Di riya Yılmaz Guney de

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 8 Îlon 2022 - 22:00

  • “Ew mamosteyê me yê herî mezin e. Em li ser riya ku wî ji bo me vekir, dimeşin.”

EMRULLAH ACAR / MA/RIHA

Sînemager û endamê Komîna Film a Rojava Sevînaz Evdikê dibêje, Yilmaz Guney yek ji hunermendên gel e: “Ew mamosteyê me yê herî mezin e. Em li ser riya ku wî ji bo me vekir, dimeşin.”

Yilmaz Guney bi film, roman û jiyana xwe ya şoreşgerî gelek kes di bin tesîra xwe de hiştin. Nexasim jî filmên wî ji bo derhênerên ku di pey wî re hatin, bûn rêgehek. Komîna Film a Rojava jî dema sala 2015’an hat damezirandin, Yilmaz Guney ji bîr nekir û filmên wî weke derseke sereke neqandin ji bo akademiyê. Sevînaz Evdikê bandora Yilmaz Guney a li ser sinemaya Rojava rave kir û got, “Kesên ku qet têkiliya wan bi sînemayê re nîne jî navê Yilmaz Guney bihîstine û wî nas dikin. Ji ber ku wî di filmên xwe de behsa jiyaneke rasteqînî dikir. Ji ber van sedeman, meriv dikare bibêje, Komîna Film a Rojava jî di bin tesîra wî de hat damezirandin. Her wiha li ser sinemaya wî ders hatin dayîn û gelek kesan bi saya van dersan baştir ji sînemaya wî fêhm kir.”

Yılmaz Guney dê her bijî

Sevînaz Evdikê bi bîr xist û got, ew ji Yılmaz Guney gelek tiştan hîn bûne û niha jî filmên ku çêdikin, dewama ramanên wî yên sînemayê ne. Ew sînemaya Kurdî bi riya Yilmaz Guney bi pêş dixin û li Rojavayê Kurdistanê bingehê sînemayê ji nû ve datînin. Sevînaz Evdikê wiha dewam kir: “Tişta ku em anî gel hev, serpêhatiya gelê Kurd bû. Nasnameya gelê Kurd di heman demê de nasnameya me ya hevpar e. Yek ji armancên Komîna Film a Rojava jî, li dinyayê nasandina nasnemaya gelê Kurd e. Helbet ne tenê serpêhatiyên xizaniyê her wiha me bi filmên xwe behsa berxwedana gelê Kurd jî kir. Di filmên me de hûn vê yekê dikarin bibînin. Ji lewma jî mirov dikare bibêje, Yilmaz Guney bi Komîna Film a Rojava dê her li jiyanê be û bijî.”

Dîroka şervan dinivisînin bi filman nîşan didin

Sevînaz Evdikê herî dawî got, tenê çêkirina filman û nivîsandina pirtûkan têrê nake her wiha divê hunermend hay ji civaka xwe jî hebin û karibin bibin hunermendê gelê xwe jî. Sevînaz Evdikê gotinên xwe wiha bi dawî dike, “Em weke komîn dixwazin bibin komîna gel. Qederê 12 salan e li Rojava şerekî dijwar heye, şervan bi çekên xwe dîrokekê dinivisînin. Em jî dixwazin vê dîroka ku şervan dinivisînin nîşanî dinyayê bidin û bikin film. Berxwedan dewam dike û dê her berdewam be. Heger em weke hunermend vî şerî baş nedin fêhmkirin, ti qîmeta hunerê me wê nemine. Divê em bi xebatên xwe bidin fêhmkirin bê ka li Rojava şoreşeke çawa diqewime. Yanî divê em bi filmên xwe bibin neynika şoreşa Rojava.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.