, gelek berhemên rengîn û formên cihê dihewîne, ku hunermend wan bi şêwaza xwe ya resen şirove dike û digihîne nifşên roja îro. Akbaş dev ji kokên xwe yên çandî yên resen bernade lê di hunerê xwe de formên kelepûrî yên muzîka Kurdî digel newayên cihê yên cîhanî tîne cem hev û bi vî awayî soundeke, newayeke di normên gerdûnî de hildiberîne û di nav muzîka cîhanî de cihekî ji bo muzîka Kurdî jî vedike.

Em bi Mehmet Akbaş re li ser rêwîtiya wî ya muzîkê, berhevkariya wî û konsera wî ya li “Kolner Philharmonie”yê peyivîn. Her çiqas di nav provayên konserê de serê wî mijûl bû jî wî ji bo me dema xwe veqetand û li pirsên me vegerand. 

Tu ji bo konserê bi kadroyeke baş û fireh re dixebitî. Ev kadroya hanê, çawa hat gel hev, tu dikarî hinekî behsa haziriya konsera xwe ya “Mehmet Akbaş & Ensemble” bikî?

Ji bo haziriya konserê em hinekî bi stres in, lê her wiha enerjiyeke me jî heye. Ji ber platformeke mezin e, em ji bo promosyonê jî taybet dixebitin. Ji ber ku ekîba me ekîbeke qerebalix nîne, kar bêhtir li ser çend kesan dimeşe. Lê ji xeynî ekîba me jî hin heval piştevaniya me dikin.

Em ji bo vê konserê bi muzîkjenên înternasyonal re dixebitin. Aranjorê me Erdem Altinses bi rastî jî di karê xwe de serketî ye û karên hunerî yên baş dike. Di karê xwe de bi rêk û pêk e û afirîner e. Tenê di hêla muzîkê de na, wekî din ji bo performansa ser dikê û avakirina konseptê jî kesekî pêşeng e. 4 hevalên me yên muzîkjen jî ji Stenbolê hatine. Bi tevahî em 11 kes in. Markus Stockhausen jî muzîkjenekî navdar e û di warê muzîka jazzê de pirr tê naskirin. Jixwe, malbata wan jî li Elmanyayê di muzîkê de ekolek ava kiriye. Me berê bi hev re xwendibû û niha jî em bi hev re ji bo konserê dixebitin, ev ji bo min tiştekî pirr xweş e. Wekî din çelîstê Elman, Veit Steinmann jî bi me re dixebite. Anush Nazaryan sopranoyeke Ermenî ye. Di warê notasyonê de keseke pirr hêja ye û di navbera me hemûyan de têkiliyeke baş çêdike. Zelal Cengizhan jî li piyanoyê dixe û dengê wê jî pirr xweş e. Ji ber hêleke wê digihîje Dêrsimê, stranên Kirmanckî jî xweş dibêje. Yavuz jî ji Erzinganê ye û li trompetê dixe, ew jî li Elmanyayê li ser jazzê perwerde bûye. Hem muzîka Kurdî hem jî muzîka welatên rojavayî baş dizane. Nurullah Turgut û Mehmet Yamalak jî du hevalên min ên kevn in, ew jî wê bi me re li ser dikê bin. Ew jî demeke dirêje li Elmanya li ser muzîkê dixebitin û xwe pirr bi pêş xistine. Ji ber ku ez bi van hevalan re dixebitim pirr kêfxweş im û motîvasyoneke me ya baş heye. 

Di repertura we de wê çi hebe?

Stranên min yên kevn ên gelêrî hene. Wekî din hin stranên min yên nû ku min çêkirine jî hene. Stranên Farisî, Efxanî û Ermenkî jî hene. Bi Tirkî jî straneke Hasret Gultekîn heye. Li gorî min Hasret Gultekîn semboleke girîng e. Hasret cara yekem karên produksiyona muzîka Kurdî ya bi bandrol bi rê ve bir û li ser şopên riya heq çûye. Kesekî ciwan bû lê di karê xwe de şareza bû û tesîra wî li ser min gelek çêbû. Dibe ku zimanê wî bêhtir bi Tirkî be, lê ew hay ji ziman û nasnameya xwe hebû. Her wiha kesekî wêrek bû.

Tê cara yekem li “Kölner Philharmonie” ku li Elmanyayê dikeke muhim e ji bo muzîkê derkevî ser dikê. Ji bo te û muzîka te ev dik û konser tê çi maneyê?

Ev sehne li Elmanyayê û her wiha li dinyayê lûtkeya muzîkê ye. Ji bo muzîkjenekî pirr girîng e ku derkeve ser vê dikê. Ev yek xeyala gelek muzîkjenan e. Qebûlkirina ser vê dikê tê wê maneyê ku tu muzîkek baş dikî. Ji lewma, ev sehne gelekî bi nirx e. Helbet ev sehne ji bo min surprîz nîn bû, ji zarokatiya xwe ve min dizanîbû ez çi dikim. Ji bo ez bibim muzikjenekî baş, min kedeke mezin da. Lê ji ber şert û mercan muzîk ji bo me zehmet û luks bû. Li gorî miletên din statuyeke me tine bû, ji ber wê jî hewce bû ku em bêhtir bixebitin. Dikarim bi rehetî bibêjim li vê dinyayê mîsyona min jî stranbêjî û muzîk e. Bi keda xwe ez hatim van rojan. Piştî ku hatim Elmanyayê jî dîsa ez xebitîm û min xwe bi pêş ve bir. Kêfxweş im ku keda min a bi salan vala neçû. Kolner Philharmonie him ji bo muzîka min û him ji bo temsîliyeta gelê me platformeke girîng e. Ji bo nifşên nû jî em dixwazin riyekê vekin. Berê jî Aynur Dogan li ser vê dikê derketibû sehneyê, niha jî ez derdikevim. Ev ji bo muzîka Kurdan serketinek e. 

Te riyeke zehmet hilbijartiye. Ji ber ku muzîka te ne muzîkeke “tîcarî” ango ya piyasayê ye. Tu dikarî hinekî behsa zehmetiya vê yekê bikî?

Di serî de bibêjim, em Kurd jiyaneke normal najîn. Her tim alozî heye li ser civaka Kurd, her wiha şer dewam dike. Nexasim jî nûçeyên nereênî bi dawî nabin. Bivenevê ev yek li ser muzîkê bandorê dike. Muzîka me zêde nayê rojevê û dema em karekî dikin, nayê bihîstin. Ji ber derfetan, zêde dema min nebû ku klîp û albûman çekim. Ji ber ku min di warê debarê de gelek zehmetî kişandin û vê yekê zor da min. Min dixwest zêdetir wext bidim muzîkê, klîp û albûman derxim lê ji ber karên din, min derfet nedît ku çêkim. Her wiha dema derfetên konseran jî hebûn li welat kesî gazî me nekir û em venexwendin van festîvalan. Vê jî têkiliya me bi gel re qut kir, kêmasiyeke mezin bû li gorî min. Rast e, ez muzîkeke tîcarî çênakim. Norm û rêgezên muzîka min cuda ne. Jixwe, muzîk tiştekî hundirîn e. Ez dizanim riya ku min hilbijartiye riyeke zehmet e. Lê ev yek tercîha min bû. Ez di riya xwe de dimeşim. Ez di vê baweriyê de me ev muzîk jî ji bo me hewce ye. Hewce nake her muzîkjen stranên piyasayê çêke. Xema min ew e ku ez hinekî bi derengî ketim û min nikarîbû potansiyela xwe zêdetir bidim karê muzîkê. Lê hin stranên ku min çêkirin, 9 stranên min ketin nav playlîsta BBC û radyoyên Ewrûpayê. Ji ber ku ez stranên civaka xwe temsîl dikim ez şanaz im.  

Ceribandineke te ya cihê heye, stranên gelêrî bi formên cuda dibêjî, jazz, opera yan jî tenîkên belcanto... tu muzîka xwe çawa dinirxînî?

Dema ez hatim Elmanyayê, xema min a muzîkê hebû û min ji xwe re got, xwezî ez zûtir hatibama vir. Bi derfetên xwe min karê muzîkê kir, heta afîşên konsera xwe jî min bi xwe daleqandin. Destpêkê sponsorên min tinebûn û kesî piştevaniya min nedikir. Roj bi roj guhdarên min ên întarnasyonal çêbûn. Ji ber ku ez tenê li muzikê difikirîm û dihizirîm, ez pirr dixebitîm. Ez ji bo vê yekê pirr bi hêvî bûm. Min dizanîbû ku dê ji xeynî muzikê dinyayeke ku xwe lê hîs bikim, çênebe. Min gelek konserên zindî çêkirin û her tim min hewl da ku ev konserên min bi kalîte bin.

Rast e, muzîka min bi hin pîvanan nayê terîfkirin. Ez soundên cihe yên elektronîk diceribînim û muzîka gelêrî îcra dikim. Di ruh û dilê muzikjenekî de çi hebe şêweya muzîka wî jî li gorî wê teşe digire. Guhdarên li Ewrûpayê û deveren din jî dema li muzîka min guhdarî dikin xwe di wan stranan de dibînin. Ez bêhtir bi xebatên xwe yên weke proje re mijûl im. Formên stranên gelêrî weke dewlemendiyekê dinirxînim û dixwazim li ser van forman bixebitim.

Tu bi gelek zimanan stranan dibêjî, lê zaravayê Kirmanckî di muzîka te de xwedî ciyekî taybet e. Tu di muzîkê de rewşa Kirmanckiyê çawa dinirxînî? 

Kirmanckî zimanê dayika min e, min cara pêşî ev ziman bihîst û ez pê axivîm. Lê mixabin rewşa Kirmanckî xerab e. Tenê xebatên muzîkê ji bo zaravayekî têr nakin. Divê kanaleke televizyonê sedî sed bi Kirmanckî hebe. Tenê bi yek yan jî du bernameyan dixwazin ev kar bimeşe, lê ev têrê nake. Ji bo bikaranîna Kirmanckî ya di medyayê de divê em pirr hesas û dilsoz bin. Dema çalakî çêdibin divê Kirmanckî hinek derkeve pêş ji ber ku her tim bi çend nimûneyan paşguh dikin. Ev nêzîkatiyeke ne baş e. Divê rewşa şêwezarê Kirmanckî bêhtir geş bibe. Bi vî awayî dê muzîkjenên ku bi Kirmanckî dibêjin, bêhtir motîve bibin. Ji bo muzîka Kirmanckî ya xeta Dêrsimê girseyek ava bûye û lê guhdarî dikin.

Pergaleke ku rûniştiye heye. Dîasporaya Dêrsimê û baweriya wan kir ku li muzîka Kirmanckî were guhdarîkirin û bi vî awayî xwedî li çanda xwe derketin. Çi kêm û çi zêde, bazareke vê muzîkê jî çêbûye. Albûmên Kirmanckî yên ku derdikevin dengê wan pirr baş tên qeydkirin û serketî ne.

Ji ber ku ji bo piyasayê nayên çêkirin, ev kalîteya wan zêdetir dike. Lê dema mirov li Kirmancên jêrîn dinihêre, rewş xetertir e. 

Di vê konserê de tê hinek stranên ku bi awayekî devkî ji hêla jinan ve hatine gotin lê ti carî nehatine qeydkirin jî bibêjî. Ez ne şaş bim bi Kirmanckî ne. Ev cara pêşî ye ku ev stran wê bi nota û amûran werin gotin. Tu dikarî hinekî behsa berhevkariya van stranan bikî?

Bi gelemperî stranên me yên gelêrî bi destê jinan hatine afirandin. Bêhtir bi loriyên wan ev stran derketine holê. Min ji herêma Pîranê gelek stranên gelêrî berhev kirin. Min nexwest ku ev stran winda bibin, yanî dikarim bibêjim, min ev stran ji nav xirbeyan kom kirin û qeyd kirin. Ji van stranan em ê çar albûman çêkin. Yek ji van projeyan jî ez bi Adem Karakoç re bi rê ve dibim. Ji ber ku ew jî Kirmanc e û ji Xarpetê ye frekansa me hev du girt. Bi navê “Zazakî Songs Project” Naveroka vê projeyê jî pirr dewlemend e. Me turneyek jî çêkir û bi dawî bû turneya me. Ji “Zazakî Songs Project” payîza bê em ê ji qeydên van konseran albûmekê derxin. Wekî din min projeyeke bi navê “Psychedelic Pop-Folk” jî çêkir. Pirranî stranên Kirmanckî ne. Di albûmeke din de jî stranên gelêrî yên Pîran, Çewlîk û Xarpetê yên Kirmanckî dê hebin. Ev stranên hanê zêde nayên zanîn. Ez stranên bav û kalên xwe yên gelêrî bi aweyekî gerdûnî didim naskirin. Divê muzîka Kirmanckî di cihê xwe de nesekine û ji tiştên nû re vekirî be. Mînak komkujiya Dêrsimê li ser muzîka Dêrsimê tesîrek çêkiriye û tenê formên lawijan li pêş in. Lê li aliyê jêr formên muzîkê yên din jî hene. Li aliyê Kirmancên jêrîn înstrûman tine ne, muzîk bi awayekî xwezayî di nav jiyanê de ye. Ez van stranên gelêrî dema ku bi înstrûman re dibêjim zêde formên wan xera nakim û bi awayekî mînimal hazir dikim. Ez bêhtir bi melodiyên di hafizeya min de kom bûne, dixebitim. Ez li muzikên dinyayê jî guhdarî dikim, lê gava ez stranên xwe çêdikim, ev yek serê min tevlîhev nake ez bi vî awayî baştir hûr dibim û muzîka ku çêdikim bi hêz dibe. Ez bixwazim jî nikarim kok û rehên xwe terk bikim û dûrî wan bifikirim. Dema ez bi nihêrîneke fireh difikirim, muzîka min jî dewlemend dibe.

Van demên dawiyê konser û şanoyên Kurdî hatin betalkirin. Ji bo van qedexeyan tu çi dibêjî?

Ev qedexe tiştekî nû nîne. Berê jî konserên MKM’ê betal dikirin û salonên performansê mohr dikirin. Daxwaza min ew e ku dengê hunermnedên me were bihîstin da ku ew jî karibin di nav civaka de xwe bimînin û karên xwe bikin. Her wiha dema em diaxivin û dixwazin peyamekê bidin divê bandora me jî li ser xelkê hebe. Divê civaka me nirx bide hunermendan. Divê dema em axivîn gotina me hunermendan jî pere bike û bandora xwe hebe. Lê ev yek jî ne hêsan e û tenê bi hunermendan çareser nabe. Dawiya dawîn her tişt dîsa diçe li bin guhê dîwarê pergalê dikeve, yani pergal ji berê ve xerab bû. 

Ji bo rewşa muzîka Kurdî baştir bibe pêşniyazên te çi ne?

Bê statûbûn û nebûna pergalekê kêmasiya herî mezin e. Diasproya me bi hêz e, em gelek organîzasyonan jî çêdikin, lê em gelek caran lokal dimînin. Em li gorî piyasayê tevdigerin, govend, dawet û sloganan dibêjin. Helbet ev jî lazim e, lê bila tenê ev organîzasyon çênebin, heger em van tiştan derxin pêş, şêweyên din ên muzîke bi pêş nakevin. Stranbêjên Tirk ji me zêdetir derdikevin ser dikên me û di organîzasyonên ku Kurd çêdikin de cih digirin. Li Başûr, Bakûr û Ewrûpayê ev yek diqewime. Ez vê yekê rexne dikim. Ji lewma haya kesî jê tine ye. Ez ê niha li flarmoniyê derkevim ser dikê lê mecbûr dimînim ku reklama xwe jî ez bikim. Hêz û taqeta min têra van hemûyan nake û ev yek tenê ne berpirsyariya min e. Jixwe, pergaleke me ya ku van karan bike jî çênebûye. Em bi derfetên xwe li ser medyayê radigihinin ku konsera me heye, ev yek min diêşîne dema wexta min digirin. Divê çapemeniya me di vê hêlê de xurt be, karibe karên me bişopîne û nîşan bide. Rexnegirê muzîkê hebin û karibin muzîke binirxînin. Heger ev pergal çêbe, em ê jî enerjiya xwe bêhtir bidin ser muzîka xwe. Divê em hunermendên Kurd ji nifşên pişti xwe re riyekê vekin. Her wiha bi kar û barên xwe yên muzîkê deriyên nû nîşanî wan bidin. Dema ku haya xelkê me ji van konseran çênebe bi awayekî xwezayî nikarin bibin xwedî helwêst û reaksiyonê nîşan bidin. Em deng û wijdanê xelkê xwe ne, lê divê têkiliyen me û xelkên me jî xurttir bibin. Platformên muzîka Kurdî yen dijîtal bêhtir bala wan li ser muzîka piyasayê ye ango ticarî ne. Lê divê ew cih bidin muzîkên cihê jî. Divê em bi riya civaka medyayî karên xwe bidin naskirin û pêdiviya me bi vê yekê heye. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.