Di pêvajoya siyasî de divê Kurd hebin

Pêncşem 28 Cotmeh 2021 - 23:46

  • Sefîrê Rûsyayê yê li Iraqê Elbrûs Kutraşev got, Rûsya hewl dide pêvajoyeke nû ya muzakereyan di navbera hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser de bide destpêkirin. Wî her wiha got, ew pê re ne ku aliyê Kurd di pêvajoya siyasî de cihê xwe bigire.

Sefîrê Rûsyayê yê Iraqê Elbrûs Kutraşev bi awayekî neasayî di civîna salane ya MERI (Înstîtuya Lêkolînê ya Rojhilata Navîn) Forumê de li Hewlêrê behsa Sûrî û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî kir.  

Elbrûs Kutraşev di dema MERI Forum 2021’ê de got, hikûmeta Rûs hewl dide ku pêvajoyeke nû ya muzakereyan mumkin bike di navbera Şamê û deverên di kontrola hêzên Kurd de.
Wî got, “Ev ne karekî hêsan e. Pêvajoyeke gelekî tevlîhev e û sefîrê me yê Şamê erkdar e ku navbeynkariyê bike. Ne hêsan e ji ber ku her du alî jî têra xwe hişk in, lê belê me ew qaneh kirin û ew serwext in ku lazim e ew li hev bikin, lewma terciheke din wê ji bo her du aliyan jî ne baş be.”

Li gorî sefîrê Rûsyayê pêvajo giran e, ji ber ku her du alî jî baweriyê bi hev naînin. 


Weke ku gefan bixwe

Sefîr Kutraşev di MERI Forum 2021´ê de got, ew hêvî dike ku Rûsya karibe di hevdîtinan de bigihîje hin encamên manedar. Wê pê re jî weke ku gefekê bixwe got, siberoja Kurdên Sûrî ne diyar e. Wî di dewamê de îdîa kir ku “Rewşa Kurdên Sûrî gelekî tevlîhev e; siberoja wan bi min yeke xweşbîn xuya nake. Ew bûn rehîneyên tiştên wan van salan kir, yan jî wan bi xwe van salên dawî anî serê xwe û bûyerên li cihê cih jî ev anî serê wan. Û ev gelekî cidî ye.”


Têkiliyên bi QSD û MSD´ê re

Ji vê û wê de, sefîr Elbrûs Kutraşev got, di astên cihê de rayedarên Rûs ên li Şamê peywendiyan bi QSD û MSD´ê re datînin: “Rayedarên me yên eskerî peywendiyên yekser datînin bi QSD´ê re; peywendiyên me yên siyasî jî bi wan re hene. Car caran em Îlham Ehmed û endamên din ên rêveberiya QSD´ê li Moskovê dikin mêvan.”


Elbrûs Kutraşev îdîa kir ku ti pirsgirêka Rûsyayê bi xweseriyê û federalîzmê re nîne, lê mesele li Sûriyê tevlîhev e. Wî îdîa kir ku herêmên Kurd li wan pirranî yên weke Efrîn, Kobanê û Cizîrê ji hev qut in û pirraniyên din dor li wan girtine.

Wî weke ku projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî nebe û li nava wê nûner û rêveberên ji pêkhateyan hemûyan nebin, li meseleyê nihêrî û mesele daxist meseleya xweseriya Kurdan û ew jî ji ber jihevqutbûna Efrîn, Kobanê û Cizîrê weke zehmet terîf kir.
Bi her halî wî xwest zêdekirina raye û erkên Ereban li deverên Ereb lê pirranî bi rêya hilbijartinan çêbe. 

Sefîrê Rûsyayê yê Iraqê Elbrûs Kutraşev li MERI Forum 2021´ê dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê ji 2018´an ve weke trajediyekê nirxand û hîç behsa rola Rûsyayê divê “trajediyê” de nedît: “Zehmet e mirov li ser bipeyive ka li Efrînê çi diqewime, ev trajediyek e.”

Sefîr her çend timî navê QSD´ê hilda jî wî gelek caran behsa Rêveberiya Xweser dikir. Wî got, Rûsya bawer dike ku Tirkiye bi awayekî bi rêkûpêk veto jî bike, divê QSD di pêvajoya siyasî de cih bigire û wiha dewam kir: “Em gelekî bawer dikin ku tevahiya aliyên Sûrî divê di pêvajoyê de cihê xwe bigirin.”

Rêveberî dixwaze bê qebûlkirin

Hêjayî bibîrxistinê ye ku em li vir bibêjin, hevdîtinên bi navbeynkariya Rûsyayê yên di di navbera Şamê û Rêvebeirya Xweser de berê bi ser neketibûn û neçûbûn serî. Sedema sereke jî helwêsta rijd a hikûmeta Şamê bû. Wê Rêveberiya Xweser bi ti awayî qebûl nekir û vegera nav rêveberiya Şamê ferz dikir.   

Bi her halî, di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên Cotmeha 2019´an de hin hêzên eskerî yên Şamê li ser sînor û bereya şer hatin bicihkirin, lê vê gavê jî nekir ku Şam Rêveberiya Xweser nas bike. Heta hin milîsên ser bi hikûmeta Şamê li Qamişlo û Hesekê gelek caran êrişî hêzên Ewlekariya Hundir û welatiyan kirin. Li ser vê Nîsana îsal hêzên Ewlekariya Hundir taxa Tay ji van milîsên Şamê bi temamî paqij kir. Yanî heta niha Rêveberiyê kontrola erdan bi dev hikşmeta Şamê ve bernedaye û heta gava lazim be ji bo parastina sivîlan hin dever ji kontrola hêzên ser bi hikûmeta Şamê derxistine.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.